Navenda Nûçeyan |
Di 8 û 9’ê hezîranê de komîsyonek hevbeş ji Parlementoya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê serdana Amêdiyê, Dêrelok, Şeraniş, Şêladiz û çend deverek din ên Dihokê kirin ku di jêr êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de ne.
Ev komîsyon piştî wê yekê pêkhat ku roja 5’ê Hezîranê li herêma Metînayê di encama êrîşa balafirên dewleta tirk de 5 çekdarên PDK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî ku destpêkê çapemeniya PDK’ê ragihand ew çekdar di encama êrîşên balafirên tirk de jiyana xwe ji destdan, lê piştî demek kurt ev nûçeyên xwe rakirin û bûyer xistin stûyê gerîla.
Rojek piştî wê HPG’ê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên gerîla ew êrîş pêk neanîne û daxwaz kir ku şandeyek hevbeş an jî şandek serbixwe bûyerê lêkolîn bike da ku rastiya bûyerê derkeve holê.
Rapor hat amadekirin
Komîsyona hevbeş a parlementoya Iraq û Başûr ji nûnerên komîsyonên navxwe, jîngeh, mafê mirov û parastinê yên her du parlementoya pêkdihatin, serdana herêmê kirin.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê ku di nava komîsyona hevbeş de cih digirt Kati Rikabî, derbarê mijarê de ji rojnameya Sebah re axivî.
Rikabî got ku lijneya wan derbarê dagirkeriya dewleta tirk de rapora xwe nivîsandine û radestî hikûmet û parlamentoya Iraqê kirine.
Rikabî di dewamê de got ku di rapora wan de behsa destwerdana dewleta tirk a li Iraqê, talankirina xwezayê, birîna daran kirine û diyar kir ku Tirkiye dixwaze tiştên ku li Sûriyeyê kiriye, li xaka Iraqê jî bike.
Kuştina şêniyan û valakirina gundan
Li gorî Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) di nava 5 salan de ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê 103 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 148 gund vala bûne û metirsiya valakirinê li ser 500 gundan jî heye.