Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Rapora der barê Girtîgeha Xarpêtê de

Baroya Amedê, piştî îdiayên ku hatibû gotin li Girtîgeha Jimare 2’yan a Xarpêtê girtî hatine îşkencekirin, hevdîtin bi malbatên girtiyan re çê kiribû. Piştî hevdîtinan di 8’ê tebaxa 2019’an de çûbû girtîgehê serdana girtiyan kiribû. Baroyê piştî hevdîtina raporek amade kir. Baroyê di rapora xwe de gotiye, di 4’ê tebaxê de gardiyan çûne 17 qawişan û êrîş birine ser girtiyan û dewsa îşkenceyê li ser canê girtiyan hebûye, canê wan werimiye û ji ber îşkenceyê girtiyek ji ser hişê xwe ve çûye, ew rakirine nexweşxane û nikaribûye biaxive. Serokê Baroyê Cîhan Aydin di 15’ê tebaxê de serî li Saziya Kontrolkeriyê ya TBMM’yê daye û xwestiye li Girtîgeha Jimare 2’yan a Xarpêtê îdiayên der barê îşkenceyan de bên lêkolînkirin.

Piştî serlêdanê Saziya Kontrolker jî kesek şandiye girtîgehê û li girtîgehê hin lêkolîn kirine û hevdîtin bi peywirdarên girtîgehê, Serdozgerê Komarê re çêkirine û îfadeya girtiyan girtiye. Piştî hevdîtinê kontrolker di 12’yê sibata 2020’an de raporek berpêşî Wezareta Dadê kiriye û di rapora xwe de derpêş kiriye girtiyan saet di 16.10’an de dest pê kirine û 30-40 deqe li deriyan dane û dirûşme berz kirine û girtî Îbrahîm Al, Abdûlazîz Arslaner, Alî Gerden,  Omer Bînen, Mesût Yaşasin, Ercan Gok, Mehmet Aslan, Kasim Sozen, Hayrettîn Adlig, Tahîr Temel, Eser Benzer, Medenî Kiye, Resûl Teymûr, Îlhan Bengî û Ûgûr Yilmaz guh nedane îxtarê û çalakiya xwe domandine.

Di raporê de agahiyên ji Wezareta Dadê hatine girtin cih girtine û hatiye diyarkirin ku di çarçoveya dîsîplînê de ji 38 girtiyan cezayê dîsîplînê li 23 kesan hatiye birîn û hê jî lêpirsîn didome.

8 Gardiyanan avêtiye ser qawişên 3 kesî

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hin ode sê gardiyan, hin ode çar gardiyan û hin ode jî 8 gardiyan çûnê û 30-60 saniyeyî tê de mane û derketine, lê belê ji ber ku qeyda deng a pergala kamerayê tunebûye axaftinên wê kêliyê hatine kirin nehatine tespîtkirin.

Di raporê de hatiye gotin, piştî bûyerê bi rojekê yanî di 5’ê tebaxê de, girtiyan ji revîrê rapor girtine û raporên wan îşknceya hatiye kirin piştrast dike. Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku li canê 14 kesan ekîmoz hatine dîtin û li ser canê 5 kesan jî şopa îşkenceyê nehatiye dîtin.

Her wiha di rapora kontrolker de îfadeyên peywirdarên girtgehê jî hene. Di raporê de hatiye gotin, 38 girtî û hikumxwaran li derî dane û dirûşme berzkirine, çendî ku hatine hişyarkirin jî çalakî dewam kiriye û piştî çalakî gur bûye bi awayekî dijwar bi ser girtiyan de çûne.

Li girtîgehê komek ‘Îşkencekar’

Di raporê de girtiyan gotiye li girtîgehê ‘komeke îşkencekar’ bi navê Tîma A heye û ev kom îşkenceyê û muameleyên xirab dike. Her wiha hatiye gotin ku piştî bûyerê, di 27’ê tebaxê de, girtî Medenî Kiye êdî karibûye biaxive û Kiye gotiye, gef li wan hatine xwarin, piştî bûyerê bi 22 rojan ji bo rontgenê hatiye sewqkirin, li girtîgehê komek heye bi navê ‘îşkencekar’ tên binavkirin, E.Î. Û T.K. di nav vê komê de ne, roja bûyerê 15-20 gardiyan bi cop, dar û çovên li ser xwe veşartine avêtine ser odeyan, çêr ji wan re kirine, gelek jê ancax piştî hefteyekê hatine muaneyenkirin, defter û nîşeyên wan hatine desteserkirin, cezayê hucreyê li wan hatiye birîn, hevdîtinên wan ê vekirî hatine astengkirin.

Di rapora kontrolker de wiha hatiye gotin: “Ji ber ku di odeyan de kamera tunebûne, tiştên li hundir qewimîne nehatine tespîtkirin. Di rapor bijîşk a der barê girtî Medenî Kiye de hatiye gotin ku tahde lê hatiye kirin. Lê belê morbûna canê vî kesî cihê pirsnîşana ye ku gelo ji bo çalakî bê bidawîkirin hatiye kirin an na. Ev bûyer, ji binpêkirina ewlehiya hundirîn wêdetir, wekî çalakiyeke dîsîplîna saziyê xera kiriye. Diviya ji bo bidawîkirina çalakiyê, ji dêvla hêzê hin mueyîde têxistana dewrê. Li girtîgehê derfeta ji bo lêkolînkirina mudaxileyê tuneye û ji ber vê mirov nikare bêje li girtîgehê ji bo mudaxeleyê asta rewşa asgarî hatiye derbaskirin. Karmendên girtîgehê ji bo çalakiya 4’ê tebaxê ji dêvla mudaxeleyeke hêzî, diviya bi awayekî bisebr û muzakereyî tev bigeriyana û stratejiya cezayî ya dîsîplînê têxistana dewrê.”

Her wiha di dawiya raporê de ji Wezareta Dadê hatiye xwestin ku di warê îşkence û muameleya xirab de hin tewsiye li peywirdarên girtîgehê bên kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar