PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rapora li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re hat şandin

Tirkiye di êrîşên li Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kîmyewî yên wekî sûcê şer tên hesibandin bi kar tîne. Dane û belgeyên ji cenazeyên HPG'iyan û cihên bûyerê hatin bidestxistin, ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên endamên YE'yê re hatin şandin

Êrîşên dewleta tirk ên li Metîna, Avaşîn û Zapê ji 23’yê nîsanê ve didomin. Tirkiyeya ku tevî hemû çekên xwe yên giran, balafir û teknîkên xwe yên pêşketî jî nikare encamekê bi dest bixe, serî çekên kîmyewî dan ku ev çek di qada navneteweyî de hatine qedexekirin. Li gorî bîlançoya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ragihandiye di 6 mehên êrîşan de dewlet tirk zêdeyî 323 çekên kîmyewî li hemberî gerîlayan bi kar anîne. Li gorî daxuyaniyê ji meha gulanê heya niha 9 jê jin 33 gerîla ji ber van çekên kîmyewî şehîd bûn.

PDK qeydên nexweşxaneyan vedişêre

Ji bilî Qada Parastinê yên Medyayê di encama bombebaranên balafirên şer ên li ser herema Behdînanê cih û warê sivîl jî hedef tên girtin. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de mirov, sewal, dar û daristanên heremê jî zirarek mezin dibînin. Her wiha tê gotin ku 548 kesên li gundên herêma Behdînanê dijîn jî ji gazên kîmyewî bandor bûne û ji ber vê serî li nexweşxaneyên Duhok û derdorê dane. Tê gotin ku rayedarên PDK’ê qeyda van kesan ên li nexweşxaneyan vedişêre û heya niha der barê van îdiayan de tu daxuyanî nehatine dayîn.

Nûveyên di deste Ezîz Weysî de

Tirkiye ku dagirkirina heremê, bombebarana bi balafirên şer kiriye tiştekî rûtîn û bi rêya PDK’ê dixwaze rewa bike, bi heman şêweyî dixwaze bi pêkanîn û çewisandinên PDK’ê yên li ser saziyên sivîl jî vê yekê wekî tiştekî asayî bide der. Ji bilî vê li gor agahiyên ku ji heremê bi dest ketine, gelek nûveyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî di destê berpirsiyarê leşkerî yên hêzên taybet ên pêşmergeyên Roj, Zerewanî û Gulanê Ezîz Weysî de hene. Ezîz Weysî nêzî salek e hêzek taybet ên ji nava Gulan, Zerewan û Peşmergeyên Roj hatî hilbijartin ava kiriye û wek peywir jî mayinên li pêşiya eskerên tirk ên li noqteyên eskerî yên li ser guzergeha gerîlayan paqij dike û îstîxbarata kordîneya noqteyên gerîlayan dide dewleta tirk. Tê gotin ku di destê Ezîz Weysî de gelek nûveyên di warê bikaranîna çekên kîmyewî de hene û ger wan aşkera bike dê hem dewleta tirk hem jî PDK bi sûcên şer werin darizandin.

Bang li rêxistinên navneteweyî kirin

Dewleta tirk ku plan kiribû dê di nava hefteyekê de herema Metîna, Avaşîn û Zapê bi temamî dagir bike, piştî plana wê neçû serî vê carê serî li bikaranîna çekên kîmyewî da.

Tirkiyeyê piştî 23’yê nîsanê, roja êrîş dest pê kiriye, bi 10 rojan yanî di 3’yê gulanê de li herêma Avaşînê li ser tunelên şer ên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar anîbû û ji ber vê 3 gerîla şehîd bibûn. Li gel ev bikaranîna çekên kîmyewî ku bi wêneyên ji aliyê HPG’ê ve hatibûn girtin û bi daxuyaniya KCK’ê hatibûn berbiçavkirin jî, lê ji ber bêdengiya hikûmeta heremê, Iraq, sazî û dewletên navneteweyî di raya giştî de nebûbû rojev.

Dewleta tirk jî ji vê bêdengiyê hêz girt û di dem û cihên cuda de bikaranîna çekên kîmyewî berdewam kir û her ku çû ev yek veguherî tiştekî rûtîn. Li gorî bîlançoya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daye di 6 mehên êrîşên dagirkeriyê de dewleta tirk zêdeyî 323 caran êrîşên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar aniye. Li gorî daxuyaniyê ji meha gulanê heya niha 33 gerîla şehîd bûne. Ji van 33 gerîlayan 9 jê gerîlayên jin in. Ji roja yekemîn heya niha ji aliyê HPG û KCK’ê ve der barê mijarê de gelek daxuyanî hatine dayîn û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de bang li gelek sazî û rêxistinên navneteweyî kirin û xwestin ku ji bo lêkolînkirina van îdiayan werin heremê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew amade ne ji bo hêsankirina lêkolînê hemû derfetên xwe bi kar bînin.

Bikarîna çekên kîmyewî kirin rapor

Piştî van daxuyaniyan ev mijar ket rojeva gelê kurd û bi çalakî û daxuyaniyan bang li saziyên têkildar hat kirin. Tê gotin ku heya niha ji aliyê saziyên kurd û gelek kesan ve gelek nûveyên li ser cendekên gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne û cihên bûyerê wek rapor ji 28 saziyên sivîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û gelek welatên Yekitiya Ewroparê hatine şandin.

MA / Erdogan Altan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar