Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Rapora Pîrî û helwesta Ewropayê

Raportora Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî rapora der barê rewşa Tirkiyeyê de di komîsyona parlamanetoyê de aşkera kir. Ev rapora dawî ye ku raportora Tirkiyeyê Pîrî amade dike. Ew ê peywira xwe dewrî yekî din bike. Maweya ku ji bo wê hatibû danîn bi dawî bû. Di rapora Pîrî de li gel aliyê ku mirov rexne bike, hebin jî bi tespîtên xwe yên der barê rewşa Tirkiyeyê de mirov heq didê.

Pîrî di raporê de bal kişandiye ser zext, pêkutî, îşkence, otorîterî û dûrbûna ji demokrasiyê. Di encamê de jî Pîrî dixwaze ku Tirkiyeya ketiye bin bayê faşîzmê ji bo ku desthilat bazirganiya hêviyê ji xelkê xwe re neke prosesa endamtiya Tirkiyeyê bi temamî were rawestandin. Pîrî di esasê xwe de destnîşan dike ku Erdogan bi demagojiyan dixwaze xelkê Tirkiyeyê bixapîne. Heta pê re raya giştî ya Ewropayê jî dixwaze bixapîne.

Hemû dinya tevî raya giştî ya ewropî dizane ku Erdogan û DAIŞ ji heman çavkaniyê xwedî dibin. Mejiyê herduyan yek e. Erdogan DAIŞ’a bi qirewat e. Lê hewl dide bi daxuyaniyên wekî ku ew dixwazin bikevin Yekitiya Ewropayê çavê ewropiyan jî bigire. Ji ber ku dinya dinyaya berjewendiyan e li gel rayedarên ewropî bi rastiya Erdogan dizanin jî dixwazin wî weke estrumaneke erzan li Rojhilata Navîn û di karên xwe yên qirêj de bi kar bînin.

Hasilî heke em vegerin ser rapora Katî Pîrî, di raporê de bang li rêveberiya Yekitiya Ewropayê tê kirin ku muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi temamî werin rawestandin. Çapemeniya tirk ev rapor weke skandal bi nav kir. Ji ber ku bi nîvzarê derew be jî yek rastiya wan ji wan re dibêje, dîn û har dibin. Rûpoşa wan dikeve û rûyê wan ê rast derdikeve holê.

Ev rapor û raporên weke vê dibin belge û di arşîvan de tên tomarkirin. Helbet arşîva herî xurt hafizaya civakî ye. Lazim e ew her tim zindî were hiştin. Li dora wê rêxistinî çêbibe da ku bikaribe encamê bigire û hesabê jî bi dîktatoran re bibîne.

Em van rojan di 100’emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn re derbas dibin. Wekî ku saetekê xerabûyî jî din ava rojê de du caran dema rast nîşan bide, Erdogan di rêûresma li Parîsê de ya bi boneya salvegerê pêk hat de, gotineke rast got. Got şerê cîhanê hêj neqediyaye. Helbet armanca wî cuda bû lê rastiya xwe heye. Şer didome û îcar firsend e ku xelk hesabê bi van dîktator û olîgark û monarkan re bibînin.

Rapora navborî di heman deme de qinyatê bi raya giştî ya Ewropayê re çêdike ku Tirkiyeya Erdogan ji bo wan jî bi xeter e. Lê îcar li vir problemeke din heye. Xelkên ewropî Erdogan naxwazin lê rayedarên wan jî wî li ser pêyan digirin. Bi civîn û fon û alîkariyan, bi vexwendin û pêşwazîkirinan destekê didin Erdogan. Ji bo ku di serî de xelkê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji zîhniyeta Erdogan xelas bibe divê têkoşîneke mezin a cîhanî jî ava bikin. Erdogan têk biçe û hêzên ku destekê didinê jî têk biçin.

Nûçeyên Têkildar