Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe

TUHAY-DER, Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê têkildarî girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Baro u Komeleyê diyar kirin ku malzemeyên parastinê bi pereyar difiroşin girtiyan û tedbîrên li dijî vîrûsê nagirin. Komele û Baroyê dan zanîn ku jiyana girtiyan di bin talûkeyek mezin de ye.

Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re (TUHAY-DER), Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, têkildarî rewşa vîrûsa corona û girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Rêxistinên mafên mirovan, li Girtîgehea Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgehên Tîpa T û F yên Wanê bi girtiyan re hevrîtin kirin û çavdêriyên xwe kirin rapor. Rêxistinên parastina mafên mirovan rapor parve kir û bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Di raporê de ya têkilî girtîgehên Wanê hate diyarkirin, ku li ser jiyana girtiyan rîsk heye. Saziyan derbarê girtîgehan ku 13’ê Gulanê serdana wan kiribûn gotin, ”Ji ber rêjeya zêde ya tijebûnê, derfetên hijyenê, nebûna malzemeyên parastinê, xwegihandina derfetên tendiristî û tedawîbûnê li ser mafê jiyanê yên girtiyan rîsekek mezin heye.”

Di raporê de her wiha hate gotin nexasim maske, lepik û dezenfektanan bi pereyan difiroşin girtiyan, her wiha li koxuşan karên dezenfektanê pir kêm tê kirin.

Rêxistinan di raporê de diyar kirin ku rêgezên mesafaya civakî nayên parastin. Di raporê de hate gotin li gorî agahiyên ku girtiyan dane wan li koxuşan dezenfekte nayê kirin, sere sere tê kirin, hê maske, dezenfektan, lepik nedane wan, yên ku li kantînê têne firotin jî bihayê wan pir zêde ne, hewcehiyên wan ên por û rih qusandinê nayên bicihanîn, makîneya por û rihkurkirinê nadin wan, ji ber vê her kes mecbûr maye ku por û riha xwe ji binî ve biqusînin. Dema hevdîtina mabatan û xebatên sosyal sînordarkirinên berê hê didomin, heftiyê 20 deqe bi telefonê dikarin biavivin, ji bo girtiyên nexweş, zarok û bi zarok ti tevdîr nehatine standin, pirtûkên ji der ve hatine nadine wan, ji bilî rewşên lezgîn wan nabin revîrê.

Şûbeya Wanê ya OHD’ê, Komisyona Girtîgehê ya Baroya Wanê û TUHAY-DER a Wanê xwestin ku li hemû girtîgehan tevdîr werin jidandin, mafê jiyanê yên hemû girtiyan parastin, pêşî divê girtiyên nexweş, extiyar û zarok werin berdan û guherîneke nû ya înfazê ya dadmende were kirin. WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar