Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Rêber Apo azadiya ruhî û ramanî ji me dixwaze’

Çalakvanên Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ev tişt anîn znîn ziman: “Tişta ku Rêber Apo ji me dixwaze, azadiya ruhî û ramanî ye. Em wek jinên ciwan û ciwan azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û ger Rêber Apo azad bibe em ê jî azad bibin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 20’ê tîrmeha 2023’yan de Nobeta Azadiyê dan destpêkirin û çalakî bi hemû hêza xwe didome.

Jinên ciwan ên beşdarî Nobeta Azadiyê bûn, der barê tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de axivîn.

Roj Yildiztan diyar kir ku wek jinek ciwan a Mexmûrê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiyê bû û wiha got: “Li ser Rêber Apo tecrîdên cûr be cûr tên meşandin û bi tu awayî nikare hevdîtin bi parêzer û malbata xwe re bike. Di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser tevahî gel tê meşandin. Dixwazin bi tecrîde re gelê kurd tune bikin. Em wek gelê kurd bi fikir û ruhî girêdayî Rêber Apo ne, lewma tu carî nikarin me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Divê em bikevin ferqa ku Rêber Apo ji me çi dixwaze û vê yekê pêkbînin. Heta em rizgariya fizîkî ya Rêber Apo bidestbixin, dev ji çalakiyên xwe bernedin. Wekî gelê kurd pêwistiya me bi têkoşîne heye û divê em ji bo Rêber Apo û azadiya xwe têbikoşîn. Tişta ku Rêber Apo ji me dixwaze, azadiya ruhî û ramanî ye.”

Roj Yildiztan balkişand êrişên dewleta tirk a li ser Wargeha Mexmûrê û got: “Dewleta tirk di nava heftiyek de du caran êrişê wargehê kir. Zarok, jin û tevahî gelê wargehê ji êrişan bandor dibin. Dewleta tirk dixwaze me tune bike. Lê divê bi taybetî ciwan û gelê me ji hêza ku Rêber Apo digrin têbikoşîn û êrişên dijmin vala derxin. Pêwîste em tu caran dev ji têkoşîn, xeta xwe ya pîroz û heqîqetê bernedin. Divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derbikevin. Heta Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe, em ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.”

Jina ciwan Duygu Benek jî, da zanîn çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê bênavber didome û wiha axivî: “Ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de li Îmraliyê tê ragirtin û ev 4 sal in em bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nagrin. Tehamûla dewleta tirk ji bo gelê Kurd a berxwedêr nîne. Bi hemû şewazan êrîşê gel û ciwanên kurd dikin. Divê em jî wek jinên ciwan têbikoşîn û êrîşan vala derbixin. Çalakiya Nobetê ya me li wargehê daye destpêkirin jî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Duygu Benek di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwan û gelê Kurd kir ku li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got: “Divê em ciwan erk û berpirsyartiyên xwe bicihbînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em wek jinên ciwan û ciwan azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û ger Rêber Apo azad bibe em ê jî azad bibin. Ez bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên kurd dikim ku li dijî tevahî êrişan li ber xwe bidin û tevahî êrişan vala derbixin.”

Dîcle Benek jî da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Apo li ser tevahî gelê kurd tê meşandin û wiha axivî: “Ev zêdetirî salek e çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome. Em jî wek jinên ciwan ên Mexmûrê dixwazin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Tecrîda li dijî Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Bi tecrîdê re dixwazin girêdanbûna gel û Rêber Apo qûtbikin, lê tucarî nikarin vê yekê pêk bînin. Çawa ku heta niha nekarin hêviya me qûtbikin, ji niha û pê ve jî nikarin qût bikin. Pirsgirekên li Rojhilata Navîn wê bi azadiya Rêber Apo re çareser bibe. Divê wekî jinên ciwan û ciwanên kurd berpirsyartiyên ku dikevin li ser me bicihbînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar