Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rêber Apo bi berxwedana li Îmraliyê serkeftin teqez kir

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, bi îrade û berxwedana xwe serketin teqez kir.

Dadgehên ku çavên wan bi paçekî reş ve hatiye girêdan, nikarin behsa edalet û dadperweriyê bikin. 25 sal û 3 mehên tecrîdê ev rastî bi awayekî zelal raxist ber çavan. Heman demê tecrîda heyî da diyarkirin ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê, makezagon dikarin werin guhertin. Lê li beramber vê bê hiqûqiyê, saziyên pêywendîdar jî bêdeng dimînin. CPT’ya ku qaşo vê rewşê dişopîne, bi helwestên xwe yên di demên dawiyê de, da nîşandan ku werîsê xwe bi destê dagirkeriya Tirkiyeyê ve berdaye.

Li hember dagirkerên ku dixwestin Kurdistanê mêtîngeh bikin, bi dehan serhildan çêbûn. Desthilatdar ji bo ku van serhildanan bifetisînin, bi sedan gund şewitandin, komkujî pêk anîn û pêşengên gel qetil kirin. Goreke ji çîmento çêkirin û li ser kêla wê nivîsandin ‘Kurdistana xeyalî li vê derê hatiye definkirin’. Lê bi derketina Rêber Apo re çarenûsa vê gorê hat guhertin û gel ji xewa mirinê hat şiyar kirin. Êdî welat ne bê xwedî bû û rê li pêşiya vê gotina ku dibêjin ‘qada bê xwedî warê guran e’ hat girtin.

Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê re, tevahî dewletên desthilatdar, ketin ferqa xeteriya li ser sîstema xwe ya modernîteya kapîtalîst. Lewra ketin nava tevger, hevdîtin û planan. Di encamê de biryara pêkanîna komploya navnetewî dan. Di 15 Şibata 1999’an de Rêber Apo dîl girtin û birin girava Îmraliyê.

Avakerê fikrê modernîteya demokratîk ku îro li tevahî cîhanê bûye alternatîfa bingehîn, ev 25 sal û 3 mehin li Îmraliyê di bin sîstema tecrîdê de ye. Dewletên dagirker difikirîn ku wê bikaribin îradeya milyonan di hucreyekê de bigirin. Ev 25 sal û 3 meh, binkeftin û têkçûna wan nîşan kir. Cardin gerdûnîbûna fikrê Rêber Apo û îro li gelek welatan bûyîna manîfestoya têkoşînê ev têkçûn misoger kir. Her wiha Rêber Apo weke serokê xwe pejirandin, ji bo azadiya wî ya fîzîkî ketin nav liv û tevgerê û pêngav lidar xistin.

Rêber Apo bi berxwedanî û şerê ku li Îmraliyê dide meşandin re, tevahî projeyên dewletan yên ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn vala derxist. Desthilatdar jî êdî vê dizanin ku her gotineke ji devê Rêber Apo derkeve, dikare rojeva giştî cîhanê biguherîne. Ji bo ku pêşî li vê yekê bigirin, nahêlin ti hevdîtin çêbibin. Lê hêzên komploger her çendî bixwazibin çavên xwe û guhên xwe ji vî dengê ku li her derê olan dide re bigirin jî, nikarin ji rastiya heyî birevin. Ji ber îro Rêber Apo li her derê ye. Li gorî vê di serî de dewleta faşîst a tirk û pêre jî tevahî hêzên sermayedar her roj rêze planan çêdikin. Tecrîdê mutleq dikin û Rêber Apo weke rehînekî mutleq di destên xwe de digirin. Esas di pêvajoya tecrîdê de gelek ceribandin kirin, gotin di cîh de be digotin qey dema avê biçikînin ew ê tevahî masî bifetisînin. Yanî texmîn dikirin ku ger gotinên Rêber Apo dernekevin, dibe ku gerîlayên azadiyê tesfiye bibin û gel bê hêvî bikin. Lê di vê mijarê de tespîta herî rast Rêber Apo bi xwe kir û gotibû; ‘Pareznameyên min li ku derê bin, ez li wirim’. Lewma Rêber Apo li her derê ye û bûye wêne û nexşerêya her kesî. Lê belê dagirker jî vê rastiyê bi rehetî danaqurtînin, ji ber wê ev 3 sal û 2 mehin nahêlin tu agahî ji Rêber Apo werin girtin. Lê divê her kes li vê rewşê hayil bibe û neyên xapandin. Raste ev 3 sal û 2 meh in qet agahî nayên girtin û her ku diçe tecrîd girantir dibe, lê ev tenê bi van sê salan ve ne girêdayî ye. Esas ev 25 sal û 3 meh in tecrîd girane. Bi vê tecrîdê ve dixwazin tola binketina planên xwe yên di salên 1925’an de, ku sed sal bi ser re derbas dibe hilînin. Lewma bê rawestan planan çêdikin.

Li beramberî vê sîstema tecrîdê û komploya navnetewî, ji gerîlayên azadiyê bigirin, heya gelê Kurd û kesên azadîxwaz, bedenên xwe kirin bombeyên ji agir û xwe di nava dilê dijmin de şewitandin. Bi vî rengî da ku kes nêz nebe, bi laşên xwe ve xelekek ji agir li derdora Rêber Apo çêkirin. Ev rewş di ti demên dîrokê de nehatibû dîtin, ev bûyer cara yekem li Kurdistanê hatin jiyankirin. Bi tîpên zêrîn şîara “Hûn nikarin roja me tarî bikin” di dîroka mirovahiyê de hat nivîsandin. Li ser wî mîrasî, rojane şerê ku gerîla dimeşîne, sekna gel ya serhildêr û xwedî derketina bi milyonan kesên azadîxwaz ve şeqam li rûyê dagirkeriyê dikevin.

Çavkanî: Gulçiya Baran – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar