Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rastiya Beşîkçî û feraseta wî

Beriya çend rojan birêz Îsmaîl Beşîkçî di malperekê de li ser Tevgera Azadiyê nivîsek nisîvandibû. Di nivîsa xwe behsa têkiliya Tevgera Azadiyê û Heşdî Şabî kiribû. Di nivîsê de piştî rêzkirina gelek nûçeyan dibêje ku Tevgera Azadiyê bi Heşdî Şabî re ji bo Şengalê li hev kirine. Û di nivîsa xwe tîne ziman ku tu ferqa Heşdî Şabî ji DAIŞ’ê tune. Her wiha bêyî ku rastî tune bin jî, çavkaniyên nêzî PKD û YNK’ê wekî rastî digire dest û dibêje ku Tevgera Azadiyê erîş dibe ser pêşmergeyan û dixwaze statuya başûrê Kurdistanê xera bike. Wekî din her wiha gelek tişt anîne ziman… Pêwîst e ji bo demên pêş mirov nivîsa wî kitekit bixwîne.

Gelo birêz Beşîkçî çi qasê di ferqa rewşê de ye nizanim, lê bi vê nivîsê hem dilê bi milyonan mirov şikand û hem jî êrîşên li ser Tevgera Azadiyê û bi milyonan mirovan rewa kir. Dewleta tirk jî dibêje ku sedema êrîşên li başûrê Kurdistanê Tevgera Azadiyê ye. Beşîkçî jî dibêje divê Tevgera Azadiyê ji Başûr derkeve heke dernekeve divê li serê zext û zor were kirin. Niha mirov vê nirxandinê çawa bigire dest nizane. Heke ev gotin ji devê yekî AKP’ê derketibûya mirov dikaribû wate bide. Lê ev gotin ji devê kesekî bi salan e wekî dostê gelê kurd tê nirxandin têne kirin. Di demeke ku faşîzm wekî heyulayekî li ser gelê kurd digere de ev nirxandin wekî xencerekê li kezeba kurdan hate xistin. Gelo kî mafekî wisa dike ku nirxandinek bi vî rengî were kirin. Ji bo nirxandineke wiha pêwîst e dilê mirov cemed girti be. Hişê mirov kor bûbe. Heke ne wisa be ev dijminatiyeke pir mezin e. Sekna desthilatdar a li hemberî gelê kurd e.  Biçûk dîtina gelê kurd e.

Vê nivîsê carek din têkiliya gelê kurd û entellektuelên biyanî raxist ber çavan. Bi taybet jî nêzîkatiya entelektuelên tirk. Carek din em dibînin ku di cihê ku rêz ji têkoşîna gelê kurd a li hemberî zilmê were nîşandan de aqildayîn û biçûkdîtin derdikeve holê.  Nexweşiya serdestan e ku aqil bidin gelên bindest. Dewletên ku polîtîkaya mêtingeriyê dimeşand tu carî negotine em mêtînger an jî dagirker in. Li ser navê ku ew medeniyetê ango zanînê dibin welatên din ev polîtîka dimeşandin. Li gorî wan ew welatên din nezan bûn, peywira wan jî ew bû ku pêşengiyê ji van welatan re bikin da ku dikaribin xwe bi rê ve bibin û hînî xwendin û nivîsandinê bibin.  Bi salan e nêzîkatiya entellektuelên serdestan li gelê kurd û têkoşîna gelê kurd wisa ye. Dibêjin çima kurd wiha nakin, an jî çima wisa dikin. Xwe aciz dikin. Li gorî wan gelê kurd nizane têkoşîna rast bimeşîne. Niha her roj di qenalên televîzyone de li ser HDP nîqaş têne kirin. Lê tu kes nabêje gelo ka çima em ji HDP’ê rewşê napirsin. Bes aqil didin, hişyarî dikin, bertek nîşan didin, heqaret dikin… Îradeya gelê kurd nas nakin. Ev psîkolojiya serdestbûnê ye. Ez vekirî bêjim pêdiviya gelê kurd bi yek gotinê wan kesan tune ye. Birêz Beşîkçî jî heke dixwaze ji kurdan re alîkariyê bike divê asta ku gelê kurd hatiye di serî de qebûl bike.

Bêguman kesên din ên ku wekî Beşîkçî difikirin jî hene. Di serî de divê mirov sekna xwe ya rêgezî zelal bike. Kesek wekî entellektuel were nasîn nikare hinceta zanîn-nezanîna di derbarê mijaran de bîne ziman. Gotina wî/wê rasterast sekna wan diyar dike. Zanebûn bar dixe ser milan. Heke tu tiştek zanibî di heman demê de li hemberî wî tiştî berpirsiyariya te heye. Niha ji her aliyî ve li hemberî Tevgera Azadiyê êrîş hene. Helwesta exlaqî û wijdanî ew e ku li hemberî van êrîşan bertek were nîşandan. Lê mixanin helwest li hemberî vê rewşê tê nîşandan. Wê demê divê mirov pirs bike. Ewqas qedirdayîn ji bo çi ye? Bersiva qedirdayîn û rêzgirtina gelê kurd ev e? Li aliyekî rêberekî ku milyonan ew wekî îradeya xwe nas kiriye heye, li aliyê din jî kesekî ku nikare firinek nan birêve bibe heye. Li aliyekî li hemberî zilmê têkoşîneke mezin heye, li aliyê din jî hevkariya bi vê zilmê re heye. Bes sekna Beşîkçî ne li aliyê yekemîn li aliyê duyemîn e.

Berpirsiyariya zanist lêkolîna heqîqetê ye. Heqîqet jî ji aliyê dijber nayê pirsîn. Kî têkildarî mijarê be, kî muxatab be heqîqet jî ji wir tê pirsîn. Heqîqet li wir tê zelalkirin. Behlûl mifteya xwe li malê winda kiribê lê diçû li ber lembeya sikakê li mifteya xwe digerî. Dema jê dipirsin ‘Behlûl mifteya te li malê winda bûye lê çima li vir lêdigerî?’ Dibêje ‘ev der ronî ye lewma.’ Behlûl rêya hêsan hildibijêre lê ew çiqasî jî li wir bigere nikara mifta xwe bibîne. Niha Beşîkçî û kesên wekî wî tevdigerin di cihê ku herin heqîqetê li cihê cih bigerin diçin li bin lembeyê digerin. Ewqas ji xwe razîn e ku ji wan pê ve tu kes rastiyê nizane. Jixwerazîbûn jî tiştek wisa ye ku nikarî şaşiyê  pê bidî qebûlkirin.

Beşîkçî bi salan e wekî mirovekî civaknas tê naskirin. Nasnameya wî ya civaknasê ku li ser kurdan lêkolînê dike heye. Hemû xebatên wî li ser rewş û rastiya kurdan e. Lewma jî gotinên wî di heman demê de nîşaneya feraseta wî ye. Gotinên wî yên dawî jî aşkerakirina feraseta wî ye. Beşîkçî û yên wekî wî difikirin tu carî bîrdoziya netewa demokratîk qebûl nekirin. Tu carî bi dewletên dagirker re neketin nav nakokiya bîrdozî. Îro PDK Tevgera Azadiyê ji netew-dewletên dagirker taluketir dibîne. Dibêje “feraseta me yek e, dawiya dawî em ê li hev bikin lê Tevgera Azadiyê nahêle hesabên me li rê herin”. Bîrdoziya netew-dewletê wan dike şirîkê hev. Li hemberî wê bîrdoziya netewa demokratîk van qirêjiya wan radixe ber çavan û nahêle ku nirxên netewî wekî amureke aborî ji bo berjewendiyên partiyekê, eşîrekê yan jî malbatekê werin bikaranîn. Dema wisa dibe ev derdor ji bilî ku erîşî dewletên serdest bikin erîş dibin ser Tevgera Azadiyê û dixwazin ji holê rakin. Difikirin ku dema Tevgera Azadiyê tune be bi hêsanî dikarin bi dewletên din re hemû bazaran bikin. Lê dikin nakin nikarin bi ser bikevin. Nikarin pêşiya heqîqetê bigrin. Vê carê jî çi dikin serî li lîstik, dekûdolap û derewan didin. Nivîsa Beşîkçî jî ji bo xizmeta vê polîtîkayê hatiye amadekirin. Dibe ki hinek bêjin ev nivîs ji ber agahdariyeke şaş hatiye nivîsandin. Nexêr, ev nivîs vereşandina bîrdoziya serdest a netew dewletê ye. Vereşandina bîrdoziya li hemberî sekna serkeftî ya netewa demokratîk e. Sereftinên netewa demokratîk hezim nakin. Dibêjin lazim e têk biçe. Dema hesabên wan nagirin wisa serî li rêyên qirêj didin.

Bi sedan nivîsên wekî nivisa Beşîkçî têne nivîsandin. Lê ya ku vê nivîsê cudatir dike nasnameya Beşîkçî ye. Bi vê nivîsê rastî tê berovajîkirin û derew tê rêxistinkirin. Ev agahiyên tên dayîn bi awayekî sîstematîk afirandina derewan e. Ji aliyekî ve rêvebirên dewletên dagirker heman tiştî tînin ziman. Piştre partî û dezgehên ku têkiliyên wan bi van dewletan re hene heman tiştî li ser navê ‘kurdîtiyê’ tînin ziman. Çapemenî jî van gotinan her roj dubare dike. Herî dawî kesên wekî Beşîkçî ku qaşo serbixwe û civaknas in van tiştan bilêv dikin. Bi vî awayî dixwazin ji hemû derdoran re bêjin ku Tevgera Azadiyê neheq e û Tevgera Azadiyê û gel bînin hemberî hev. Lê mixabin ev lîstok berê jî hatin lîstin. Ne gengaz e ku bi ser bikevin. Hem Tevgera Azadiyê û hem jî gelê kurd van derdoran baş nas dikin. Tenê ji bo Beşîkçî hinek xemgîn dibin. Heta niha her çiqasî tev li fikrê wî nedibûn jî jê re rêz digirtin. Lê wî bi destê xwe ev rêz û hurmet xera kir. Li gorî xwe dibe ku berî koça dawî dilê xwe rihet kiribe. Lê mixabin bi vê rewşê zirara mezin da xwe. Tevgera Azadiyê dikare xwe li hemberî listokên wiha biparêze. Gelek ceribandin çêbûn lê her tim vala derketin.  Cihê Beşîkçî diviyabû ne ligel hêzên dagirker li cem gelê kurd bûya. Diviyabû dema xwestin Şingalê bêparastin bihêlin ew li hember derketibûna. Dema nerazîbûn di navbera Tevgera Azadî û PDK’ê de çêbûn wekî dostekî kurd gotibûna: “Werin cem hev û pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Firsendê nedin dagirkeran.” Lê ew, bangawaziya şerê hemberî Tevgera Azadiyê dike. Bangawaziya şerê navxweyî dike. Tiştek nabe. Gelê kurd û Tevgera Azadiyê rastiya kesayeteke din raxist ber çavan. Her bijî ji wan re…

Nûçeyên Têkildar