Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rastiya Rêbertî û şehîdan

Nivîsa Jîn Tolhildan;

Ma xaka Mezopotamyayê şahidiya çi nekiriye ku di dîrokê de her tim li dijî şeran li ber xwe daye. Di van berxwedanan de hebûna xwe, axa xwe kir bedena xwe û li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da. Di nava van hemûyan de ya herî bi heybet rastiya Rêbertî ye û bûye pêşengê jiyana azad bû. Rêber APO bû hebûn, hêvî û hêza berxwedanê ya gelên bindest.

Hebûna Rêber APO ji bo mirovahiyê dîrok e û jiyanê ji nû ve zindî kir. Di nava mirovahiyê de bi têkoşîna fikirên xwe rêya ruh, beden û ramanê ronî kir. Dilsoziya di vê rê de bê çawa be nîşanî me da.

Rê û nexşeya wê nîşanî me da. Ne mimkûn e ku hebûneke bi vî rengî neyê hîskirin û diviyabû bênavber bingeha têkoşînê de kûr bibûya. Rastiya kurd tu carî ji holê ranebû, lê Rêbertî ev ruh ji xweliya xwe ji nû ve afirand û bingeha fikir û ramana azad zindî kir.

Şopdar ü fedayiyên temsiliyeta rêya rastiya meşa Rêbertiyê dikin, îro bûne efsane. Felsefe û bîrdoziya Rêbertiyê lûtkeya vê rêyê temsîl dike. Di vê rêyê de divê her kurd beriya her tiştî xwe ji paşverûtiya heyî paqij bike da ku bibe nûnerê vê meşê.

Rastiya Kurdistanê ya kurd rastiya Rêbertiyê ye, rastiya Rêbertiyê rastiya şehîdan e. Rastiya şehîdên me rastiya herî biêş e, ger hûn rast nêz bibin wê we birûmet bikin, lê ger hûn xelet nêz bibin dê dawiya wê neyê efûkirin. Rêyên têkoşîna hevjiyana azad a di nava PKK, PAJK'ê de pêşengiya yekitiya ruhî YJA Star e û li dijî tevahiya cîhanê nû vejîne û di nava berxwedana tê meşandin de fedayîyên bûne sembol bi pêş ve diçin; dê serkeftin teqez pêk bê.

Weke tevger, yekitiya ruh, raman û fikir tu carî wateya xwe winda nekiriye; dîrok çalakiya soza herî mezin pêk tîne, wê heta lûtkeyê bidomînee. Di seranserê dîroka cîhanê de nirxên kûr-kok hene dihêlin ku kevirên herî bingehîn di cîh de bimînin. Lê tu carî rastiya şehîdan ewqasî kûr û jidil nehat tecrube û sembolîzekirin. Divê mirovahî vê rastiyê ji kûr ve hîs bike û fêm bike ku nirxên me yên afirandine wê her tim bibin nirxên pîroz ên welatê azad.

Ev rastiyek e ku em çiqasî behsa rêhevalên xwe yên şehîd bikin jî em ê di vegotina lehengiya wan û asta hestiyar a jiyana wan de kêm bin. Çiya bi şiklê xwe yê herî xweş û sade, kêlî bi kêlî dijîn. Çiya her hest, şefqat, şahidiya rastiyê wateya dilovanî û heqîqetê di xwe de dihewîne. Xwedawendên me bi rastî li dijî van rastiyan diqîrin û vê hêzê li her derê belav dikin. Hêza xwedawendan bêguman dê bi tevahiya enerjiyê re yek bibe. Têgîna şehîd jî dema ku bi kûrahî neyê îfadekirin wateya xwe winda dike û tu carî we qebûl nake. Ma van çiyayan şahidiya çi nekirin ku her kesê bi nirx meşiya, keniyan, şer kir, li ber xwe da û li ser rêyekê bi gelek tiştên din re rû bi rû hat û li hember her tiştî, mîna ku bihejiya, qêriya û serî hilda; nirxên bilind ên ku mirovan dike mirov, divê tu carî nirx û pîroziya xwe winda nekin; divê gelê kurd vê yekê baş û kûr fêm bike. Divê rastiya dijmin li hemberî van nirxan tu carî neyê jibîrkirin û tolhildan bibe şaneya me ya herî kûr.

Rêhevalên me yên şehîd ji bo evîna welatê azad û bi hêviya kêliyekê dîtina Rêbertî ber bi karwanê şehîdan ve dimeşin, hemû dilê xwe dane vê doza pîroz. Ruhaniya giyanên wiha pak û paqij di ser her tiştî re ye. Axaftina bi zimanê her hevalekî an jî gotinên wî yên pêşî û dawî, rastiya hezkirin û evîna

Rêbertî û carekê jî hembêzkirina wî ye. Li aliyê azadiyê bûyîn û bûyîna peyrewê van nirxên bi xêr hesta herî kûr û sedema têkoşînê ye. Divê her ciwanê kurd vê mîrateyê biparêze û di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigire.

Lê belê em tenê dikarin bigihêjin wateya têkoşîn û hebûneke wiha. Divê neyê jibîrkirin ku rojekê ev ax wê bi jiyana azad re rû bi rû bimîne, ruh û ramanên şehîdên me wê di siberoja azad de bijîn. Ev hezkirina azadiyê wê bi Rêbertî re bên cem hev.

Em ê bi vê hêviyê dijîn û bi têkoşînê her kêlî vê sond û berdêla azadiyê zindî bihêlin. Heta ku em di siberoja azad de hev bibînin: Em ê heta azadiya Rêbertiyê pêk were banga şer û tolhildanê bikin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar