Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Rêber Apo çirûska gelan e’

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho destnîşan kir ku, roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cejna gelê kurd a vejînê ye û wiha domand: “Rêber Apo bû çirûska gelan.”

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho têkîldarî roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdudllah Ocalan û damezirandina PJAK’ê nirxand.

Şaho ewil bal kişand ser roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “4’ê Nîsanê roja cejna vejîna gelê kurd e, hêvî û daxwazê gelan vejandiye. Jidayikbûna Rêber Apo dîroka hevdem a gelê kurd derxist holê. Gelê kurd bû xwedî hêviyeke ji polayî. Roja bilindkirina ala têkoşîn û vejandina hizir û kesayetiya azad e. Roja rabûn û têkoşînê ya li hember zalim û zordaran e. Ji bo wê ye ku gelê kurd 4’ê Nîsanê weke roja jidayikbûna xwe dizane. Roja çarenûsa xwe bi destê xwe diyar kiriye. Bi vê bîr û ramanê ber bi lûtkeyên têkoşînê dikişin jor. Bi kinahî 4’ê Nîsanê ew Roja ku hêz û hêviya gel civakê geş dike, germ dike; her ku diçe mirovahî li dorî xwe kom dike. Ev roj ji bo gelê kurd ê li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku piştî sala 1999’an û şûnde gel li ser hizir û ramanê Rêber Apo xwe rêxistin kir, vîna mezin a xwe parast. Wate giha wê heqîqetê ku heta niha rejîma Îranê ji destê wan girtibû. Ev roj bi taybet ji bo jin û ciwanan bû dîrokeke hevdem a di nava tarîtiya modernîteya kapitalîst de serî hilda, li ber vê ronahiyê navnîşana azadî û demokrasiyê dît.”

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho têkildarî damezirandina partiya xwe jî ev tişt anî ziman: “Piştî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û şûnde jin û ciwanên rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li Rêber Apo derkevin, bûn xelekek ji agir ya li dorî wî û li dijî hişmendiya komkuj, serkutker û qirker rabûn. Ji bo wê damezirandina PJAK’ê berhema li dijî Komploya 1999’an ya gelê kurd ê li rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Li ser vî esasî 4’ê Nîsana 2004’an PJAK hate damezirandin. Gelê kurd bi zanebûn di vê rojê de damezirandineke wiha ragihand. Li ser vî esasî gelê kurd xeta têkoşîn, felsefeya jinan û tevgera xebata xwe aşkere kir. Bi damezirandina PJAK’ê bersiva li dijî komployê bû. Bi vê dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘PKK Gel e, Gel Li Vir e’ peyama xwe ya ji bo Rêber Apo û PKK’ê da, li ser vî bingehî dest bi têkoşînê kir. Damezirandina PJAK’ê ya di 4’ê Nîsanê de tê wateya dîtina rastî û heqîqetê. Bi vê yekê, dest bi rêxistinkirina civakek demokratîk, jîngeparzê û azadiya jin esas digire kir. Gelê kurd jî girîngî dide felsefe û ramanê modernîgteya demokratîk. PJAK di bin pradîgma û felsefeyek wiha jidayikbûye. Xwedî hişmendiyeke demokratîke ku bawerî bi hemû bingehên yekîtiya netewî, dadperwerî, yeksanî, azadî û demokrasî heye. Yek ji peyama din a avakirina PJAK’ê di 4’ê Nîsanê de ew e ku pişt bi hêz û vîna gelê kurd û civakên bindest dide ku bê navber li dijî hişmendiya serwer û desthilat-dewletê têkoşîn dike. Bi vê yekê PJAK xeta siyem esas digire.”

Li ser rola PJAK’ê ya ji bo gelê rojhilatê Kurdistan û Îranê Şaho ev nirxandin kir: “Yek ji girîngiya damezirandina PJAK’ê ew e ku di nava şert û mercên zehmet û aloz ên herêmê hate avakirin. Di demeke welê de ku bê hêvî û baweriya civakê nemabû, hêz û aliyên siyasî zeîf bûbûn bê bandor bûbûn derket ser dikê. PJAK weke çirûskeke ya hêviyê derket. Damezirandina PJAK’ê karî wê hêviyê careke din vejîne. Bi taybet avakirina PJAK’ê ji bo gelê kurd û gelên azadîxwaz ên li Îranê û taybet ji bo jin û ciwanan bû ew roja ku weke gulberoj lê vedibe. PJAK bû ew hêviya ku her kes heqîqeta xwe têde bibîne. Damezirandina PJAK’ê bû ew yek ku yekîtî di nava gel kurd ên li rojhilatê Kurdistanê ava bike û ruh bideyê, felsefeya yekîtiya netewî li rojhilatê Kurdistan geş bike. Felsefeya têkoşîna PJAK’ê wisa kir ku jin û ciwanên kurd pirsa kurd parçeyî negire dest û pirsa kurd li seranserî cîhanê weke pirsa azadî bigirin dest û ji bo vê têkoşîn bikin. Kurdistan yek parçeye û ji hev qût nîne. Bi vê yekê tevgereke nû ya têkoşînê ava kir. Dîsa formeke nû ya têkoşînê ya civak, xebatên siyasî, jîngeyî, jin û ciwanan rêxistin kir. Bawerî û hêviya parastina cewherî li nava civakê ava kir. PJAK girîngiyeke mezin da şoreşa zihnî û wijdanî ku ferd bê perwerdekirin û rêxistinkirin.

Bi têkoşîna PJAK’ê re gelê kurd bû xwedî îradeya xwe. Gel bû xwedî civak, rêxistin, hêz, hizir, felsefe, rêber, şervan û gerîlayên azad. PJAK’ê bi têkoşîna xwe ya 19 salî wisa kir ku gel pişt bide bi parastina xwe ya cewherî. PJAK bû partiyeke ciwanan ku li ser bingehê azadiya jin û ciwanan. Yek ji destkeftiyên mezin ên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê ew e ku gelê kurd bû xwedî hêzên mezin ên weke YRK û HPC. Jin bûn xwedî modeleke nû ya têkoşînê di nava KJAR’ê de. Her wiha pêkhateyên din ên nava civakê bûn xwedî Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR). Li aliyê din ciwan bûn xwedî rêxistina KCR. PJAK bû sedema avakirina evqas sazî û dezgehên civakî û rêxistinî yên têkoşînê ku ji bo mirovahiyê bûn hêvî.”

Şaho bal kişand ser rola jinan ya di nava PJAK’ê de û got: “PJAK bawerî bi azadiya jinan heye, ji bo belavkirina vê felsefê têkoşîn dike. Li pişt PJAK’ê daneheviyeke xurt a mezin a 50 salî ya têkoşîna Rêber Apo heye ku girîngiyeke mezin dide azadiya jinan. Vê yekê jî hêviya azadiya jinan li seranserî cîhanê mezin kiriye. Ji bo vê felsefê bi hezaran şehîd daye. Di encama vê têkoşîn û şehîdan de îro li rojhilatê Kurdistan û Îranê vejîn heye. Di encama vê têkoşînê de bi sedan pêşengên PJAK, dost û alîgirên PJAK’ê li nava girtîgehan in, felsefeya berxwedan kiriye mînak ji bo xwe. Nimûneya vê jî Şîrîn Elemhûlî ye ku ji bo vê felsefê hate darvekirin. Her wiha Zeyneb Celaliyan mînakeke din a vê ye. Bê guman kes nikare berxwedana îro li kolanên rojhilatê Kurdistan û Îranê serî hildaye ji hev cihê bike.”

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho anî ziman ku projeyên esasî yên PJAK’ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya gelê kurd û Îranê ye û got: “Azadiya Kurdistanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar