Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rayedarên PDK’ê gundiyên nerazî arasteyî MÎT’ê dike

Çete, leşker û cerdevanên tirk tevî hemû nerazîbûnên raya giştî ya kurd jî, talankirina herêma Behdînanê didomînin. Gundiyên ku nerazîbûnê nîşan didin, serî li rayedarên PDK’ê didin ku pêşî were girtin, lê desthilata PDK’ê berê wan dide MÎT’a tirk

Ji sala 2020’an heya niha dewleta tik a dagirker li gel êrîşên leşkerî yên dijî başûrê Kurdistanê, jîngeha Kurdistanê jî wêran û talan dike. Li gorî agahiyên ku berê niha hatibûn belavkirin dewleta tirk bi rêya çeteyên ku ji Efrînê anîne Heftanînê, cerdevan û leşkeran rêyên leşkerî dikişînin 40 gundên Başûr ên ser sînorê bakurê Kurdistanê û noqteyên leşkerî li herêmê çêdike.

Li gel birina rêyên leşkerî û çêkirina baregehên leşkerî, çete û cerdevanên artêşa tirk bênavber daran jê dikin, daristanan didin ber agir û dikin komir.

Gundiyên herêmê dibêjin, leşkerên tirk û çeteyên wan bi amûrekî, beşeke zêde ya daran ji binî ve hil dikin da ku careke din şîn nebin.

Darên tên jêkirin, bi kamyon û traktoran rojane derbasê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku artêşa dagirker û çeteyên wan beşek daran dişewitînin û dikin komir, beşek zêde jî difiroşin şîrketên mobîlyayan. Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî ya kurd û Iraqê jî, talankirina jîngeha Kurdistanê berdewam dike.

Baxên gundiyan û darên fêkiyan dişewitînin

Li gel talankirina daristanan, hat gotin ku artêşa dagirker û çeteyên wan baxên gundiyan û darên wan yên fêkiyan jî dişewitînin. Her wiha li ser rêya gundan bendên leşkerî datînin û nahêlin welatî biçin gund û baxên xwe. Gundiyên dixwazin biçin gundên xwe jî tên tehdîtkirin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku di nava bax û rezên gundiyên herêmê de beşeke zêde ya mêşên hingiv jî şewitîne.

Rayedarên PDK’ê berê gundiyan dide MÎT’ê

Her wiha çavkaniyek din ku bi hinceta ewlekariyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir gundiyên herêmê yên nerazîbûnê nîşanî talankirinê didin, çûne gel rêveberiya PDK’ê ya herêmê da ku gilî bikin, lê rêveberiya PDK’ê gundiyên nerazî arasteyî baregehên MÎT’ê yên li herêmê kirine û ji wan re gotiye, ‘biçin bi wan re biaxivin.’

Çavkaniyek din jî îdîa kir ku rayedarên PDK’ê ji bo nerazîbûnên gundiyan kêm bike, ji wan re gotiye, ‘Wê Tirkiye zirarên madî, bi dayîna hinek pereyan qerebû (telefî) bike.’

Demek beriya niha jî gundiyên herêma Batûfayê serdana navenda PDK’ê kiribûn, lê PDK’ê ew arasteyî navenda MÎT’ê kiribûn. Dîmenên gundiyên ku xwepêşandan lidar xistibû, di çapemeniyê de hatibûn weşandin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar