Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rapora gendeliyên malbata Barzanî hat parvekirin

Li gor rapora ku hatiye amadekirin 4 milkên malbata Barzanî yên ku nirxên wan ji 75 milyon dolarî zêdetir e li California û Virginyaya Amerikayê hene

Navenda Nûçeyan |

Lêkolîner Zack Kopplin li saziya Government Accountability Project ya li Amerîka ev demeke dirêje li ser malbata Barzanî lêkolîn dikir. Kopplin encama lêkolînê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê parve kir.

Li gor rapora ku hatiye amadekirin 4 milkên malbata Barzanî yên ku nirxên wan ji 75 milyon dolarî zêdetir e li California û Virginyaya Amerikayê hene.

Di heman raporê de tê diyarkirin ku herî dawî Mûksî Barzanî li Miamiyê avahiyeke 12 hezar m2 standiye. Bihayê avahiya ku Barzanî standiye 18 milyon û 300 hezar dolar e.

Her wiha di raporê de ciheke berfireh ji bo kiryarên Mesrûr Barzanî yên di dema berpirsyariya Dezgeha Parastinê (îstîxbarat) û serokwezîriyê de hatiye veqetandin. Tê gotin ku serokwezîrê başûrê Kurdistanê mîna siûdiyan, desthilata xwe ji bo êrîşkirin, îşkencekirin û kuştina rexnegir û rojnamevanan bikar anîye.

Di encamê lêkolînê de li ser qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman jî ev agahiya girîng tê dayîn: “Mesrûr Barzanî xwendekarekî zanîngehê yê bi navê Serdeşt Osman daye işkencekirin û kuştin ji ber axaftineke bi henekî li ser zewaca xwişka Mesrûr Barzanî kiribû.”

Hêjayî gotinê ye çend hefteye gelê Başûr li dijî dizî, gendelî, polîtîkayên çewt û hwd. yên hikûmeta Başûr li ser pêyan e. Piştî raporê diyar bû ku pereyên gelê Başûr li ku û çawa ji aliyê malbata Barzanî ve tê xerckirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar