Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Rapora herî tund a 14 salan’

Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay û Nûnerê HDP’ê yê Yekîtiya Ewropayê Eyup Dorû, rapora Yekîtiya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê nirxandin

Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay li ser xebatên xwe yên doh ên li nava Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê agahî da û diyar kir ku wan û parlamenterên Parlamenta Ewropayê hevdîtin bi CPT re kirine. Yagizay anî ziman ku daxwaza wan û ya parlamenteran yek e û wiha got: “Me xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, derfet bên dayîn ku karibe malbata xwe, parêzerên xwe bi rêk û pêk biîne, mafê nivîsandina name û bikaranîna telefonê jê re bê dayin ku ev yek di rapora CPT de jî hatiye diyarkirin û li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hat qebûlkirin.”

Yagizay anî ziman ku nêzîkatiya CPT erênî bû û parlamenterên Parlamentoya Ewropayê jî nêrînên bi heman rengî parve kirine. Yagizay rapora li ser Tirkiyeyê jî nirxand ku doh êvarê pêşkêşî dengdanê hat kirin û diyar kir ku rapora 2019’an ji sala 2005’an û vir ve di nava raporên hatine amadekirin de ya herî tund e.

Yagizay bi bîr xist ku Parlamentoya Ewropayê pêşniyar li Konseya Yekîtiya Ewropayê kiriye ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re rawestîne û wiha got: “Biryar a Konseya Yekîtiya Ewropayê ye. Lê belê helwesta Parlamenta Ewropayê ya bi vî rengî, hem pozîsyon û helwesta raya giştî ya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê nîşan dide, hem jî radixe pêş çavan ku Tirkiye di rewşeke çawa de ye.”

Pêkanînên antî demokratîk hatin nirxandin

Nûnerê HDP’ê yê Yekîtiya Ewropayê Eyup Dorû jî li ser karên xwe agahî da. Dorû anî ziman ku ji bo heyet ji Tirkiyeyê re bên şandin ji bo şopandina hilbijartinên xwecihî bang tên kirin û wiha got: “Di raporê de rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, kiryarên antî demokratîk ên li dijî HDP’ê hatin nirxandin. Di raporê de bi rengekî vekirî tê xwestin ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên rawestandin. Di dema dengdanê de bloka rastgir xwest, têkiliyên bi Tirkiyeyê re bên qedandin. Komên sosyal demokrat, kesk û çep bi giranî ragihandin ku Tirkiye tenê ji Erdogan û AKP’ê pêk nayê, mûxalefeteke demokratîk lê heye û xwestin têkilî bên rawestandin. Mirov dikarin bêjin ku rapor li gorî bendewariyan derket, bi rengê ku li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê hate nîqaşkirin, hate pejirandin.”

Erêkirina raporê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ûiştî gotûbêjên li Parlemetoya Ewropayê hat kirin û şûnde, li gel erêkirina rapora Katî Pîrî ya amadekirî, muzakereyên endamtiyê ya Tirkye-YE’yê hate rawestandin. 622 parlamenter tevli dengdanê bûn. Rapor bi dengê 370 parlamenterî  hat erêkirin, 109 kes jî dengê red, 143 jî dengê bê alî bikar anîn. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar