Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Rêber Apo gel azad kir û divê em jî azadiya fîzîkî misoger bikin’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku çawa ku Rêber Apo gel azad kir, ew ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibi têbikoşinû ev tişt anîn ziman: "Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiyê hîmê desthilatdariyê û kapîtalîzmê hejand. Em ê jî her li pey felsefeyê wî bin ta ku azadiya  wî ya fîzîkî ya mîsoger bibe."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal berê ji hêla hêzên hegemon ve bi komployeke navdewletî hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê dibin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Şêniyên Kobanê bertek nîşanî tecrîda mutleq dan û xwestin demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin.

Şêniya bi navê Emîra Elî bal kişand ser bêdengiya li hemberî pêkanîna li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, kesên qala mirovahiyê dikin li hemberî tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in. Emîra Elî bêdengiya saziyên mafên mirovan şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku helwesta xwe li hemberî tecrîdê diyar bikin û wiha domand: “Êdî em dixwazin Rêberê me di nava me de be.”

Emîra Elî  bal kişand ku dewletên desthilatdar ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîmê desthiltdariyê û kapîtalîzmê hejiyaye,  ji ber wê ew dîl girtin. Bi dîlgirtina wî re xwestin bibêjin piştî wî dê kes serî hilnede. Lê belê hesabên wan şaş derketin, gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan in û heta azad bibe dê li qadan bin.”

Cîhan Derwêş jî got: “Bû 3 sal lê belê tu agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin, ruxmî ku malbat û parêzerên hewl didin pê re hevdîtinê bikin, lê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên astengkirin. CPT jî tu agahiyên rast der barê Rêber Apo de ji raya giştî re nade.”

Cîhan diyar kir ku di dema erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bursayê ya Tirkiyeyê ku girava Îmraliyê lê ye, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan negirtine û wiha pê de çû: “Em dixwazin agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Dewleta tirk her dixwaze rewşa Rêber Apo aşkera neke. Tirsa wan ew e ku dawî li desthilatdariya wan bê. Lê em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin. Çawa ku Rêber Apo gel azad kir, em ê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibi têbikoşin.”

Bêrîvan Şifqet jî got heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe ew ê her li ser piyan bin û dewam kir: “Dewleta tirk nahêle ne malbat ne parêzer derbasî cem Rêber Apo bibin. Dewleta Tirk her dixwaze Rêber Apo, gel û malbatê ji hev qut bike. Lê bila dewleta tirk baş bizane ku em li ser felsefeya Rêber Apo ne û em ê bi vê felsefeyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Şêniya bi navê Narîn Zede got: “Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û bi pêş dixin. Ew erdheja ku herî dawî pêk hatiye, em dixwazin zanibin bê Rêberê me di çi rewşê de ye û êdî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em ê her tim têkoşînê mezin bikin da ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar