Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rastiya şerê li Rojavayê Zapê

Amargî Arhat Ba

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê li hemberî xeleka nebaşiyê, dûrî dek û dolaban, dûrî derewan bi rengekî cewherî û şênber şer dikin.

Peyama ku hat xwestin bê dayin, bi vî rengî bû: “Di sala 100’emîn a Lozanê de qirkirin, dagirkerî, sûcên şer, hemû nebaşiyên li ser rûyê erdê wê bê dewamkirin.”

Ji xwe rojeke bi vî rengî bê hilbijartin, ya jî neyê hilbijartin, gerîla vê karaktera artêşa tirk êdî gelekî baş nas dike û zane ku çarenûsa kurdan ne li ser maseya tifaqa dagirkeran e, lê li çeperên wan bi xwe ye. Ji ber vê jî hevsengî, tifaq, nêzîkatiyên polîtîk bi çi rengî jî bin, gerîla ji bilî şer û têkoşîna xwe, xwe naspêrin ti hêzê, bêyî ku bikevin nava bendewariyan li dijî dewleta tirk ku rûyê herî zalim ê li herêmê ye, têkoşîna xwe bênavber dewam dikin. Yek ji mînakên şênber ên vê têkoşînê jî li Qada Girê Cûdî ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tê kirin.

Hesabên wan pêk nehatin

Artêşa tirk zane ku di operasyona li vê qadê de gelek dezavantaj ji bo xwe hene. Piştî şerê 7 mehan ê derbasbûyî neçar ma ku xwe ji qadê vekişîne, piştî ku leşkerên xwe li ser vî girî şewitand prestîj û baweriya bi xwe winda kir, lewma newêre kadroyên xwe yên perwerdekirî bîne ser vî girî, leşkerên ji rêzê jî piştî berxwedaneke demdirêj êdî nikarin tevbigerin. Li gel van mijaran gelek dezavantajên din li qadê ji bo artêşa tirk hene. Baş e li gel van hemû neyîniyan, artêşa tirk li qada ku têk çû, çima dest bi operasyoneke nû kir?

Operasyona ku artêşa tirk di 14’ê nîsana 2022’yan de li herêma Zapê da destpêkirin li çeperên berxwedanê yên li Sîdayê û qadên berxwedanê yên rojavayê Zapê aliqî. Li gorî hesabên ku kiribûn heta dawiya sala 2022’an wê temamiya Zapê dagir bikin, lê nekarîn vê bi ser bixînin. Berxwdana gerîla berevajî bendewariya wan hîn zêde dewam kir, texmîn nekirin ku wê neçar bimînin ji qada rojavayê Zapê birevin. Yanî kirin nekirin nekarîn li wir serketinê ragihînin. Operasyona Zapê ji bo wan têkçûn bû. Lê belê dewleta tirk xwedî karakterekî welê ye ku xwe ji şer û xwînê xwedî dike. Ji ber vê yekê bi taybetî ji bo li Herêmên Parastinê yên Medyayê hebûna xwe dewam bike, neçar ma ku operasyoneke bi vî rengî bike. Yanî operasyona ku 20’ê Tîrmehê destpê kir ji bo dewleta tirk hewldaneke nû ya ji bo rizgariyê bû.

Berxwedana gerîla teze ye

Li aliyê din, ji artêşa tirk hebû ku gerîla mîna destpêkê nikare li hemberî operasyoneke duyemîn performanseke aktîf nîşan bide. Li bendê bû ku li hemberî wan hêzeke lawaz, bêamadekarî û xemsar a gerîla hebe. Li gorî wan artêşa tirk wê nikarîbûya berxwedaneke bi rêk û pêk bike, lewma hewl dan careke din li qada Girê Cûdî bi cih bibin. Lê belê hesabê ku li biryargehê kirin careke din li Zapê nehat. Gerîla bi taybetî ji meha Kanûnê û vir ve ku artêşa tirk xwe ji Girê Cûdî vekişand, bêyî ku bikeve xemsariyê hîn bi xurtî xwe amade kir. Şeva ku êrîşê destpê kir bi tedbîran, xwînsarî û destwerdanan di cih de bersiv dan hewldanên dagirkeriyê yên artêşa tirk. Û di êrîşên heta niha de windahiyek bi tenê jî nedan, bi vî rengî jî çeperên xwe diparêzin.

Windahiyên xwe aşkere nakin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê rastiya şer bi berfirehî her roj bi daxuyaniyan bi raya giştî re parve dike. Lê belê artêşa tirk hem hewl dide nîşan bide ku mîna operasyon li qadeke gelekî berfireh tê meşandin û binepixîne, hem jî ji 20’ê Tîrmehê û vir ve nasnameya leşkerên xwe yên hatine kuştin aşkere nake. Tenê çend roj berê gotin, ‘Li herêma operasyona pençe kîlît’ leşkerekî wan miriye. Çawa pêkan be, gotin ku helîkopter lê ketiye û miriye. Leşkerê bi navê Erdem Kavlak jî qaşo bi çeka xwe di qezayê de miriye. Beriya çend rojan jî qaşo li Gabarê cerdevanek şemitiye û ketiye û miriye. Rojên dawî daxuyaniyên bi vî rengî gelekî zêde bûne, ku nepêkane tesadûfî bin. Ya balkêş jî ew e ku gelê tirk an jî malbatên van leşkeran ranabin nabêjin, ev artêşeke çawa ye ku her roj leşkerek bi qezayê li nav dimire?

Artêşa tirk nasnameya leşkerên ji aliyê gerîla ve hatine cezakirin vedişêre. Gerîla bi dehan caran ev yek bi belge kirin. Li qada Girê Cûdî di şerê 5 rojên dawî de zêdeyî 25 leşker hatin kuştin.

Gerîla bi serbilindî şer dike

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê li hemberî xeleka nebaşiyê, dûrî dek û dolaban, dûrî derewan bi rengekî cewherî û şênber şer dikin. Di sala 2022’an de 7 mehan di şerê li qadê û tunelan ên 7 mehan yek ji derbên herî giran ên dîroka artêşa tirk li dagirkeran xistin û kirin ku dagirker xwe vekişînin. Encamên rojên destpêkê yên şer nîşan dide ku li herêma rojavayê Zapê wê serketineke duyemîn pêk were.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar