Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rayedarên girtîgehê gefa mirinê li berxwedêran xwar

Rêveberiya girtîgeha Eregliyê, bi gotina "Em ê sîstema Îmraliyê li ser we jî ferz bikin û heta mirinê hûn ê li vir bin" gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne, xwariye.

Girtiyên PKK û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 11’an de ye. Heta niha jî ji bo daxwazên girtiyan tu gav nehatine avêtin. Di rewşeke wiha de li dijî girtiyan polîtîkayên zext û gefxwarinê ketin meriyetê. Hat ragihandin ku rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê gef li girtiyên ketine greva birçîbûnê xwarine.

Yek ji girtiyên li vê girtîgehê ketiye greva birçîbûnê jî Îsmaîl Çoban e. Birayê Çoban, Vacîp Çoban têkildarî nêzikatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyên ketine greva birçîbûnê vegot. Vacîp Çoban têkildarî mijarê wiha got: “Kekê min di hevdîtina dawî de got ku rêveberiya girtîgehê gefa’ Em ê pergala li Îmraliyê li vir jî bixin meriyetê, em ê înfazên we bişewitînin’ li wan xwariye. Her wiha diyar kir ku rêveberiya girtîgehê zexta psîkolojîk li girtiyan dike û dibêje; ‘Hûn ê heta mirinê li vir bimînin. Hûn nikarin bi cihekî ve biçin.’”

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Ergîn Altuntaş jî da zanîn ku li gorî agahiyên ji heman girtîgehê hatine ber destê wan, li girtîgehê li dijî girtiyan binpêkirin hene. Altuntaş diyar kir ku li girtîgehan her tim li dijî girtiyên siyasî pêkanînên taybet heye û ev tişt anî ziman: “Lê belê piştî çalakiyên greva birçîbûnê, miameleya xerab zêde bû. Tevahiya girtiyan rêz kirine û gefa ‘Li vê derê êdî wê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bikeve meriyetê’ xwarine. Ji malbat û hevalên girtiyên ku tehliyeya wan hatiye re gotine ku dê neyên berdan. Her wiha agahî hene ku dê girtiyan bibin odeya bisunger. Di hevdîtinên vekirî de girtî silavê didin malbatên girtiyên din jî. Ev ji bo kevneşopiyeke lê vê yekê jî asteng dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar