Nirxandnên Ocalan ên beriya 24 salan îro pêk tên?
Li ser operasyonên Tirkiyeyê yên di sala 1997’an de li başûrê Kurdistanê yên li herêmên Xakurkê, Garê û Heftanînê, ji aliyê Rêber Ocalan ve ev nirxandin hatibû kirin ku wê deme di Med TV de hatibûn weşandin.
Rêber Ocalan dibêje: “Operasyona li Xakurkê ku 30 hezar leşker beşdar bûbûn dawiya salê li Garê ya ku li başûrê Kurdistanê kûr û berfire pêk hatiye heta niha jî (armanc ew demê ya ku hevpeyvîn hatî kirin li 1997’an ) dê bidome. Li aliyê din Tirkiye dixwaze li Başûr hin baregehan ava bike. Di vê çarçoveyê de hin pêşmerge çekdar kiriye û dest bi çêkirina hin baregehan kiriye. Li vir dîsa em ji partiyên başûrê Kurdistanê re dibêjin rast e tirkan hin soz dane, weke mînak dibêjin ‘Tirkiye gazî me dike ku em li Enqereyê bicivin’, dewleta tirk di sala 1925’an de li şêx Mehmud Hafid jî kir, heta ku Mustafa Kemal hin çekî dan wî û got ‘Herin li dijî îngîlîzan şer bikin’ Lê piştî ku Tirkiye bi îngîlîzan re bû yek, Şêx Mehmûd ji kokê derxistin. Ez bi taybetî, ji bo partiyên başûr Kurdistanê behsa vê yekê dikim û dibêjim ‘Li dîroka xwe hinekî binêrin.’
Niha jî dewleta tirk heman tiştî dike û heman siyasetê dimeşîne, hinek pereyan belav dike, peywendiyan girê dide û ji we re dibêje werin Enqereyê. Dibe ku partiyên Başûr neçar bimînin biçin Enqereyê. Enqere, piştî sala 1990’î ji ber me bi sextekariyê hurmet û pere da partiyên Başûr, niha jî bang li wan dike. Divê em bala xwe bidin ser bizanin ev tişt ji ber çi tê kirin?
Tirkiye ji partiyên Başûr re dibêje pêwîst e PKK nemîne, lê mixabin ew partiyên Başûr ji tiştan fêm nakin! Mesele ne ew e ku em tengasî û bêçare ne, belkî mesele ev e mirov bê aqiliyan jî bike lê ne ew qasî kûr. Eger kar û xebata me li Başûr nemîne, gelo dê Amerîka bi qasî 5 filsan qîmetê bide partiyên li Başûr? Tirkiye wê di roja duyemîn de jenosîdê pêk neyne?
Demîrel bi xwe ev tişt li Misrê anî ziman û wiha axivî: “Hin eşîr ên serserî hene û em dixwazin wan jinav bibin.” Û Gelo li Kurdistana mezin heman tişt nekirin?
Ma ew ê xayîntî li Seyîd Riza kirî, li roja duyem de tirkan ew nekuşt?
Yê ku xayîntî li Şêx Seîd kir, ma piştî wê nehat bidarvekirin?
Ev û gelek mînakên din di dîrokê de hene ku mirov dikare ji wan fêr bibe û lê binihêre.
Ez li vir ji partiyên başûrê Kurdistanê re dibêjim ger PKK bikeve, ger serhildana Kurdistanê bi ser nekeve helbet roja duduyan dê bi serê we were û hûnê jî bikevin.
Niha hûn dibêjin heke wisa bibe, deriyê dinyayê ji bo me li ser piştê ye û gelek pereyên me hene û em diçin Amerîkayê û ez nizanim em biçin ku derê. Dibêjin li ku derê şîrketên me hene û li ku derê avahiyên me hene. Divê li vir jixwe bipirsin, gelê kurd ê çi jê bê û divê ew bikevin çi rewşekê? Hûn dizanin ku di roja duyemîn de lihevkirinek ji bo qirkirina kurdan heye? Divê em bipirsin, ji bo vê divê em çi bikin?
Guvaştinên cîhanê têrê nake, ji ber ku cîhan bi tena serê xwe mirovan naparêze. Bila ez mînakekê ji bo gelên ermenî û asûrî bînim. Serdemekê Rûsya û Ewropayê piştgirî didan gelê ermenî û digotin ‘Ev gelê xiristiyan in’ lê gelo ev milet mane? Ji ber vê yekê divê em bizanibin ku ger ev pêk were dê gelê kurd gav bi gav bê tunekirin û yê were qirkirin, ji ber vê yekê divê mirov xwe weke sergêjan ji bîr neke.
Divê em bizanbin ka Amerîka milletên cîhanê ji bo stratejiya xwe dixe çi rewşekê û hûn dizanin ku Ewropa jî bi heman awayî siyasetê dike. Ewropa ji bo berjewendiya xwe û dewlemendiya xwe nabêje çima li cîhanê bi sedan mirov dê werin tunekirin! Tenê dilopek rondik jî ji bo we ji çavên wan nayên xwar, ji ber ku wijdana wan nîne, wê demê tu çawa yê bikaribî xwe biparêzî? Û ew xeter e rojane derdikevin holê.
Tirkiye niha tengav bûye. Têkoşîna PKK’ê ye ku Tirkiyeyê tengav kiriye, dibe ku hin tiştan qebûl bike. Mirov dikare ji vê fersendê sûd werbigire lê divê ev fersend ne ji bo berjewendiya şexsî ya hin kesan be. Tu bêjî pere ji min re were, çek ji min re were, ez ê jî li PKK’ê didim, divê hûn bizanibin ku ew hemû ji saya serê PKK’ê ji bo we têne kirin, ji saya serê gelê kurd têne kirin, heke PKK nemîne pere û çek jî namîne û dê ev hemû ji pozê we hezar carî zêdetir derxin û tiştekê ji we re nehêlin.
Divê gelê me yê başûrê Kurdistanê baş bizanibin ku ger wijdan û exlaqek mabe, eger kênekî nêrînek siyasî mabe, neku ya nêrînek kurdistanî, nêrînek siyasî pêwîst e ku vê xeteriyê bibînin. Rast e niha gelek pere û çek hene, lê ji ber PKK’ê ye. Axir hey bênamûs rast e pere û çekê te pir e, lê belê gel û neteweyek dê jinav biçe û dîroka we dê winda bibe?
Ev çar hezar sal in miletek li ser vê xakê dijî, du-sê caran rastî jinavçûnê hatiye û eger vê carê jinav biçe nikare careke din xwe li ser pêyan bigire. Hûn çawa dikarin rê bidin xwe ku bi qedera vî miletî bileyizin? Metirsiyên li ber devê we bi vî awayî ne û mayîna me ya li Başûr ew e ku em van pirsgirêkan çareser bikin.” (Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Med TV 1997)
Ev nirxandin ku beriya 24 salan ji aliyê Rêber Apo ve li ser rewşa siyasî ya Başûr, ji bo partî û malbatên hevalbendên dewleta tirk a dagirker ên Başûr hatibûn kirin, bi rastî yê kêmekê wijdana wî/ê hebe yê bibîne ku ev nirxandin tu dibêjî qey ji bo roja me ya îro li Başûr hatine kirin, hêza PKK’ê 24 sal in di van reşbazarên siyasî yên li Başûr de weke metayekê di bazarên destê îxanetkaran de bi bazirganiya siyasî li ser xwîna wê tê lîstin. Ev xwîn 24 sal in bi destê malbata Barzanî weke rubaran hê jî tê firotin û tenê sedema wê ev e ku dewleta faşîst a tirk hêza xwe ji destekên manewî, madî, stratejî, îstixbaratî, siyasî, ragihandinî, bazirganî, aborî û heta çekdariya van hêzên kurdên xayîn digire, ger ne wiha bûya nekaribûya ev qas sal li hember vê berxwedana bi heybet a cîhanî xwe bigire û bêguman ji ve biketa. Mirov van nirxandinên rojên dûr ên berê dibîne û rewşa serdema niha dinirxîne pir bi ronî dibîne gotinên Rêberê mirovahiya serdemî tevahiya pêşhatên salan ên me yên îro pêşbînî kiriye. Diyar dibe PDK tenê û tenê li ser xwîna PKK kariye dirêjiyê bi hebûna xwe û statuya xwe bide, çima dewleta tirk rê nedaye heta niha dervayî bazirganiya lijêr hegemona wan, ragihandinî û îstixbaratiya li jêr hegemona wan, yek tişt ji PDK û başûrê Kurdistanê zêde bibe, weke em dibînin, ne ji aliyê siyasî, ne ji aliyê aboriya serbixwe, ne ji aliyê stratejiyek gelerî, ne yekgirtinek neteweyî, ne ji aliyê çand, huner, kiltûr û sînema, ne ji aliyê perwerde, ne ji aliyê dîplomasî, ne ji aliyê kontrola asewarên dîrokî, ne ji aliyê pêşesazî û kiştukalî ku bingehên herî sereke yên pêwîstiya wê ne ku miletek li ser were avakirin, Tirkiye nehiştiye yek pêngav başûr ber bi pêşve biçe û berevajî vê Başûr bi yek carî li jêr hegemonyaya dewleta tirk bûye mînak beşek ji hêza vê desthilatdariya dewleta dagirker.