Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rapora Girtîgeha Afyonê: Îşkence serbest e!

Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkan a Amedê, şaxên MED TUHAD-FED, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)  yên Enqereyê derbarê girtiyên li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Afyonê raporek amade kirin û bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê aşkera kirin.

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û bal kişand ser angaştên îşkenceyên li Tirkiyeyê û wiha got: “Îktîdara siyasî vê yekê vedişêre. Îşkenceyên tên kirin wek îşkenceyê nabîne. Dibêjim derbasbûna reyeyê. Lê em vê yekê red dikin. Li girtîgehan îşkence bi armanca zextan tê kirin. Hin xebatkarên cemaweriyê dema îşkence dikin kêfê jê digirin. Em bûne şahidê vê yekê. Divê dest ji vê feraseta xwe ya berê berdin. Lazim e li girtîgehan tundî were bidawîkirin.”

Çevîrmen rapor aşkera kir

Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî rapor xwend. Çevîrmen da zanîn ku ew li ser giliyê malbatên girtiyan di 20’ê sibatê de çûne Girtîgeha Afyonê û wek şandeyek li gel girtiyan hevdîtinek pêk anîne û diyar kir ku girtiyan ji wan re gotiye ku li girtîgehê mafên wan bingehîn, azadiya wan û qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin.

Çevîrmen anî ziman ku wan wek şandeyê bi 15 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û girtiyan neheqiya li wan tê kirin, mafên wan tê binpêkirin û tundiya li wan tê kirin ji wan re vegotine û wiha got: “Midurê girtîgehê gotiye êdî îşkence serbest e. Li wan bidin lê şopê nehêlin.”

Çevîrmen di dewama raporê de xal bi xal bal kişand ser nêrîn û pirsgirêkên girtiyan ku ji wan re vegotine û parve kir û da zanîn ku divê derbarê îşkenceya tê kirin û binpêkirina mafên girtiyan de demildest lêpirsîn were destpêkirin.

Dê dîsa biçin

Endama OHD’ê ya Enqereyê Hulya Yildirim jî destnîşan kir ku derbarê îşkencekaran de lêpirsîn nayê destpêkirin û ew ê vê hefteyê jî biçin girtîgehê çavdêriyan bikin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar