Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Ozkan

Desteya Tenduristiyê li şûna nexweşiya dil, tenduristiya ruh a nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan nirxand û rapora ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da wî

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne li ser rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû, di mehekê de 7 caran rakirin nexweşxaneyê. Ozkan ê bi awayekî dest kelemçekirî di dorpêça leşkeran de rakirin nexweşxaneyê, careke din birin girtîgehê. Herî dawî Ozkan ji bo rapora tenduristiyê bi wesayîta rîngê sewqî nexweşxaneyeke Xarpêtê hat kirin. Bi hinceta ku nexweşxaneya rayedar Amed e, dîsa şandin girtîgehê. Ozkan ê roja ku birin Xarpêtê û dîsa anîn girtîgehê birçî hat hiştin.

Hat zanîn ku Ozkan ê xetereya jiyana wî heye li ser serlêdana malbat û parêzerê wî, ji bo rapora tenduristiyê di 23’ê hezîranê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û li gel pirsgirêkên wî yên giran jî tenê tenduristiya ruh hatiye nirxandin.

Desteya Tenduristiyê li gel rapora beriya niha hat dayîn a ji sedî 87 astengdar e û ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî li şûna nexweşiya dil a Ozkan, tenduristiya wî ya ruh nirxand, tedawiya psîkîyatrîst pêşniyar kir û rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.

Dê bibin ATK’ya Stenbolê

Desteya Tenduristiyê, ji bo nirxandina nexweşiya dil a Ozkan ê 5 caran krîza dil derbas kir û 4 caran jî anjiyo bû biryara ku sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê were kirin da. Tê payîn ku Dê Ozkan roja duşemê bibin Stenbolê. Hat zanÎn ku piştî nirxandina ATK’ê ya nexweşiya dil wê Ozkan careke din paşve bînin Girtîgeha Amedê.

25 sal in di girtîgehê de ye

Mehmet Emîn Ozkan di sala 1996’an de li Mêrsînê bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ hat binçavkirin. Pişt re ji ber Fermandarê Cendermeyan a Herêma Amedê Bahtiyar Aydin ê di 22’ê cotmeha 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hat kuştin, berpirsiyar hat girtin. Ozkan ji vê dozê hat darizandin û tevî ku gotibû îdia bêbinî ne û ew bêsûc e jî cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn. Ozkan 25 sal in di girtîgehê de ye û gelek nexweşî pê re hene. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar