Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî binpêkirina mafên girtiyên li girtîgehên Wanê tên ragirtin raporek amade kir û bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Serokê ÎHD’ê Mûrat Melet û endamên komeleyên beşdarî civînê bûn.

Rêveberê ÎHD’ê Servet Ertak rapor xwend û diyar kir ku li girtîgehên Tîpa T, Tîpa F û Ewlehiya Bilind ên Wanê bi hinceta vîrûsa koronayê mafên yasayî yên girtiyan ji holê hatine rakirin û wiha got: “Girtî li girtîgehan bi binpêkirinên wekî di serdema şewbê de girtiyên derxistine derveyî qawişê li ser wan lêgerîn hatiye kirin, mafê navbera civakî hatiye binpêkirin, girtiyên xwestine mafên xwe yên tenduristiyê bikar bînin bi pêvajoya 15 rojan a karantînê re rû bi rû hatine hiştin. Girtî ji bo nekevin karatnînayê dest ji mafên xwe yên tedawiyê kişandine.”

Desteserkirina mafên girtiyan

Ertak da zanîn ku girtî bi zehmetî xwe digihînin dezenfektan, mendîlên şil, maske û lepikan û wiha domand: “Girtî neçar dimînin sê çar rojan lepikek û maskeyek bikar bînin. Kelûpelên paqijiyê bi sînorkirî û kêm tên temînkirin. Girtî ji pirtûkên kurdî bêpar dimînin. Hatiye tespîtkirin ku çar sal in girtî û hikumxwar tên kategorîzekirin. Bêyî tu hincet were nîşandan, rojname, kovar û pirtûkên ji aliyê girtiyan ve tê xwestin an qet nadin girtiyan an jî dereng didin wan. Mafê girtiyan ên ragihandinê û azadiya mafê agahî wergirtinê tê astengkirin.”

Tîpa T

Di berdewamê de Ertak hevdîtina bi hin girtiyan hatiye kirin jî aşkera kir û got ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Feyyaz Başak re hevdîtin hatiye kirin, Başak diyar kiriye ku di qawîşan de hejmara girtiyan gelek zêde ye û di qawîşek divê 3 kes bimînin lê 14 girtî dimînin û hin girtî neçar in li erdê rekevin. Ertak diyar kir ku girtî Başak gotiye ku ew nikarin xwe bigihînin kelûpelên paqijiyê, tedawiya girtiyan nayê kirin, girtiyên nexweş ranakin nexweşxaneyê û mafên wan ragihandinê hatine desteserkirin û wêneyên malbatan ji bo girtiyan şandine nadin girtiyan û da zanîn ku Feyyaz Başak gotiye ku alava hilmij nedane Harûn Sîvîm, girtiyên bi navê Abdulbari Tenîk û Ramazan Adilbeylî tevî ku nexweşên kronîk in jî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û gefa dê wan bixin karantinayê li wan hatiye xwarin.

Tîpa T û Ewlehiya Bilind

Ertak anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi girtî Hulya Ertaş re jî hevdîtin hatiye kirin û Ertaş gotiye ku ew ji kelûpelên paqjiyê bêpar dimînin û mafên girtiyên ên pirtûk, rojname û kovaran hatine desteserkirin û nikarin bigirin.

Ertak destnîşan kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi girtî Ferhat Sayiner re hevdîtin hatiye kirin û Sayiner diyar kiriye ku aktîvîteyên wan ên wek werzîş û sohbetê hatine destesekirin û bênavber û ji nişkeve lêgerîn li qawîşên wan tê kirin û anî zman ku Sayiner di hevdîtinê de gotiye ew nikarin kelûpelan ji karantînayê temîn bikin û pirtûk, rojname û kovaran nadin wan û du meh in kargoyên girtiyan nedane wan.

Tîpa F

Her wiha Ertak diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi girtî Metîn Ûyar re hevdîtin hatiye kirin û Ûyar aniye ziman ku girtî bi zehmetiyên giran re rû bi rû ne û îdareya girtîgehê guh nade daxwaz û gazinên girtiyan û got ku Ûyar diyar kiriye ku rêveberiya girtîgehê pirtûkên kurdî nade girtiyan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar