Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rêber Abdullah Ocalan pêşengekî rastîn ê azadiyê ye

Derhênera fransî Mylene Sauloy diyar kir ku têkoşîna jinên kurd xwedî girîngiyek mezin e û wıha got: "Abdullah Ocalan hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê pratîkî ve pêşengekî rastîn ê têkoşîna jinê ye."

Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiyê ya tevgera kurd û jinên kurd, ji bo beşên civakî yên li qad û navendên cuda yên cîhanê têdikoşin mînakek girîng e. Derhêner Mylene Sauloy a ku li ser têkoşîn û berxwedana kurdan fîlm kişandiye têkildarî berxwedana kurdan de nerînê xwe parve kir. Derhêner Mylene Sauloy diyar kir ku muzîka kurdî û têkoşîna jinê ew nêzî xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd kiriye û wiha go: “Muzîk di nava kurdan de ragirê rastîn ê dîrokê ye. Hemû dîroka ku hatiye qedexekirin bi rêya muzîkê tê veguhastin. Di navbera muzîk û berxwedanê de girêdaneke xurt hatiye avakirin.”

Derhêner Sauloy got ku jin di navenda Şoreşa Rojava de cih girtine û wiha domand: “Jin hem pêşenga rêbaza şerê tê meşandine û hem jî pêşenga nirxên civakî ne. Dewleta tirk sivîl û cih û warên sivîlan ên li Rojava dike hedef. Helwesta welatên rojava ya li hemberî Erdogan cihê şermê ye. Dema ku li Ûkraynayê sivîl têne hedefkirin skandal e, lê dema ku li Kurdistanê sivîl têne qetilkirin ‘parastina rewa’ ye. Ev yek şermekî mezin e.”

Sauloy anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo jin mafên xwe bi dest bixin, kedek mezin daye û wiha wiha domand: “Abdullah Ocalan destnîşan dike ku rizgariya gelê kurd û jin bi hev ve girêdayî ne. Ez difikirim ku Ocalan di rola jinê de û girîngiya wê di şoreşê de û di avakirina civakeke nû de pêşengekî rastîn e. Ev demeke dirêj e ne tenê PKK, hemû rêxistinên berxwedanê jî di nav de rêxistinên din ên mîna gerîla yên li Kolombiyayê jî weke terorîst tên binavkirin. Ev têgîn ji bo bêtehemûliya pêvajoya berxwedanê û înkarkirina rewabûna têkoşînê tê bikaranîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar