Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rauf: Medyaya PDK’ê xizmeta yekitiya netewî nake

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Ezîz Reuf, heqareta ku li ser medyaya PDK’ê li dijî pêşengên PKK’ê tê kirin, bi binketina PDK’ê ve girêda û wiha got; “Çima medya PDK’ê vê zimanê li dijî serkirdeyên Tirkiye bikarnaynin?” Rauf da zanîn ku nêzîkatiyên medyaya PDK’ê xizmeta yekitiya netewî nake

Di rojên borî de li ser ekranên medya ya serbi PDK’ê bi taybetî jî kanala K24 çend carek heqaret li kadroyên pêşeng ên PKK’ê Duran Kalkan û Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat hate kirin. Li ser vê heqaretê Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Ezîz Reuf ji Rojnewsê re axivî.

Têkildarî zimanê ku medyaya PDK’ê li dijî pêşengên PKK’ê bikartîne Ezîz Reuf wiha got; “Ev zimane zimanekî ne siyasî ye û zimanê desthilatdarên Herêma Kurdistanê ye. Ev zimanekî gelek ne ciwane. Çima vê zimanî li dijî serkirdeyên Tirkiye bikarnaynin? Ji ber ku ew ji fikir, siyaset û exlaqê siyasetê bê par mane, ji bervê yekê li gora min ev yek divê were çaverêkirin.”

Têkildarî heqareta ku medyaya ser bi PDK’ê li Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan kirî jî Reuf Ezîz wiha axivî: “Ew dibînin ku PKK û fikrê birêz Ocalan dikare gerîlayek tirk, firansî, yan jî amerîkî bîne nava refên xwe. Lê ew nikarin wek PKK’ê bikin. Ji bo wê fikar biwan re çêdibin û êrîşê wan serkirdeyan dikin.”

Di dewama axaftina xwe de Ezîz Reuf da zanîn ku Duran Kalkan, Cemîl Bayik û serkirdeyên din ên PKK’ê ne ew kesin ku zimanek kirêt li dijî wana were bikaranîn. Reuf got ku divê li axaftinên wana werin guhdarkirin, sud û ezmûn ji wana were girtin, ji ber ku fikir û nirxandinên wan ên nû li ser cîhanê û hikumraniya netewî hene.

Ezîz Reûf got ku ev nêzîkatiyên medyaya PDK’ê xizmet ji yekitiya gelê kurd re nake û wiha pêda çû; “Bê guman ev nêzîkatiyên wisan bandorê li ser yekitiya netewî ya gelê kurd çêdike, herwiha dibe sedem ku şidet û şoventiya netewayetî linava kurdan de çêbe.”

Herî dawî jî Ezîz Reuf ev tişt anî ziman: “Li gorî min hevalên PKK’ê bi aqilane nêzî vê mijarê dibin, naxawazin vê pirsgirêkê mezin bikin. Ya giring ewe ku bersîva wana neyê dayîn, ji ber ku li gorî min PKK’ê zimanek din ê aqilane heye û ew ziman jî ne zimanê xeber û êrîşkirinê ye. Li şûna em keviran bavêjinê divê em pişta xwe bidinê, ji ber ku ev hişmendî bidawî hatiye û îro be yan jî sibe be wê her binkeve.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar