Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Rêbazeke şerê taybet: Derew

Celal Şasûwar |

Guleyên şerê taybet peyv in û cebilxaneya wî jî tiştên derew, bêbextî, mehrûmhiştina ji çavkaniyên rêxistinî, gef, devavêtin, erîşên fizîkî û her cure nêzîkatî û helwestên tacîzker in.

Rêbazeke wî ya qirêj jî ew e ku tişta tune wek heyî nîşan bide û wê jî bike hincet û erîş bike! Derewan dike, pê re jî li ser wan derewan, tevahiya civakê bi tevger dike da ku xwe rast derbixîne!

Di nivîsên xwe yên berê de me anîbû ziman ku cihê civak û kes dibin dewlet êdî li wê derê rêya derew û manîpulasyonê heta dawiyê bêyî ku rastî astengiyek were, dikare xwe berfireh bike û di hişê mirovan de wek rastiyekê xwe bi cih bike.

Em dizanin ku çi bi karaktera civaka tirk û çi jî bi zordayîna li ser civaka Tirkiyeyê, gelê tirk gelek caran ji dewleta tirk hişktir dewletgeriyê dike. Dirûşmeyên, ‘Millet, artêş, sakarya’, ‘Her tirkek wek leşker ji dayik dibe’ û ‘Xwezî bi wî/ê kirî ku tirk e’ vê rastiyê baş tîne ziman. Dema kes bû dewlet şûn ve, êdî hemû rê û rêbazên derewan gengaz dibin û bi vî awayî hemû talan û dizî tên veşartin û nixumandin. Derew bi qîmet dibin û di piyaseya kirîn û firotinê de rê dibînin ku xwe bigihînin herkesê.

Bi gotineke din dema kes û civak bûn dewlet şûn ve, êdî ji kesên diz û derewkar re rê vedibin. Êdî her tişta ku di rewşên asayî de bi serê mirovan nakeve, ji bo wan dibin wek rastiyekê. Tiştên ku di rewşeke normal de herkes dibîne êdî kes nabîne. Nabîne ji ber ku êdî ew kesên ku bûne dewlet, wek dewletê tevdigerin, difikrin û wek dewletê dijîn û hîs dikin.

Bi gotineke hîn balkêştir, dema ku kes û civak bûn dewlet an jî dewletê xwe kir kes û civak, êdî li wê derê mirovekî/e ku bûye meymûn ango qirt heye. Yên ku bûne meymûn jî xapandina wan a bi derewan pir hêsan dibe.

Gotinên herî dawî yên serokê AKP’ê yên derbarê ku CHP navenda Fetullah Gulen e û Kiliçdaroglu jî mirovê wan e û HDP’î jî Fetullahiyî ne, bi rastî jî sosret in.

Peyitandina ‘Derewan dikin, pê re jî wan derewan belav dikin û îcar li ser wan derewên ku kirine dozger û polîsan bitevger dikin û piştre jî ji alî siyasî ve sûdê jê werdigirin’ ev rastî ye.

Ev çawa dibe? Bêguman dema derewek tê kirin; bi dehan TV, radyo, rojname û medyaya farazî wisa derewan dikin ku rastî wenda dibe û derew dikeve şûna rastiyê. Bi gotineke din, bîst derew wek rastiyekê bi bandor dibe. Lê Erdogan û AKP ne bîst derewan, pê bawer bin ku ew ê di dilê mirovan de gumanek jî çêbibe, dikarin hezar derewan bikin û dikin jî. Lê derewan ewqas bênavber dikin ku kesek li rastiyê nagere û êdî ew derew wek rastiyekê tên qebûlkirin.

Em gotina Hîtler a ‘Kî dikare bi rêya propagandayeke daîmî, bi hostatiyeke mezin, bihuştê wek dojehê, dojehê jî wek bihuştê nîşan bide?’ bibîr bînin, ew ê rastiya armanc û rêbaza derewan baş bê fêmkirin.

Li cihekî din ê cîhanê ne gengaz e ku yek derbikeve û bêje, ‘Navenda tevgera Fetullahiyan CHP û Kiliçdaroglû ye.’ Ji ber ku bi sedan caran çi serokê AKP’ê Erdogan, çi wezîrên wî, endamên partiya wî hîn beriya çend salan her tim diçûn û li ber lingên Fetullah Gulen rûdiniştin. Û her wiha Erdogan ji Gulen re gotibû, ”Ji xerîbiyê were û hesreta me bi dawî bike” û dîsa gotibû, ‘We çi xwest ku me nekir û neda we?’ Ev gotin bi serê xwe rastiya têkiliyên wan aşkera dikin.

Erê, li tu cihekî cîhanê tekîliyek wiha nikare were veşartin lê li cihê ku civak û kes bûne dewlet an jî dewlet di hiş û mêjiyê wan de bi cih bûye, her desthilatdar dikare her derewê bike û civaka ku hişê wê bûye wek ê masiyan dikare wê civakê bi dilê xwe birêve bibe. Wek ku niha Erdogan dike…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar