Rojnemaye Xwebûnê bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi manşeta ‘Rê nedin Hîtlerên’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojname bi vê manşeta xwe ya di cih de balê dikşîne ser planên qirêj ên hêzên hegemon ku li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn dimeşînin. Wexta mirov rewşa Kurdistanê bi giştî di ber çavan de derbas dike rastiya Hîtlerên nû baş dibîne.
Li cîhanê her çiqasî tê gotin ku du aliyên hêzên hegemon hene jî di rastiyê de armanca herdu hêzan jî yek e. Herdu hêz jî di aliyên xwe de hewl didin pergal kapîtalîst li ser piyan bihêlin. Ji van hêzên hegomen yek jê DYA ye. Aliyê din jî Rûsya û Çîn e. Jixwe her kes rewşa Rûsyayê baş dibîne. Xêra wê ji wê re tune ye. Erdoganê têkçûyê xwe davêje ber lingê Rûsyayê. Ev jî nîşan dide ku bê Erdogan çiqasî ketiye ber lingan. Ev Erdogan ê ketî û têkçûyî bi kirin û komkujiyên li ser kurdan dimeşîne bûye rûyê Hîtlerên nû.
Aliyê ku zirara mezin dide kurdan NATO ye. Pêşengiya vê jî DYA û Almanya dikin. DYA dixwaze bi destên NATO’yê cîhanê dagir bike. Li gorî plana qirêj a ku daniye pêşiya xwe rêya vê yekê jî di dagirkirina Kurdistanê de dibîne. Ew jî baş zane ku heta ku Kurdistanê dagir neke nikare planên xwe yên qirêj pêk bîne. Aliyê ku ev planên qirêj vala derdixe PKK bi xwe ye. Ew jî baş zanin ku heta ku PKK hebe tu hêzên dagirker nikarin gavekê jî pêşve biçin. Ji bo vê jî hewl didin bi destên pêlîstokê xwe Erdogan ê ku neviyê Hîtler e, Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe. Erdogan jî hewl dide bi pêlîstoka xwe yên ku ji hin kesên malbata Barzanî pêk tê, Kurdistanê radestî Hîtlerên nû bike. Divê ew kesên xwe firotine Erdogan jî baş zanibin ku ew ketine xizmeta Hîtlerên nû û ya herî kambax jî bûne pêlîstokên pêlîstokan. Hîn nikarin xwe biparêzin ma wê çawa Kurdistanê biparêzin!
Ev pêlîstokên NATO’yê îro li başûr û rojavayê Kurdistanê li ser kar in. Li başûrê Kurdistanê çekên NATO’yê yên herî pêşketî û heta niha li tu deverê neşixulandine bi kar tînin. Li Kurdistanê bombeyên nuklerî yên taktîkî bi kat tînin. Ev jî nîşan dide ku şerê li Kurdistanê tê meşandin ne rêzê ye. Gerîla bi vê hişmendiyê li hemberî Hîtlerên nû berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Gerîla di ferqa vê rastiyê de ye û li gorî hewcedariyên jê tê xwestin li ber xwe dide. Ne tenê li ber xwe dide. Ew di her dem û her her kêliyê de derbên giran li Hîtlerên nû dixe. Heke îro Hîtlerên nû ne gihîştibin armanca xwe ev yek bi saya berxwedana bêhempa û paradîgmaya azadiyê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Her wiha pratîka vê jî bi saya berxweda gerîlayên azadiyê ye. Wê demê me re nikare bibêje gerîla ne tenê başûr diparêze. Tenê Kurdistanê jî naparêze! Heke me re wisa teng nêzîk bibe wê demê me re berxwedana gerîla baş fêm nake. Îro di gerîla di şexsê Kurdistanê de mirovahiyê diparêze.
Çawa ku gerîlayên azadiyê çeteyên Hîtlerên nû têk bir, niha jî bi Berxwedana li Başûr û Rojava wê Hîtlerên nû têk bibe. Belê îro Hîtlerên nû li ber têkçûnê ne. Ji bo pêşiya têkçûna xwe bigire bombeyên nuklerî yên taktîkî li Kursitanê bi kar tîne. Ne çekên nuklerî û ne jî tu hêz nikare gerîlayên azadiyê têk bibin. Ji bo têkçûna wan leztir bibe hewceye her kesên ku ji xwe re dibêje ez mirov im piştevaniya berxwedana gerîla bikin. Heke ev aliyê kêm jî temam bibe wê Hîtlerên nû di demek nêz de bi temamî têk biçin.