Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay ê beriya 32 salan piştî ku hat binçavkirin agahî jê nehatin wergirtin pirs kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin weke her hefte vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan jî piştgiriya Dayikên Şemiyê yên çalakiya xwe ya 1008’emîn li dar xistin kirin. Dayikên Şemiyê yên qûrnefîl û wêneyên kesên ku windakirine hilgirtin, aqûbeta Hasan Gulunay ê beriya 32 salan hate windakirin pirsî.

Di çalakiyê de xwişka Ferhat Tepe yê di bin çavan de hate windakirin, Ayşe Tepe daxuyanî xwend.

Tepe, destnîşan kir ku nasnameya Hasan Gulunay li ser Alî Ekber Atmaca ku di 23’yê gulana sala 1992’yan de li Artvînê di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin derketiye û wiha domand: “Ji ber vê sedemê jî polîs êdî li Hasan Gulunay geriyan ku 32 salî bû û bavê 4 zarokan bû. Gulunay, ji hevjîna xwe re got ku ev demeke ji hêla polîsan ve tê şopandin.

Di 20’ê tîrmeha sala 1992’yan de ji mala xwe ya li Tarabyayê ber bi kargeha xwe ve derket rê û êdî nema vegeriya malê. Kesekê ku li telefona kargeha Hasan geriyayî diyar kir ku ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê digere û Hasan Gulunay hatiye binçavkirin. Li ser vê yekê malbatê serî li dozgerî û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê da. Lê belê her duyan jî gotin ku Hasan binçavkirî nîne û lêgerîna wî didome. Li ser vê yekê jî malbata wî bi yek ji rayedarên payebilind ê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku hembajariyê wan bû Huseyîn Kocadag re hevdîtin kir. Kocadag ji malbatê re got Hasan sax e û piştî ku birînên wî yên ji ber îşkenceyê baş bûn jî dê binçavkirina wî ragihînin.”

Tepe, da zanîn ku malbatê ev bûyer bi raya giştî re parve kir û wiha berdewam kir: “Şahidekî ku bi Hasan re hemwext li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di lêpirsînê de jî got ku kesekê ku rûyê wî nedîtî di îşkenceyê de qîriya û got; ‘Ez Hasan Gulunay. Hewl didin min di bin çavan de winda bikin.’ Ji şahidekî din ê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê jî re wiha gotine ‘Me Hasan Gulunay kuşt, dora te ye’ Piştî van her du daxuyaniyan jî polîsan hem bi ser mala malbatê û hem jî ya şahid de girt û gef lê xwarin da ku êdî neaxivin. Ji serokwezîr heta wezîrê karê hundir û TBMM’ê, malbatê serî li her deverê da. Meqamên darazê jî bêyî ku derheqê mijarê de delîlan kom bike, şahidan guhdar bike û lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, bi hinceta dosya ketiye ber demborînê, biryara ‘hewcehî bi teqîbatê nîne’ da. Îtîraza li dijî biryarê jî hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.”

Tepe, bal kişand ku sûcê windakirina bi darê zorê ji ber necezakirinê berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê em bang li meqamên siyasî û edlî dikin ku ji bo binpêkirinên ji ber bêhiqûqiyê derketine holê ji holê rabin divê rêyeke bi bandor were şopandin. Çend sal derbas bibe bila derbas be em ê ji bo Hasan Gulunay û hemû windakiriyên xwe dest ji daxwaza edaletê bernedin. Em dixwazin bi bîr bixin ku dewlet neçare ku di nava normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere.”

Pişt re li ser navê malbata Gulunay, Zekî Eyî û Naciye Eyî axivîn. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar