Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rapora binpêkirina mafê rojnamegeran

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha çileyê aşkera kir û diyar kir ku di meha çileyê de 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û 46 rojnameger hatin darizandin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên rojnamegeran a meha çileyê aşkera kir. DFG’ê diyar kir ku di meha çileyê de jî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran berdewam kir û wiha cih da raporê: “Mixabin em dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan. Ji ber vê yekê em neçar in her meh raporan aşkera bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Li hemû cîhanê dema navê rojnamegeran tê gotin, agahî û nûçe tê hiş û aqilê mirovan. Lê li Tirkiyeyê dema pîşeyê me tê ziman, ewil zext û tundiya li ser çapemeniyê tê hiş û aqilan. Nêzîkatiya îktîdarê ev encam ava kiriye.

Di cîhana siyasetê de zimanê  siyasetê û rêbazên siyasetê dibe sedem ku wisa nêzî rojnamegeran bibin. Îktîdar ji bo destûr nede dîmen wêne û nuçeyên cuda, zextan zêde dike. Naxwazin rojnameger derkevin xeta dervê wan. Yên derdikevin dervê sînorê wan dibin hedefa îktîdarê û wekî ‘terorîst’ tên îlankirin. Rojnameger ne ew kesên ku propagandaya îktîdarê dike. Ew kesê ku her tim rastiyan dinivîse û gel ronî dike. Divê îktîdar êdî vê yekê fam bike û dest ji gotinên xwe yên rojnamegeran dike hedef berde.”

Banga DFG’ê

DFG’ê di berdewama raporê de bang li rayedaran kir û xwest hemû rojnamegerên girtî serbest berdin û wiha lê zêde kir: “Her çiqas îktîdar rojnamegeran bike hedef, em jî dê ew qas hempîşeyên xwe biparêzin û li wan xwedi derkevin. Tu zext nikarin pîşeya rojnamegeriyê tune bikin. Nikarin rastiyan tune bikin. Nikarin ronîkirina gel asteng bikin. Çi dibe bila bibe dê di her şert û mercan de rojnameger xebatên xwe yên ronîkirin û rastiyan bidomînin.”

Îstatîstîkên binpêkirina mafên rojnamegeran a meha çileyê wiha ye:

Di meha çile de; 4 rojnameger hatin binçavkirin, 1 rojnameger hat girtin, 6 rojnameger bi êrîşê re rû bi rû man. Rojnamegerek bi tundiyê re rû bi rû man. 4 rojnamegeran dema nûçe dişopandin hatin asteng kirin. 6 rojnameger der barê wan de lêpirsîn hat vekirin. 2 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin. 5 rojnameger bi 12 sal û 4 meh û 12 rojan hatin cezakirin û cezayê wan taloq kirin. Darizandina 30 dosya û 46 rojnamegeran didome. 3 rojnameger li girtîgehê bi êrîşan re rû bi rû man. Yek rojname ji bo 3 rojan cezayê îlan reklamê li wê hat birîn. RTUK’e 2 saziyên çapemeniyê ceza kir. 30 nûçe li ser malpera înternetê hatin astengkirin. Heta îro (6 sibata 2021’an)  88 rojnameger girtî ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar