Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rapora DFG’ê: Tundî, binçavkirin, girtin û ferzkirina sîxuriyê

Li gorî rapora DFG'ê, di meha tîrmehê de 4 rojnameger hatine binçavkirin, tundî û muameleya xerab li 15 rojnamegeran hatiye kirin, sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), binpêkirinên mafên rojnamegeran ên meha tîrmehê bi raporekê aşkera kir. DFG’ê di raporê de destnîşan kir ku di tîrmehê de rojnameger hatine girtin û binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha cih da raporê: “Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan û Amedê tundî li rojnamegeran kirin. Sîxurî li 2 nûçegîhanên JinNewsê ferz kirin. Rojnamegerê ku tê gotin navê wî di lîsteyê de ye Erk Acerer destpêkê li mala wî êrîş hat kirin û piştre peyama gefê jê re şandin. Dîsa rojnameger Celal Başlangiç jî ji ber ku navê wî di lîsteyê de hebû polîsên alman ew hişyarkirin.”

DFG’ê di berdema raporê de wiha got: “Di tîrmehê de 4 rojnameger hatine binçavkirin, tundî û muameleya xerab li 15 rojnamegeran hatiye kirin, êrîş li 14 rojnamegeran hatiye kirin. Sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin, dema şopandina nûçeyan 12 rojnameger hatine astengkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin, 11 meh û 20 roj ceza li rojnamegerekî hatiye birîn, dozên ku li 56 rojnamegeran hatine vekirin didomin, RTUK’ê 15 ceza daye 6 qenalan, 283 nûçe û 7 malper hatin astengkirin û rojnamerek ji karê xwe hat derxistin.”

Li gorî raporê heta îro 65 rojnameger girtî ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar