Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Rastiya 14’ê Tîrmehê nîşan da ku dijmin dikare bê têkbirin!’

Cemîl Bayik li ser Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê gotarek nivîsiye û dibêje: “Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Mezin nîşanî me da ew e ku şert û merc çiqasî giran jî bin bi berxwedanê mirov dikare rûmeta mirovahiyê biparêze û dijmin têk bibin.”

Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 41 sal derbas bûn, ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê ve hate destpêkirin û bi şehadeta Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi dawî bû. Bi wesîleya vê rojê ku ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gelekî girîng e, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik gotarek nivîsî.

Gotara Cemîl Bayik bi vî rengî ye:

“Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî zilm, hovîtî û îşkenceyê çalakiyeke gelekî mezin e ku bandora xwe hîn jî dewam dike. Bi qasî mezinahiya xwe ya ji bo gelê me û partiya me, her wiha ji bo dîroka mirovahiyê jî yek ji çalakiyên herî mezin e. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên Mezin ji bo me gel û tevgerê sekna rast a li dijî mêtingerî û faşîzmê nîşan dan, rêya serkeftinê destnîşan kirin, di bin hovîtî û îşkenceya giran de mînaka esîl a parastina nirxên mirovahiyê û mayina mirovbûnê raxistin pêş çavan. Ji ber vê taybetmendiya xwe Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e. Kadroyên pêşeng ên partiya me hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku ev berxwedana mezin afirandin, di salvegera çalakiya wan de careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakiya wan a dîrokî ditewînim. Di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi bîr tînim. Soza serkeftinê ya ku me dane şehîdên xwe bi vê wesîleyê careke din dubare dikim. Hevrêyên ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê li zindanên mêtingeriyê li ber xwe didin hemûyan bi rêzdarî silav dikim, hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Her wiha gerîlayên ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê li dijî dijminê dagirker şer dikin silav dikim, ji ber berxwedana wan a mezin û çalakiyên wan ên serketî, wan pîroz dikim. Rastiya bingehîn û herî girîng a ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin nîşanî me da ew e ku şert û merc çiqasî giran jî bin bi berxwedanê mirov dikare rûmeta mirovahiyê biparêze û dijmin têk bibin.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî zilmê hovîtiyê îşkence û ketinê sekneke esîl e’

Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin divê ji her alî ve bê fêhmkirin û pejirandin. Ev çalakî mînakeke mezin a fedakarî, lehengî û wêrekiyê ye. Li dijî zilmê, hovîtiyê, îşkence û ketinê, sekneke esîl e. Xwedîderketina li jiyanê û nirxên mirovahiyê ye. Baweriya mezin a li têkoşînê, li doza azadiyê ya gelê Kurd e. Di heman demê de dilsoziya bi Rêbertî, partî û hevrêyan re ye. Di berxwedêrên 14’ê tîrmehê de bawerî û dilsoziya bi doza azadî û serxwebûnê ya Kurdistanê û xeta têkoşînê ya PKK’ê li pêş e. Ji ber vê yekê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî giran de ev doz parastin û li ser bingeh xeta berxwedanê ya PKK’ê têkoşiyan. Lewma yên ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê dan destpêkirin, rastiya 14’ê Tîrmehê afirandin ew nirxên ji van taybetmendiyên kesayetiyên dîrokî ne. Ji ber vê yekê ji bo em karibin 14’ê Tîrmehê ji her alî ve fêhm bikin divê em berxwedêrên 14’ê Tîrmehê baş nas bikin, fêhm bikin. Ev yek gelekî girîng e û divê bi hemû detayên xwe li ser bisekinin û fêhm bikin. Ez ê hewl bidim li ser bandora Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya wê demê li ser derve, bi giranî jî li ser partiyê, kadro û milîtanan rawestim.

‘Armanca darbeya 12’ê îlonê tepisandina Tevgera Azadiyê û civakê bû’

Ji bo mirov karibe Berxwedana 14’ê tîrmehê û bandora wê fêhm bike, beriya her tiştî divê bi şert û mercên wê demê yên Berxwedana 14’ê Tîrmehê zanibin, fêhm bikin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyeke ku li dijî rejîma cûnta ya faşîst a 12’ê Îlonê hate kirin. Rejîma cûnta faşîst a 12’ê Îlonê jî bi armanca qirkirina kurdan pêk hat. Têkoşîna rizgariya neteweyî, sosyalîzma çînî û gelên bindest a ku li cihanê bilind bû, di destpêka salên 1970’î de bandor li Tirkiye û Kurdistanê jî kir, bi taybetî hestên şoreşgerî da ciwanan. Dewleta tirk ji ber ku nekarî bi destê rêxistinên faşîst ên paramîlîter pêşî li vê mezinbûna şoreşgerî bigire, bi piştgiriya NATO’yê di 12’ê Îlona 1980’î de darbeya leşkerî kir. Bi rejîma cûnta ya faşîst re ku di encama darbeya leşkerî de ava bû, xwest ku li Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîst bitepisîne, li Kuridstanê jî pêşî li wê yekê bigire ku têkoşîna rizgariyê û hişmendiya neteweyî li nava girseyan belav nebe û kurdan qir bike. Lewma armanca esasî ya rejîma leşkerî ya 12’ê Îlonê tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû ku hîn nû destpê kiribû û qirkirina kurdan bû. Piştî ku darbe pêk hat û rejîma cûnta hate avakirin, ji bo bicihanîna vê armancê gav hatin avêtin. Li ser vê bingehê li Tirkiye û Kurdistanê tevgera tepisandinê û eciqandinê hate destpêkirin. Hewl da ku tevgerên şoreşger bieciqîne, bi pêlên mezin ên tundiyê xwest ku civakê li gorî xwe bixe nava sîstemekê. Ji xwe sedema bikaranîna rêbaza darbeya leşkerî jî ew bû ku pêleke tundiyê ya giran belav bike, girseyan bitepisîne û teslîm werbigire.

Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re gelek şoreşger dîl hatin girtin. Şert û merc gelekî giran bûn ku tevgerên şoreşger li welêt bimînin û xwe biparêzin. Lewma gelek tevger neçar man berê xwe bidin derveyî welat. Rejîma cûnta ya faşîst ji bo otorîte û helwesta xwe nîşan bide bi dehan şoreşger bi darve kir. Îşkence li girtiyan hate kirin, li gel îşkenceyê xwestin ku poşmaniyê û îtirafkariyê ferz bikin. Îşkence li zindanan kirin sîstemek, gelek girtî bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Li cihê ku berxwedan nehate kirin poşmanî û îtirafkarî pêk hat û vê yekê bandoreke neyînî hem li girtiyan hem jî li civakê kir. Li ser civakê jî zexteke giran hate kirin û bi rengekî şênber bi rêbazên tundiyê xwestin girseyan bitepisînin. Komkujî û îşkenceya li girtîgehan, ferzkirina poşmanî û îtirafkariyê, neçarhiştina tevgerên şoreşger ji bo çûyîna derveyî welat û zexta giran a li ser gel, polîtîkayên tepisandinê kir ku di nava civakê de bêhêvîtî rû bide. Ji xwe bi rejîma cûnta ya faşîst a 12’ê Îlonê re hate xwestin ku şoreşger bêne tepisandin, civak bê tepisandin û teslîm wergirtin.

‘Rejîma 12’ê Îlonê piştgirî didan çûyîna Ewropayê’

Bi darbeyê re şert û merc giran bûn ku bi rêbaza berê li welêt bimînin û têkoşînê bimeşînin. Ji ber ku zexteke mezin li civakê dihate kirin, qadên bicihbûnê û têkilî kifş bûbûn, gelek welatparêz, sempatîzan û kadro dîl hatibûn girtin. Êdî derfet nemabû ku mîna berê li nava civakê bimînin û xwe biparêzin, metirsiya tasfiyeyê zêde bû. Ji xwe gelek tevgerên ku nekarîn tedbîrê werbigirin an jî dereng man, tasfiye bûn. Vê rewşê çûyîna derveyî welat ferz dikir. Bi vî rengî şoreşgerên ku dijmin nekarî wan dîl bigire biryar dan ku berê xwe bidin derveyî welat. Çûyîna derveyî welat bi vî rengî destpê kir. Bêguman her kes bi heman fikrî û armancî neçûn derveyî welat. Gelek kes û rêxistin ji ber ku şert û mercên têkoşînê nemabû li derveyî welat man û ji bilî karên çapemeniyê berê xwe dabûn derveyî welat. Bi vî rengî tasfiyebûn qebûl dikirin. Yên xwedî vî fikrî bûn berê xwe dan Ewropayê, li wir man û jiyaneke penaberiyê dewam kirin.

Bêguman Ewropa dihate wateya destberdana ji têkoşînê, tevlîbûna li nava lêgerîna jiyana şexsî, pejirandina jiyana modernîteya kapîtalîst û îdeolojiya wê lîberalîzm. Ji ber ku Ewropa navenda sîstema modernîteya kapîtalîst bû. Li Ewropayê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya sed û pêncî salî, nirxên civakî yên hatin afirandin bi îdeolojiya lîberalîzmê hatibû têkbirin. Kesên çûn vê derê nekarîn xwe ji vê yekê rizgar bikin. Ji xwe pêşengên mayî yên tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê bi giranî çûn Ewropayê, ketin nava rewşeke bi vî rengî û ji ber vê yekê têkoşîna li Tirkiyeyê jî lawaz bû. Xisara ku ji ber vê yekê rû da hîn jî dewam dike. Li aliyê din Ewropayê jî bi zanebûn deriyê xwe li şoreşgeran vekir. Bi pêşkeşkirina hin derfetên madî kir ku berê xwe bidin wê derê. Qada Ewropayê di bin kontrola sîstemê de bû. Li wê derê ne têkoşîn, lê belê modernîteya kapîtalîst jiyan diafirand. Ji ber vê yekê rejîma 12’ê Îlonê çûyîna Ewropayê ji bo xwe weke metirsî nedidît. Berovajî, ji ber ku dihate wateya qutbûna ji welêt û destberdana ji têkoşînê, dixwest ku biçin Ewropayê.

Rêber Apo çûyîna derveyî welat bi temamî weke amadekariya ji bo vegera li welêt nirxand’

Rêber Apo jî ji bo tevgerê ji tasfiyebûnê biparêze, çûyîna derveyî welat rast dît. Lê belê Rêber Apo ji bo çûyîna derveyî welat qada Ewropayê hilnebijart. Rêber Apo çûyîna derveyî welat weke amadekarî û tedbîrê dinirxand. Şoreşgerên ku neketin destê dijmin kişand derveyî welat, li vê derê wê perwerdeya profesyonel bidîta, bibûna xwedî tecrûbeyên îdeolojîk û leşkerî, vegeriyan welêt û bi rêbaz û taktîkeke nû têkoşîn bimeşanda. Fikir bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê PKK’ê qada Rojhilata Navîn tercîh kir.

Wê demê qada Rojhilata Navîn weke qada têkoşîn û şoreşê dihate dîtin. Qada tevgerên Fîlîstînê ji bo yên dixwestin têbikoşin navendeke balkêş bû. Di heman demê de hin derfet dihatin afirandin. Bêguman ne mîna li Ewropayê derfetên madî û jiyana şexsî nebû. Ji bo bicihbûn, perwerdeya îdeolojîk û leşkerî derfet diafirand. Rêber Apo çûyîna derveyî welat bi temamî weke amadekariya ji bo vegera li welêt nirxand, lewma qada Rojhilata Navîn weke qada bicihbûnê hilbijart. Çûyîna Ewropayê weke metirsî dît, li hemberî vê yekê têkoşîneke xurt meşand. Hem ji bo nehêle ku tevger hem jî tevgerên din ên şoreşger gavên şaş biavêje, kete nava têkoşîneke bi vî rengî. Lewma derfetên kêm ên tevgerê pêşkeşî tevgerên din ên şoreşger kir û kir ku her kes berê xwe bide têkoşînê.

‘Pêşdîtana Rêber Apo baweriyeke mezin a têkoşînê afirand’

Ya rast hîn darbeya 12’ê Îlonê pêk nehatibû Rêber Apo çû derveyî welat û plan kir ku kadroyan li pey hev bikişîne. Ji ber ku Rêber Apo darbeya 12’ê Îlonê texmîn kiribû. Ev pêşdîtina xwe bi tevgerên din re jî parve kir û diyar kir ku divê tedbîr bêne wergirtin. Ji xwe piraniya kadroyên PKK’ê yên dîl hatin girtin jî hîn beriya pêkhatina darbeyê hatibûn girtin. Yanî darbe hîn bi rengekî fermî destpê nekiribû li Kurdistanê girtinê destpê kiribû. Bi darbeyê re li derve kî hebû li wan digeriyan, ji bilî yên derketin derveyî welat hema bibêje her kes hatin girtin. Ne tenê kadro, bi sedan sempatîzan, alîgir û welatparêz jî xistin zindanê.

Rêber Apo texmîn kir ku pêvajoyeke bi vî rengî wê pêk were, lewma çû derveyî welat û hewl da ku ji bo tevgerê derfetên bicihbûnê, perwerdeya îdeolojîk û leşkerî biafirîne. Tê zanîn ku Rêber Apo bi derfet û têkiliyên gelekî kêm ev kar kir. Rêber Apo pişta xwe nesipart têkilî û derfetên amade, lê belê ji xwe re derfet û têkilî afirand û ev kar kir. Ji ber ku tu têkilî û derfetên me yên amade tune bû. Dema ku darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk hat, tevgerê bi saya pêşdîtin û karên Rêber Apo bi hêzeke kêm jî be derbasî Rojhilata Navîn bû û bi cih bû. Bêguman ji ber ku Rêber Apo li derve bû û şertên bicihbûnê afirand, ji bo pêşketina têkoşînê baweriyeke mezin diafirand. Çi girtî çi jî negirtî hevalan hemûyan bawer dikirin ku Rêber Apo wê têkoşînê bi pêş ve bibe.

‘Îşkenceya li PKK’iyan pêwendiya xwe bi karakterê dewleta tirk a dijminatiya li kurdan heye’

Darbeya leşkerî ya faşîst di 12’ê Îlona 1980’î de ji bo sîstema mêtingeriyê ya qirker ji nû ve ava bike û serweriya dewletê ya li ser civakê pêk bîne, hate kirin. Darbeya leşkerî ya faşîst ji xwe re kir armanca herî bingehîn ku serî li civakê bide tewandin û civakê bitepisîne. Ji ber vê yekê pêleke giran a zext û tundiyê li ser civakê hate meşandin. Bi vî rengî wê bikira ku civak careke din meyla xwe nede ser fikrê azadiyê, zemînê têkoşînê nehêle û van hestan bi temamî ji mejî derxîne. Bêguman hedefa esasî ya darbeya leşkerî ya faşîst, şoreşger bûn. Ji ber ku yên fikra azadiyê dida civakê, civak ber bi têkoşînê ve dikişand şoreşger bûn. Ji bo hesta têkoşîn û azadiyê ya li nava civakê ji holê bê rakirin, diviyabû destpêkê şoreşger û tevgerên şoreşger ji holê bihatina rakirin. Ji ber vê yekê jî rejîma cûnta ya faşîst a 12’ê Îlonê bi tundî bi ser şoreşgeran ve çû. Gelek şoreşger hatin girtin û îşkence li wan hate kirin. Zindan kirin navendên îşkenceyê. Rejîma cûnta ya faşîst a 12’ê Îlonê bi van kiryaran poşmanî û îtirafkarî ferz kir û xwest çavkaniya bawerî û hêviyê ya civakê tune bike, bi vî rengî bike ku serî li ber sîstema mêtinger qirker bitewîne, qebûl bike. Girtîgeha leşkerî ya Amedê ji van navendan a herî sereke bû ku kadro û sempatîzanên PKK’ê lê dihatin girtin. Îşkenceya ku li girtîgeha leşkerî ya Amedê li kadro, sempatîzan û welatparêzên kurd hate kirin tenê bi karakterê dewleta tirk a mêtinger qirker a dijminê kurdan dikare bê vegotin an jî kirayreke vê karakterê ye. Hovîtî û îşkenceya giran a li girtîgeha leşkerî ya Amedê ku di dîrokê de nehatiye dîtin, bû mijar ji gelek stran, roman, nivîs û fîlman re, li hişê gelê Kurdistanê hate neqişandin.

‘Rêber Apo barê hemû têkoşînê hilgirt’

Dema zext, îşkence û komkujî li ser girtiyan û gel dihat kirin, li dijî derdorên şoreşger jî êrîşeke mezin a îdeolojîk hate kirin. Bi afirandina bêhêvîtiyê di hawîrdora şoreşgerî de armanca wan ew bû ku şoreşgeran ji têkoşînê dûr bixin. Rêber Apo wekî derveyî welat qada Rojhilata Navîn hilbijart, pêşiya rewşeke wisa girt û dixwest Rojhilata Navîn bike cihê amadekirina ji bo vegera li welat. Bi vê fikrê çûbû Rojhilata Navîn, neketibû destê dijmin û beşeke kadroyan jî kişandibû ba xwe.

Lê dema çû qada Rojhilata Navîn jî her tişt çareser nebûbû. Li her derê li dijî şoreşgeran êrîşeke îdeolojîk hebû. Di hawîrdora şoreşgerî de dihat xwestin ku bêbawerî, bêhêvîbûn û têgihiştina rastgiriyê pêş bikeve. Ev tişt li qada Rojhilata Navîn hebû. Ya rastî ev tişt bi piranî li Rojhilata Navîn dihatin kirin. Ji ber ku yên çûne Rojhilata Navîn plansaziya vegera welat û geşkirina têkoşînê dikirin. Bi taybetî jî hin beşên çep ên Tirkiyeyê ku hatin Rojhilata Navîn, hewl didan tevgerên şoreşgerî ji vir derxînin Ewropayê û dixwest berê hemû kesan bide lêgerîneke wisa. Di rastiyê de gelek tevgerên ku ji PKK’ê zêdetir xwedî hêz û derfetan bûn, berê xwe dan Ewropayê û bûn sedem ku di nav derdorên şoreşgerî de ev feraset belav bibe.

Li aliyê din ev ne tenê feraseteke wisa bû ku li derveyî me pêş ketibû. Ev feraset di derdora me de jî dihat pêşxistin. Yê ku ev feraset di nav me de pêşxist Çetîn Gungor (Semir) bû. Dema ku Rêber Apo hewl dida kadroyên ku ji ji welat hatibû kişandin wan ji bo şandina welat di warê îdeolojîk û leşkerî de amade bike, Semir û kesên bi wî re, berevajî Rêber Apo, di nav partiyê de jî hewl dida çûna Ewropayê û penaberiyê zêdetir bike. Vê ferasetê bandoreke neyînî li ser derdorê dikir û lêkûrbûna kadroyan belav dikir. Feraseta rastgir xwe dispart zext û îşkenceya rejîma cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê li derve û hundir li ser gel û girtiyan dihate kirin, dixwest di nav derdora şoreşgerî de jî xwe bi rêxistin bike û bandora xwe zêdetir bike. Ji ber vê yekê xeteriyeke cidî ya feraseta rastgir û provokasyonê hebû. Rêber Apo li hemberî vê ferasetê têkoşîneke îdeolojîk a giran da meşandin. Bê guman, ne hêsan bû ku meriv karibe vî tiştî bike û ferasera rastgir qels bike. Di wan şertan de, pêkanîna vî tiştî gelekî zehmet bû. Ji ber ku ji aliyekî ve êrîşeke îdeolojîk a hundirîn hebû. Feraseta rastgiriya ku Semîr pêşxist, atmosfera partiyê jehrî dikir. Li aliyê din tedbîr û rêgezên şoreşgerî yên weke îro ne diyar bûn. Lê belê bi têkoşîneke îdeolojîk û rêxistinî ya domdar û dijwar dikaribû bihata bidestxistin û pêşketin jî dikaribû pêk bihata. Ji ber vê yekê hemû geşedan bi têkoşîn û hewldaneke tund a îdeolojîk çêdibûn. Ji aliyê din ve jî li hemberî provokasyona Semir Navenda Partiyê nedikarî tiştekî bike û vî tiştî barê Rêber Apo girantir dikir. Rêber Apo barê hemû têkoşînê hilgirtibû. Piştgiriya Navenda Partiyê gelekî bi sînor bû.

Zindana Amedê veguherîbû navenda îşkenceyê’

Kadroyên ku hatin Rojhilata Navîn dirust, fedakar, berpirsyar bûn û dixwestin pêşengiya têkoşînê bikin. Hestên hemû hevalan wisa bûn. Di rastiyê de ji bilî tevgera me, tevgerên din ên şoreşger jî xwedî hestên wisa bûn û dixwestin têkoşînê geş bikin. Lê belê feraseta rastgirt dijwariyên ji ber şertan bi kar dianî, dixwest hişê mirovan tevlihev bike, hesta têkoşînê qels bike û dixwest berê şoreşgeran bide lêgerînên jiyana şexsî.

Bêguman şert û merc dijwar bûn. Darbeya 12’ê Îlonê weke gundorekî ji ser civakê derbas bûbû. Ji her kesî dihat xwestin ku stûyê xwe xwar bike, teslîm bibe. Mafên demokratîk ên hindik jî hatibûn rawestandin, li gorî tu qanûnê tevnedigeriyan. Kesên ku îtîrazeke herî biçûk jî dikirin, li nîvê kuçeyê rastî îşkenceyê dihatin yan jî bi guleyan dihatin qetilkirin. Piraniya şoreşgeran di destê dijmin de dîl hatibûn girtin. Li ser şoreşgerên di girtîgehê de jî îşkenceyên giran dihatin kirin. Zindan kiribûn navendên îşkenceyê. Li dijî derbeyê ji derve tu îtîraz û helwest jî tunebû. Berevajî vê, hêzên serdest alîgirên derbekaran bûn. Jixwe derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bi piştgiriya DYA û NATO’yê pêk hatibû. Cihê ku herî zêde zilm û îşkence lê dihat kirin Kurdistan bû. Îşkenceya herî giran li girtîgeha leşkerî ya Amedê dihate kirin. Di şert û mercên wiha de ne hêsan bû ku mirov wan bikişîne derve, hesta têkoşînê tûj bike û wan teşwîq bike. Ji ber ku şert û merc dijwar bûn û derfet jî pir kêm bûn. Di qada Rojhilata Navîn de tekane derfeta me ew bû ku em li kampên hin rêxistinên dost ên Filistînê diman û me xwe di warê bîrdozî û leşkerî de perwerde dikir. Derfeteke din tunebû. Ji ber vê yekê di van şert û mercan de bi fedakariya kûr a gel, hevrêtî, rizgarî û azadiya Kurdistanê mirov dikaribû têbikoşiya. Rêber Apo ev hest bi xurtî jiya û ji bo ku di derdora me de pêş bikeve di warê bîrdozî û rêxistinî de têdikoşiya. Li aliyekê bi xurtkirina îradeyê hewl dida ku ji zehmetiyan derbikeve, li aliyê din jî bi kûrkirina welatparêzî, hest û ramana şoreşgerî hewl dida feraseta rastgiriyê bêbandor bike.

Dema em li derve bûn, em ji bo vegerê û pêşxistina têkoşînê dixebitîn ji welat agahiyên ne xweş dihatin. Nûçeyên ji zindana Amedê dihatin, dilê mirov dişewitandin. Zindana Amedê veguherîbû navenda îşkenceyê. Îşkenceyên giran dihatin kirin, bi rûmeta mirovan dihat lîstin, hewl didan mirovan bixînin  û li ser wan poşmanî û îtîrafkarî dihat ferzkirin. Girtiyan li dijî zext û îşkenceyê serî li gelek rêbazên berxwedanê dan û dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê belê ev îşkence nehat rawestandin. Di van îşkenceyan de gelek kadro, sempatîzan û welatparêz hatin qetilkirin. Çalakiya Mazlûm Dogan a li dijî teslîmiyetê ya di 21’ê Adara 1982’an de û nûçeya şehadeta wî bû sedem ku di her kesî de hesteke kûr derkeve holê. Piştre nûçeya çalakiya ku ji aliyê Çar Şoreşgeran ve hate lidarxistin.  Hevrêyên me yên ku di destê dijmin de dîl bûn û ne xwediyê tu derfetî bûn, li hemberî teslîmiyetê li ber xwe didan, bi çalakiyên xwe şehîd dibûn. Vî tiştî di nav me de jî rê li ber lêpirsînan vedikir. Di heman demê hestên me yên kîn, hêrs û tolhildana li dijî dijmin jî zêde û kûr dibû. Di nav me de daxwazeke wisa çêdibû ku, roj berî rojekê em tiştekî bikin û em bibin bersiva qîrîna hevrêyên xwe yên di zindanê de. Rêber Apo ji ber van nûçeyên ji zindanan dihat, ji bo ku yekîneyên gerîla bigihîne welat û têkoşînê bide destpêkirin, xebatên xwe kûrtir kiribû.

‘Herî zêde zindanê piştgirî da hewldanên Rêber Apo’

Di dema ku Rêber Apo ji ber rewşa giran a li zindanê hewl dida ku di zûtirîn demê de têkoşînê bide destpêkirin, herî zêde zindanê piştgirî dida van hewldanên Rêber Apo. Ev yek ji mînakên herî baş a diyalektîka PKK’ê ye. Lêhûrbûna hevalan a li hundir û berxwedana ku pêşxistibûn û hewldanên Rêber Apo yên li derve hevdu temam dikirin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî bi vî rengî pêş ketibû û xebatên pêşxistina têkoşînê xurttir kir. Berxwedana hevalan a li zindanê ya ku di bin şert û mercên giran ên îşkenceyê de teslîm nebûn, konsepta tasfiyeyê ya ku rejîma 12’ê Îlonê dixwest pêş bixe têk bir û ev rejîma faşîst a leşkerî ya îşkencekar têk çû. Bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê re girtî li dora berxwedanê kom bûn, teslîmiyet, îtîrafkarî, poşmanî û her cure lewazî û bêbiryarî hate mehkûmkirin. Ev helwest û encamên wê bû sedem ku rejîma 12’ê Îlonê di hundir de têk biçe. Ji ber ku konsepta rejîma 12’ê Îlonê ya der barê zindanan de ew bû ku girtiyan bigire, hêviya civakê kêm bike, civak bi tevahî teslîmî rejîma faşîst bibe. Lê berxwedana hevalan a di zindanê de ev konsepta dijmin têk bir. Bi Berxwedana 14’ê Tîrmehê re qanûn û rêgezên rejîma 12’ê Îlonê hatin şikandin û ji nû ve hawirdora rêxistinbûyî ya berxwedanê hate afirandin, xeta berxwedanê serwer bû.

Bêguman Berxwedana 14’ê Tîrmehê hem li derve hem jî li hundir bandorek mezin ava kir. Beriya her tiştî hat nîşandan ku doza gel wê neyê terikandin û wê neyê terikandin. Vê yekê bandorek mezin li ser gel kir. Di nav gel de ev bawerî çêbû ku bi pêşengiya kadroyên PKK’ê wê têkoşîn geş bibe û bigihêje serkeftinê. Bi vî awayî plana rejîma 12’ê Îlonê ya ji bo bidawîkirina hêviya gelan û dagirkirina tevahiya civakê têk çû. Li aliyê din Berxwedana 14’ê Tîrmehê di nav civakê de bû sedema geşbûna hişmendî û biryardariya têkoşînê. Civakê dît ku di şert û mercên herî giran de jî kadroyên PKK’ê teslîm nebûn, li ber xwe dan û ji bo dozê canê xwe feda kirin, dest bi têkoşînê kirin û xwe ji têkoşînê berpirsyar dibînin. Bêguman di nav civaka kurdan de geşbûna van hestan pêşketineke gelek girîng e. Ev yek ji geşedanên herî girîng ên Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê bû.

‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin bandoreke kûr li hemû kadroyên partiyê kir’

Berxwedana 14’ê Tîrmehê hem li hundir hem jî li derve bandoreke erênî li hawirdora partiyê kir. Ev bû sedem ku li ser pêkhateya partiyê lêpirsîn û biryardariya di xeta têkoşînê de pêş bikeve. Helbet keda Rêber Apo herî zêde bandor kir. Qelsbûna zîhniyeta rastgir a ku dixwest di hawîrdora me de bêbiryarî, netêkoşîn û lêgerîna jiyana takekesî pêş bixe; Rêber Apo bi amadekirina kadroyan û şandina yekîneyên gerîla ji bo welat hişt ku hewldana destpêkirina têkoşînê hîn zêdetir xurt bike. Hewldana Semîr ew bû ku partiyê derbasî Ewropayê bike û pêşî li pêşketina têkoşîna gerîla bigire. Ev feraseteke rastgir a oportunîst bû û di esasê xwe de tê wateya teslîmbûna rejîma 12’ê Îlonê. Partî wê biçûya Ewropayê, biba penaber û dev ji têkoşînê berdaba. Helbet Semîr bi awayek vekirî vê yekê nedikir, bi dizî dikir û hewl dida derdor şêlo û provoke bike. Rêber Apo jî li dijî vê têgihiştinê têkoşîneke xurt a bîrdozî û rêxistinî dimeşand. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo bêbandorkirina vê ferasetê rolek girîng lîst. Piştî ku encamên Berxwedana 14’ê Tîrmehê zelal bû, Semîr nikarî xwe veşêre û bi awayekî eşkere li dijî partiyê sekinî û ji nava refên şoreşê veqetiya. Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser dorhêla partiyê encamên wisa zelal û pêşdebir derxist holê.

Li aliyê din, hevrê Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî yên di Berxwedana 14’ê Tîrmehê de gihîştin şehadetê, ji aliyê piraniya pêkhateyên partiyê ve gelekî baş dihatin naskirin û hezkirin û di pêşketin û rêxistinbûyîna Tevgerê û mezinkirina têkoşînê de kedeke mezin dan. Ji ber ku van hevrêyan di bin êşkenceyên giran de berxwedan pêş xistin û berxwedan heta dawiyê birin û gihiştin şehadetê, bandor li hemû kadroyên partiyê kir. Gotinên M. Xeyrî Durmuş ên li dadgehê dema dest bi çalakiyê kir, hişt ku her kes bikeve nava lêpirsînek kûr. Ev gotin weke gotinên kurteya çalakiya 14’ê Tîrmehê û xeta berxwedanê ya PKK’ê ketin dîrokê.

‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha Şoreşa Berxwedanê’

Rêber Apo pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin û xeta 14’ê Tîrmehê derbasî nuqteyeke bilindtir kir. Şoreşa Kurdistanê li ser vê xetê pêş ket, şoreşa vejînê pêk hat û bû bingeh û afirînerê hemû nirxên ku îro hatine afirandin. Şoreşa Kurdistanê bi giranî li ser esasê berxwedanê pêş ket. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha pêkhatina vê xetê. Di vî warî de fêmkirin û kûrkirina xet û ruhê 14’ê Tîrmehê pir girîng e.

Berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê xet û şêwazek e. Di bingeha vê xetê de berxwedan û bi berxwedanê serkeftin heye. Çalakiya 14’ê Tîrmehê îspat kir ku di şert û mercên herî dijwar de jî bi berxwedanê dikare dijmin têk bibe. Ev cewher û şêwaza PKK’ê û şoreşa Kurdistanê îfade dike. Ger li Kurdistanê pêşketin çêbibin, nasnameya PKK’ê esas bê girtin, bê şik ev yek tenê bi kûrbûn, bicewherîkirin û esasgirtina vê xetê pêkan e.

Ji bo pêşxistina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û têkbirina faşîzma îro, fêhmkirin û esasgirtina xeta 14’ê Tîrmehê gelekî girîng e. Faşîzma AKP-MHP’ê di esasê xwe de berdewamiya rejîma faşîst a dagirker a 12’ê Îlonê ye. Weke rejîma faşîst a 12’ê Îlonê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî pêkanîna qirkirina Kurdan weke armanca xwe ya sereke diyar kiriye. Li ser vê bingehê polîtîkayên xwe yên qirkirinê kûrtir dike û êrîşên xwe zêde dike. Tecrîda li ser Rêber Apo kûr dike, hewl dide bi tasfiyekirina Tevgera me re hemû pêşketinên ku me afirandiye ji holê rabike û qirkirina kurdan temam bike. Ji bo ku em weke Kurd vê rejîma faşîst û dijminê mirovahiyê têk bibin, divê em weke Tevger û gel têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hîn mezintir û geş bikin. Bêguman em dikarin vê yekê bi kûrkirina xeta 14’ê Tîrmehê pêk bînin û ser bixin. Lewma ji her demê bêhtir divê em xeta 14’ê Tîrmehê fêm bikin, bi cewherî bikin û esas bigirin. Li ser vê bingehê hemû hevrê pêwîste xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê kûrtir bikin û li ser xeta 14’ê Tîrmehê têkoşînê berfireh bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar