Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêber Apo di bin xeteriya her cûre pêkanînên xerab de ye

Parêzer Rêzan Sarica derbarê tecrîda gmutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin de got ku şêweyên cezakirinê yên li Îmraliyê divê weke êrîşek li ser fikir, axaftin û afirîneriyê bê nirxandin.

Rêber Apo 25 sal in di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û ev sal in tu agahî jê nayê girtin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica diyar kir ku zexteke fîzîkî, civakî, psîkolojîk, derûnî û fikrî li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê kirin, bi vê yekê dixwazin ku ji aliyê fîzîkî, ruhî û fikrî ve wî lawaz bikin û got ku nêzî 25 sal in hewl didin wî teslîm bigirin, lê nekarîne vê bikin.

Prz. Sarica anî ziman ku divê ew sîstema Îmraliyê bi rengekî hevgirtî binirxînin; Desteya Dîsîplînê, Desteya Îdare û Çavdêriyê, Dozgerî û Dadgeriya Înfazê bi rê û rêbazên cuda ceza ferz kirine. Prz. Sarica bi bîr xist ku dewletê cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî li şûna cezayê îdamê bi cih kir, lê belê ev yek jî têr nedît û wiha got: “Polîtîkayeke wiha dimeşîne ku hewl dide her kêlî, her deqeya girtinê bike kêliya zilm û zordariyê.”

Malbat di 9 salan te tenê 5 caran hevdîtin kirine

Sarica bi bîr xist ku serdanên malbatê û parêzeran heta sala 2011’an bi biryarên pratîkî û neqanûnî hatin astengkirin, tu carî destûr nehate dayin ku serdan bi rêk û pêk bêne kirin û wiha axivî: “Ji sala 2011’an û pê ve jî di nava 12 salan de ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran destûr nehate dayîn ku parêzer karibin hevdîtinê bikin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê jî di nava 9 salên dawî de malbatê tenê 5 caran karîbû hevdîtinê bike. Dixwazim bibêjim ku di dema van 5 hevdîtinan de jî cezayên dîsîplînê hebûn. Di nava 25 salan de tenê 2 caran karîbû bi telefonê bi birayê xwe re biaxive; bi telefonê tu carî nekarî bi parêzerên xwe re biaxive. Demên berê, gava ku hevdîtina bi malbatê re dihate kirin, destûr nehate dayin ku bi birayê xwe re bi kurdî biaxive. Gelekcaran rojname nedanê, hinek ji wan bi qasî ku neyê xwendin hatin sansurkirin û bi vî rengî hatin dayin. Cezayên dîsîplînê lê hatin birîn ku axaftina bi telefonê û şandina nameyan lê asteng kirin. Lê belê nameyên gef û heqaretê danê. Pirtûk û kovarên ku sîstem qebûl nake, nehatin dan. Pirtûkên ji metnên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî doza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribûn, bi qedexeya desteya çavdêriyê ji wî re nehatin dayin. Di 14 salên destpêkê de ji televîzyonê bêpar hate hiştin, piştre jî tenê destûra hin qenalan hate dayin. Radyoya ji qenalekê jî bi hincetên cuda jê hate stendin û demeke dirêj jê re nehate dayin.”

Hemû mafên Rêber Apo tên astengkirin

Prz.Sarica anî ziman ku sîstema cezakirinê ya giran a 25 salan bivê nevê ji aliyê fîzîkî û ruhî ve zerareke mezin dide mirovan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo mirovekî girtî meseleya herî jiyanî, têkiliyên xwe yên civakî û jiyanî ye. Ev yek jî bi serdanên endamên malbatê, parêzeran û li gorî qanûnan bi serdanên xizm, heval û dostan dibe. Ev têkiliya bi jiyanê re divê rû bi rû bê danîn, di heman demê de divê karibe bi rêya telefon û nameyan jî agahiyan werbigire. Her wiha gelekî krîtîk û girîng e ku rêyên dîtbarî, deng û nivîskî yên ragihandin divê hebin ku karibe haya xwe ji cîhana derve hebe. Ev maf li Birêz Abdullah Ocalan bi temamî hatine astengkirin an jî qedexekirin. Halbûkî têkiliya bi cîhana derve re ji bo pêşîgirtina li kiryarên xerab û derveyî mirovahiyê, li dijî cezakirinên kiryarên li derveyî mirovahiyê xwedî rola herî girîng a parastinê ye. Eger ev pêk nayê hingî rîsk heye ku mirov li her cûre kiryarên xerab rast bê. Şêweyê cezakirinê yê li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike û zêde dibe, ji bo wê yekê ye ku ji aliyê fîzîkî, civakî, psîkolojîk, ruhî û fikrî ve zerarê bidin Abdullah Ocalan. Tê xwestin ku Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî, ruhî ve bê lawazkirin û ji aliyê fikrî ve teslîm bê girtin. Ev cezayên lê têne birîn divê weke êrîşek li dijî polîtîka, axaftin û hunera hilberînê ya Ocalan bêne nirxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar