Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rastiya ‘Pêşmergeyên Roj’

Kesên ji ‘Pêşmergeyên Roj’ veqetîne, rastiya avakirina Pêşmergeyên Roj kirin. Kesên veqetiyane destnîşan kirin ku dema ew tev li wê komê bûne, hatinê xapandin û gotin ku ew ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk ve hatine perwerdekirin ku wan ferman didan û efserên PDK’ê pêk dianîn

Navenda Nûçeyan

‘Pêşmergeyên Roj’ kî ne û çawa propagandaya wê di nava ciwanên Rojava de tê kirin?

Piştî ku bi dehan endamên ‘Pêşmergeyên Roj’ rastiya vê koma çekdar û sedema avakirina wê nas kirin û piştrastkirin ku dewleta tirk a dagirker bi rêya PDK û ENKS’ê wan bi rê ve dibe, dev ji wê komê berdan û vegeriyan Rojava û tev li refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûn.

Di rêzehevpeyvînên ku Ajansa ANHA’yê li gel kesên ji Pêşmergeyên Roj veqetiyene çêkirine,  behsa rastiya avakirina vê koma çekdar, girêdana wê bi MÎT’a tirk re, aliyên ku wê bi rê ve dibin û helwesta wê li hemberî bûyerên li rojavayê Kurdistanê û bi giştî Kurdistanê diqewimin, kirin.

Avabûna komê

Pêşmergeyên Roj di sala 2012’yan de bi perspektîfên dewleta tirk ji aliyê PDK’ê ve li başûrê Kurdistanê hate avakirin. Ev yek piştî teşwîqkirina koçberiya ji Rojava ya bi rêya partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ku dawiya 2011’an hatibû avakirin, pêk hat.

Ew kom ji ciwanên Rojava ku bi siyaseta teşwîqkirina koçberiyê bandorbûne û berê xwe dane başûrê Kurdistanê pêk tê. PDK’ê ew ciwanan di kampên wekî Kampa Domîz de bi cih kirin da ku planên xwe li ser wan pêk bîne.

Ji ber ku nehiştin ciwan ji kampê derkevin û derfetên kar ji wan re peyda nekirin, her wiha pêwîstiya ciwanan bi pereyan hebû, şerê taybet ê ji aliyê PDK’ê ve dest pê kir û di hundirê kampan de paropagandeya qaşo avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina Rojava kirin. Bi vê yekê ciwan teşwîqî ku tev li vê komê çekdar bibin, kirin.

Li ser vê yekê, ciwanên xizan tev li koma navborî bûn û di akademiyên taybet ên li herêmên serweriya PDK’ê li başûrê Kurdistanê de, ji aliyê îstîxbaratên dewleta tirk ve hatin perwerdekirin.

Navê ‘Pêşmergeyên Rojava û Leşkerên Roj’ li wê koma çekdar hate kirin ku fermanên xwe yekser ji Hêzên Zêrevanî digirt. Ew jî hêzeke taybet e girêdayî PDK`ê ye û bi awayekî xurt hevkariyê bi îstîxbarata tirk re dike.

Gelek dîmenên ji akademiyên perwerdeyê belav bûn, tê de diyar dibû ku efserên artêşa tirk a dagirker di nava leşkeran de digerin. Her wiha wêneyên serwerokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu ku serdana akademiyan dikir, belav bûn.

Pêşmergeyên Roj ji 3 lîwayan pêk tê ku dewreyên perwerdeya leşkerî ya taybet li ser destê îstîxbarata tirk dibînin. Hejmara endamên wê bi zelalî nayê zanîn lê belê hin dezgehên çapemeniyê dibêjin ku hejmara wan nêzî 4 hezar kes in.

PDK îdia dike ku kesên tev li wê koma çekdar bûne, ew kes in ku ji nava refên hêzên hikûmeta Şamê veqetiyane. PDK bi wê yekê dixwaze siyaseta xwe veşêre ku avakirina hêzeke çekdar ji ciwanên Rojava armanc dike da ku ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar bîne û bi rêya wê planên xwe li herêmê pêk bîne.

Gelek caran rêveberên ENKS’ê li ser ekranên televîzyonên girêdayî PDK’ê derketin û gotin ew hêz girêdayî wan e. Kesê bi navê Mistefa Cûma (berî ku biçe Ewropayê) digot bi hezaran leşkerên wê hêzê hene.

Lê belê yek ji damezirîneran û ji kesên ku ji Pêşmergeyên Roj veqetiyane, yê bi navê Riyad Selaheddîn got ku dema avakirina wê komê şertekî wan bi fermandariyên PDK’ê re hebû, şert ew bû ku bi partiyên siyasî yên başûr û rojavayê Kurdistanê re kar nekin.

Her wiha gelek caran vegera Pêşmergeyên Roj ji Rojava re hatibû pêşniyarkirin, bi taybetî di lihevkirinên ENKS û Tevgera Civaka Demokratîk de. (Peymanên Hewlêr 1 û 2, Peymana Dihokê).

Tevî ku wê demê lêvegereke partiyên siyasî yên Rojava û komîteyeke ewlehiyê ku çavdêriya hemû hêzên leşkerî li Rojava dike, hate avakirin jî lê belê ev koma çekdar li cihê xwe û girêdayî PDK’ê ma.

Tevî êrîşên ku ji aliyê Cehbet El-Nusra, DAIŞ û komên din ên çeteyan ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin li ser Rojava pêk anîne jî lê belê Pêşmergeyên Roj ji cihê xwe nelivîn û berevajî ku di çapemeniyê xwe de paropaganda dikir, tu niyetên xwe yên parastina Rojava jî nîşan nedan.

Rastî ji deve endamekî berê

Salar Mihemed Îsmaîl ji Pêşmergeyên Roj qut bûye. Bi xwe sala 1996’an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Di sala 2018’an de ji vê komê qut bû û tev li Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) bû.

Di vegotina serpêhatiya xwe de Salar Îsmaîlê got ku di sala 2016’an de bi armanca tevlêbûna pêşmergeyan berê xwe daye başûrê Kurdistanê û diyar kir ku ew li ser daxwaza bavê xwe, bêyî ku rastiyê nas bike, tev li hêzên PDK`ê bûye.

Li ser bingeha ku dê rojekê vegere bajarê xwe û Rojava ji êrîşan biparêze, Îsmaîl berê xwe dide Başûr û tev li Pêşermgeyên Roj dibe.

Salar Îsmaîl li Başûr heta 45 rojan di nava Lîwaya 3’yan jî Hêza 3, ji hêla îstixbarata tirk ve tê perwerdekirin. Îsmaîl bi bîr xist ku dema ji fermandarekî pêşmergeyên PDK`ê sedema ku 4 efserên tirk wan perwerde dikin pirs kiriye, wan gotiye ew hêzên hevalbend in.

Di êrîşên dewleta tirk a dagirker de yên li dijî bajarê Efrînê di çileya 2018’an de, Salar Îsmaîl piştî ku ji fermandarên xwe xwestiye ku biçin Rojava û Efrînê biparêzin û ev daxwaza wan hatiye redkirin û kesê li dijî vê biryarê derkeve dê were cezakirin, rastiya vê koma çekdar nas dike.

Îsmaîl piştrast kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) girêdayî MÎT`a tirk e, nexasim ku kesên mîna Îbrahîm Biro, Fuad Elîko û Ebdulhekîm Beşar ve tê birêvebirin û wiha domand: “Dema qebûl nekirin em biçin Efrînê û dema me dît ku çawa bi xwîneke sar li dîmenên qetilkirina şêniyên Efrînê ji hêla Tirkiyeyê ve dinêrin, ez ji vê yekê piştrast bûn.”

Salar Îsmaîl destnîşan kir ku gelek kes di nav Pêşmergeyên Roj ên li Başûr de daxwaz kirine ku vegerin Rojava lê ji ber zextên PDK`ê nikaribûne vegerin.

Li gorî agahiyên ku Îsmaîl ji hevalên xwe yên Pêşmergeyên Roj bidest xistine, dewleta tirk ferman daye ku Pêşmergeyên Roj biçin Garê û li dijî gerîlayan şer bikin.

Îsmaîl çûyîna pêşmergeyan ji çiyayên Garê re û sekna wan a li dijî hêzên gerîla yên ku li her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin, bi karekî şermok wesifand û destnîşan kir ku piştî înîsiyatîfa Fermandarê Giştî yê HSD`ê Mezlûm Ebdî ji bo destpêkirina diyalogên pêkanîna yekitiya kurd, dewleta tirk ev ferman dan da ku wan diyalogan bin bixin.

Piştî vegerê rastiyê dît

Salar Mihemed Xêr Îsmaîl jî diyar kir ku efserên Pêşmergeyên Roj û PDK`ê bi armanca xapandina ciwanan da ku venegerin Rojava û wê neparêzin, HSD`ê reş dikirin û wiha got: “Piştî ku ez di sala 2018’an de vegeriyam Rojava, min rastiyê dît. Niha ez şervanekî HSD’ê me. Ez bang li hevalên xwe dikim ku vegerin û tev li HSD`ê bibin.

Salar di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser ku nabe du hêzên leşkerî li Rojava hebin û ev tişt anî ziman: “Gelo pêkan e hêzek vegere herêmê û bêyî ku fedakarî pêşkêş bike, bibe şirîk? HSD2ê ji bo rizgarkirina herêmê gelek fedekarî dan û gelek destkeftî bi dest xistin. Her hêzeke leşkerî divê di bin sîwana HSD`ê de şer bike. Ne pêkan e hêzeke din li herêmê hebe.”

Salar Îsmaîl bang li rêveberên PDK û ENKS’ê kir ku bi kirinên xwe bifikirin dema ciwanên kurd dişînin da ku li dijî gerîla şer bikin, li gorî wî ev tevger bandorê li gelê kurd bi giştî dike.

Bi 3 birayê xwe tev li Pêşmergeyên Roj bû

Ji kesên ku Pêşmergeyên Roj qut bûye, ciwanê bi navê Cîhad Şemsedîn Hacî ye. Cîhad Hacî sala di 2012’an de berê xwe da Başûr û heta 2015’an di gelek karan de xebitî. Piştre bi 3 birayê xwe re tev li Pêşmergeyên Roj bû.

Di vî warî de Cîhad wiha dibêje: “Wan em xapandin, ji me re gotin ev hêz ji bo parastina doza kurd, parastina Rojava, şerê li dijî DAIŞ’ê û rejîma Sûriyeyê ye. Lê wan xiyanet li me kir. ENKS destê xwe kir destê Tirkiyeyê.”

Hacî piştrast kir ku dewleta tirk fermanan dide PDK û ENKS’ê ji bo berê Pêşmergeyên Roj bidin çiyayên Kurdistanê û şerê gerîla bikin.

Cîhad Hacî da xuyakirin ku wan xiyaneta PDK û ENKS’ê di êrîşên dewleta tirk a dagirker ên Ii dijî Efrînê de sala 2018’an, nas kiriye û wiha domand: “Ji me re gotin, erka me parastina kurdên li Sûriyeyê ye. Lê ENKS çû û bi Tirkiyê re li dijî gelê me li hev kir. Ji me re gotin em ê Efrînê biparêzin. Lê her kesê ku berê xwe daye Efrînê da ku biparêze, ceza kir. Her kesê ku banga vegera Rojava kir, hate cezakirin. ENKS dibêje ku Pêşmergeyên Roj girêdayî wê ne û armanca wê jî parastina kurdan û Rojava ye. Lê li şûna wê bi Tirkiyeyê re li hev kir û pêşmergeyan li dijî kurdan bi kar tîne.”

Cîhad da zanîn ku Pêşmergeyên Roj li dijî Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG-YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta tirk hatiye avakirin.

Cîhad behsa şandina PDK`ê ya Pêşmergeyên Roj ber bi herêmên gerîlayê ve kir û wih got: “Mirov nikare kesên ku çûne çiyayên Kurdistanê efû bike. Dîrok dê xiyaneta Pêşmergeyên Roj û hêzên PDK`ê ji gelê kurd re binivîse.”

Cîhad diyar kir ku gelê kurd li hemberî derfeteke dîrokî ye ji bo ku bibin yek, Rojava ji dewleta tirk a dagirker di bin sîwana HSD`ê de rizgar bikin û biparêzin û got ku HSD artêşa Sûriyeya pêşerojê ye.

Li ser xapandina parastina Rojava tev lê dibin

Ednan Elî Çelebî ji sala 2015’an heya 2018’an di nava Peşmergeyên Roj de cih girtiye. Ji ber zehmetiyên jiyanî û zilma rejîma Baasê sala di 2011’an de berê xwe daye başûrê Kurdistanê. Beriya tev li vê komê bibe, endezyarê kehrebeyê bûye. Bi avakirina komê re li ser fikra parastina Rojava tev lê dibe. Lê belê paşê dibînê ku hatiye xapandin. Ji bo vê xapandinê wiha dibejê: “Ez ji bo armanca parastina axa xwe çûm lê mixabin ez hatim xapandin. Rojane ji bo vegera rojavayê Kurdistanê digotin ‘sibe-du sibe hûn ê vegerin welatê xwe’. Me sal spart salê. Paşê me dît ku MÎT’ên dewleta tirk di nava me de ne.”

Çelebî bal kişand ser perwerdekirina komê ji aliyê MÎT’ê ve û wiha domand: “Di hêza 3’yemîn de leşkerên dewleta tirk dihatin perwerde didan me. Heya perê ku endamên wê komê digirin, ên dewleta tirk in. Dema me dît ku leşkerên dewleta tirk tên perwerdeyê didin, roj bi roj li ber çavên me Pêşmergeyên Roj reş bûn. Min xwest êdî vegerim welatê xwe. Piştî dîtina rastiyê ji sê hêzên Peşmergeyên Roj hejmareke kêm maye.”

Çelebî anî ziman ku penaberên rojavayê Kurdistanê ku li kampa Domîz a li başûrê Kurdistanê dimînin, wan penaberan tev li Pêşmergeyên Roj dikin û wiha got: “Kampa penaberan wek kampa pêşmergeyan bi kar tînin. Buroyên ENKS’ê yên li kampan navên penaberan ji bo tevlêbûna Peşmergeyên Roj tomar dikin. Feqîriya ciwanên penaberan tê bikaranîn. Jixwe piraniya Pêşmergeyên Roj di kampan de dijîn.”

‘Em ên jinbavê bûn’

Çelebî destnîşan kir hêza sêyemîn a Peşmergeyên Roj ji aliyê ENKS’ê ve ji xelkê rojavayê Kurdistanê komkirin û ev tişt anî ziman: “Di navbera Pêşmergeyên Roj û yên PDK’ê de gelek cudahî hebû. Em ji bo wan ‘ên din’ bûn. Bi taybet ji bo Pêşmergeyên Roj nebaweriyek mezin hebû. Li wir em dihatin xapandin. Tirkan li rojavayê Kurdistanê şerê gelê me dikir û li Başûr mintiqa Hiniz a di navbera Hewlêr û Dihokê de jî li ser perwerdeyên me disekinîn.”

Çelebî diyar kir ku gelek pêşmerge dixwazin vegerin rojavayê Kurdistanê lê Parastin û asayîşa Başûr nahêlin werin ku li ser sînor navên wan tên belavkirin û wiha got: “Yên ku dixwazin vegerin îkametgah û nasnameya wan tên desteserkirin. Gelek ji wan bi sedema fikra vegera welat ketin zindanê.”

‘Şerê birakujiyê ji me re nabe’

Têkildarî şandina Pêşmergeyên Roj ji bo şerê li hember PKK’ê, Çelebî ev tişt anî ziman: “Şerê li hember PKK’ê ji me re nabe. Hêviya min ji wan hevalên min yê berê ku kêmekê mêjiyê xwe têxin serê xwe da ku şerê li hember gerîla ji serê xwe biavêjin. Vegerin welatê xwe. Hûn li wir tên xapandin. Ciwanên Pêşmergeyên Roj ên Rojavan e û divê şerê xwe li welatê xwe li hemberî dagirkeran bikin.”

‘Li ser navê koalîsyonê tirk dihatin perwerdeyê’

Îsmaîl Ebdirehman jî di sala 2013’yan de ji bo tevlêbûna pêşmergeyan diçe başûrê Kurdistanê û di sala 2016’an de tev li Pêşmergeyên Roj dibe. Li ser çi armancê çû, bi çi re rû bi rû ma, Ebdirehman wiha dibejê: “Li ser esasê parastina axa Rojava tevlêbûn çêbû lê tiştê ku me dît, gelekî cuda bû. Em hatin xapandin. Di perwerdeyê de, di bin navê koalîsyonê de leşkerên dewleta tirk dihatin û em perwerde dikirin. Min bi xwe di perwerdeya leşkerên dewleta tirk de cih girt. Me dît ku ne koalîsyon, dewleta tirk me perwerde dike. Me çend caran ji serbazê xwe re jî got ku tirk dijminên me ne û yên ku me perwerde dikin tirk in. Serbazan ji me re digot ‘Me pere dane wan, bi pere tên we perwerde dikin.’”

‘MÎT aghî ji me digirt’

Ebdirehman got ku leşkerên dewleta tirk di dawiya perwerdeyan de gelek agahî ji wan digirtin û wiha domand: “Wekî gmaîl, hejmara telefonê, şîfreyên medyaya civakî, agahiyên şexsî, navên xizmên li Rojava, yên di nava YPG/YPJ’ê de pirs dikirin. Nemaze endamên Pêşmergeyên Roj ên ku zimanê tirkî dizanîbûn, leşkerên tirk ew nêzî xwe dikirin, dikişandin aliyê xwe.”

Her wiha Ebdirehman ku piştî xapandina xwe dibîne û ji nav komê derdikeve, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li rojavayê Kurdistanê şerê li dijî DAIŞ’ê hebû û YPG/YPJ’ê li dijî wan şer dikir. Dema ku me ev dît, me xwest vegerin welatê xwe û li hemberî DAIŞ’ê şer bikin lê nedihiştin. Yên ku bi navê Peşmergê Roj li hev komkirine li wir tên xapandin. Tu heqîqet min di nava Pêşmergeyên Roj de nedît. Tiştên ku li wir ji me re digotin hemû derew bûn, dûrî rastiyê bûn. Ji bo çi şer dikî, te nedizanî. Ji bo pêşmerge neyên Rojava, derewan li wan dikin ku dibêjin wê we bigirin, bikujin. Ez li vir im û kesî ez nekuştime, ez niha ji bo parastina welatê xwe di nava hêza HSD’ê de cih digirim.” Çavkanî: ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar