Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê derbarê girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de rapora binpêkirinên mafan ên mehên cotmeh, mijdar û kanûnê yên 2020’an amade kir. Rapora ÎHD’ê ya binpêkirinên mafan ên qewimîne bi raya giştî re parve kir aydî van girtîgehan e; Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Tîpa T a Karabukê, Girtîgeha Jimara 1 û 2’yan Tîpa T a Kayseriyê, Girtîgeha Jinan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa T a Keskîn, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Girtîgeha Tîpa T a Kirşehîrê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Sîncanê, Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa L a Sîncanê, Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa L a Sîncanê, Girtîgeha Tîpa T a Sîncanê û Girtîgeha Tîpa E ya Sêwazê.
Rapor ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û rêvebera ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin.
9 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
Çevîrmen destnîşan kir ku biqasî wan tespît kiriye li girtîgehan 9 kes jiyana xwe ji dest dane, ji van 9 kesan 4 jê ji ber vîrûsa koronayê, 3 kes bi nexweşînên cuda û 2 jê jî bi ‘îdiaya întîharê’ jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen anî ziman ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 46 jê jin bi giştî herî kêm 284 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş 98 girtî girtiyên rewşa wan giran e.
Çevîrmen da zanîn ku li van girtîgehên navborî herî kêm 24 girtî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û ji ber ew nikarin bi hêsanî agahî bigirin û girtî nikarin dengê xwe ragihînin ji saziyên mafên mirovan re û bi sedema astengiyên heyî dibe ku ev hejmar zêdetir be.
‘Ji bo pirsgirêkan çareserî nayê pêşxistin’
Rêvebera ÎHD’ê Sevîl Tûrgût jî destnîşan kir ku girtî xwedî her mafê jiyanê ku ji wan re rêz were nîşandanê ne û wiha got: “Lê belê kêşeyek herî mezin jî ew e rewşa girtiyên nexweş e. Ji bo girtiyên nexweş tu çareserî nayê pêşxistin. Bêyî werin tedawîkirin û teşhîsa wan were kirin, bi rengekî îşkence bi wan tê kirin. Girtiyên nexweş ên piştî jiyana xwe ji dest didin darbestên wan dertên an jî li ber sekeratê tên berdan. Piştî tên berdan jî ya li nexweşxaneyan an jî li malê jiyana xwe ji dest didin. Ji bo vê yekê divê mercên girtiyan werin başkirin û girtiyên nexweş jî tavilê werin berdan.”
Di dewama raporê de cih ji binpêkirinên mafan re hat veqatandin û xal bi xal hatin rêzkirin. ENQERE