Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rêber Apo gelê kurd ji goristanê derxist û ji nû ve zindî kir’

Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim diyar kir ku li pergala Îmraliyê 25 sal in îşkence heye û wiha axivî: “Rêber Ocalan gelê kurd ji goristanê derxist û azad kir û ji nû ve zindî kir. Bi paradîgmaya xwe hemû plan û projeyên hêzên serdest û hegomon tev li hev kir. "

Hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derxistina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê dest bi komploya navdewletî kirin û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Di her 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê de bi girseyî derketin kolanan û komploya navdewletî şermezar kirin. Rêber Apo li êşkencexaneya Îmraliyê berxwedaneke bêhempa meşand û bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk jiyana azad pêşkêşî gelan kir.

Mînaka herî berbiçav Şoreşa Rojava ye.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû jin, ciwan û kesên di nava saziyên sivîl de cihên xwe digirin û karên rêxistinî dimeşînin, di heman demê de di nava rêxistinên wekî; YPG-YPJ, TEV-DEM, Mala-Jin û Mala-Gel de bi vîna xwe di nava qada parastina cewherî de cih digirin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku demekê bi Rêberê Gelan Ocalan re maye, der barê avakirina felseyefa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibe û tecrîda li Îmraliyê nirxandinên girîng kir.

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim, ewil bal kişand ser nasîna xwe ya bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re û wiha got: “Dema ez di nava lêgerînê de bûm, min Rêber Abdullah Ocalan nas kir. Ez di sala 1977’an de li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bûm. Di sala 1978’an de ez ji bo xebatê çûm Erebîstana Siûdî. Min li vir tevgera azadiyê nas kir. Hin qadroyên partiyê wekî karker hatibûn vir. Em jî ciwan bûn û lêgerînên me jî hebûn. Em di lêgerîna ku pirsên me bibersivîne debûn. Dîsa em li tevgera ku rastiya kurdan analîz bike, digeriyan. Dema ez ciwan bûm, ez ji kadroyan fêr bûm ku tevgera azadiyê hatiye avakirin. Wê demê têkiliyên min bi tevgera azadiyê re pêş ket. Di salên 1980’yî de têkiliyên me zêde bûn. Ji ber ku em dixebitin salê carekê mafê me yê destûrê hebû. Di sala 1983’an de ez derketim destûra salê, yekem car li Şamê min Reber Ocalan dît û rû bi rû em axivîn. Ji ber ku berê min wêneyê wî nedîtibû, min ew nas nekir. Beriya wê di salên 1981,1982’an de di çarçoveya xebatên partiyê de têkiliyên me hebû. Em bi rêya telefonê diaxivîn. Wê demê telefon ne mîna niha pêşketîbûn. Çend sal şûnde dîsa min Rêber Ocalan dît. Li Erebistana Siûdî tevgera wî mezin bû. Ez di sala 1990’an de vegeriyam Rojava. Wê demê min bêtir Rêber Ocalan dît û me bêtir sohbet kir.”

‘Hêzên Navdewletî Rêber Ocalan dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin’

Muslim, destnîşan kir ku hêzên navdewletî û hêzên hegomon xwedî projeyek bûn û wiha got: “Komploya navdewletî projeya wan e. Bi vê projeyê xwestin Rojhilata Navîn, li gorî xwe ji nû ve plan bikinLê Rêber Ocalan ev plana hêzên hegomon tev li hev kir. Hêzên navdewletî xwestin li gorî kêfa xwe ji nû ve sînorên dewletan xêz bikin û li gorî xwe rêveberiyên wan diyar bikin. Di vê projeyê de cih ji kurdan re tune bû. Kurd tev li hesabê xwe nekiribûn. Lê Rêberr Ocalan gel hişyar kir û plana hêzên navdewletî pûç kir. Plana hêzên navdewletî serobino kir. Hêzên navdewletî xwestin statuya gelê kurd tune be. Ji ber vê yekê xwestin ku xwe ji Rêber Ocalan rizgar bikin. Li aliyê din Dewleta Tirk dixwest xwe wekî Serokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) îlan bike. Piyê komployê yê yekemîn li vir dest pê kir. Hêzên Navdewletî Rêber Ocalan dîl girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Her çend Tirkiye bibêje min ew girtiye jî nerast e. Ji xwe Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevit jî gotibû ‘Wekî bombeyekê avêtin hembêza me. Çima şandin ji mere ez jî nizanim.’ Yên komplo amadekirin bi ser neketin. Lê gelek bandorên komployê çêbûn.”

‘Şoreşa ku îro geş dibe berhema fikr û felsefeya Rêber Ocalan e’

Salih Muslim, da zanîn ku jiyan û pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avabûye, îro bi proje û paradîgmaya Rêberê Apo bi ruh bûye û wiha lê zêde kir: “Rêber Ocalan dema di sala 1979’an derbasî Kobanê bû, çend kes bûn. Dema li Lubnanê bi Filistiniyan re ket têkiliyê, sinc û nerînek din da wan. Pîvanek nû da wan, Rêber Ocalan di sala 1982’an de ji ber van pîvan û sincê xurt gele hevalên wî şehît ketin. Gelek hevalên wî hatin girtin. Gelek ciwan ji Rojava çûn tev li akademiya Mahsum Korkmaz bûn. Ji Kobanê tevlêbûn pir pir zêde bû. Destkeftiyên hatin bidestxistin, bi şerê dirêj û berxwedana zêde ya li kozikan hat bidestxistin. Dema di sala 1983’yan de filistînî ji Lubnanê hatin derxistin, Rêber Ocalan derbasî Şamê bû. Wê demê gelek kesên tên nasîn hatin cem Rêber Ocalan û çûn. Gelê Rojava birçîyê zanînê bû. Gelê rojava birçiyên Şoreşê bûn. Li ku berxwedanek hebûya diçûn tev li têkoşînê dibûn. Hemû gelê Rojava li gel Rêber Ocalan bû. Wî hişt ku gelê Rojava bêtir têkoşînê xurt bike. Kesên xwestin kurdan terbiye bikin, di 2004’an de li  Qamişloyê bi berxwedanê hat terbiyekirin. Ji sala 2011’an heta niha li Rojava şoreşa ku aj daye her ku diçe geş dibe. Şoreşa ku îro geş dibe berhema fikr û felsefeya Rêber Ocalan e. Rêber Ocalan zikê gel têr kir.”

Rêber Ocalan 40 sal berê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir

Muslim, destnîşan kir ku pergalê berê bi hemû nirxên gel lîstibû û wiha pêde çû: “Gel heqîqeta xwe ya bi destê hêzên serdest winda kiribû, dîsa bi pergala  Neteweya Demokratîk ji nû ve bi dest xist. Fikrên Rêber Ocalan û paradîgmaya Rêber Ocalan pir zêde bi bandor e. Rêber Ocalan 40 sal berê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir. Niha firk û felsefeya gelê kurd heye. Berê jî lehengên gelê kurd ên wekî Qazî Muhammed, Şeyh Said, Seyîd Riza û gelek kesên din hebûn. Raste. Lê van kesan ji bo gelê kurd çi kirin. Negihiştin armancên xwe. Rêber Ocalan digot ‘Berî her tiştî şoreşa fikr û ramanê ji bo me lazim e. Têkoşîn tenê bi çikan têr nake. Tişta herî zor şoreşa mejî bû. Lê Rêber Ocalan tercîha herî zehmet kir û dest bi şoreşa hişmendî û mejî kir. Pergala Modernîteya Demokratîk Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk li Rojava pêş xist. Rêber Ocalan Neteweya Demokratîk tenê ji bo gelê kurd pêş nexist. Ji bo hemû gelên bindest û hemû gelên din ev felsefe pêş xist.”

Salin Muslim, bilêv kir ku DAIŞ’ê xwest Kobanê bi dest bixe û wiha berdewam kir: “Li dijî hovîtî û tarîtiya DAIŞ’ê berxwedanek pir dîrokî pêş ket. 9 sal di ser salvegera Kobanê re derbas bû. Kobanê ji bo gelê kurd sembola berxwedanê ye. Yek ji cihê herî zêde kurdan lê li ber xwe daye vir e. Ji ber vê yekê Kobanê sembol e. Fikr û refleksê Rêber Ocalan a li ser rizgarkirina Kobanê gelek girîng e. Yên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan, ji hest û paradîgmaya Rêber Ocalan hêz girtin. Rêber Ocalan got ‘Divê Kobanê neyê xwar’ Piştî vê gotinê bi hezaran Kurdistaniyan ji çar aliyê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Ev serkeftin, serkeftina Rêber Ocalan e.”

Muslim, bibîr xist ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in di şertê tecrîdê de di yek hucreyê de tê ragirtin û wiha dirêj kir: “35 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Tecrîdê her ku diçe giran dibe. Tecrêdê giran dikin. Li pergala Îmraliyê 25 sal in îşkence heye. Rêber Ocalan kurd ji goristanê derxist û ji nûve zindî kir. Hemû plan û projeyên hêzên serdest û hegomon tev li hev kir. Dewleta tirk ji bo hêzên navdewletî gardiyaniyê dike. CPT jî diçe Îmraliyê û ziyaretan dike, lê van raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Rêber Ocalan gelê kurd ji goristanê derxist û azad kir. Lê niha pergal jî dixwaze Rêber Ocalan têxe wê goristanê. Divê hemû gelê kurd vê rastiyê baş bibînin.”

Salîh Muslim, herî dawî destnîşan kir ku bi milyonan azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û wiha bi dawî kir: “Li cîhanê pêngava “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji statuya gelê kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê di li 74 navendan di 10’ê Cotmeha 2023’an de pengava gerdûnî dan destpêkirin. Komployên ku dest pê kiribûn îro didomin. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, dê her tişt kêm û nîvco bimîne. Heta Rêber Ocalan azad nebe, em çi bikin jî kêm e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar