Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêber APO: Hakî ruhê min yê veşartî bû

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd yên li ser şehadeta pêşeng û şoreşgerê mezin Hakî Karer û şehîdên meha gulanê wek ‘Meha Şehîdan’ tê nasîn, bi vê rengî ne;

Îro 18’ê Gulanê ye. Rojeke bi wate a şehîda ye. Bi giştî meha gulanê, Meha Şehîdan e. 18’ê Gulanê, ji bo me û şoreşgerên Tirkiyê meheke şehîda ye. Weke tê zanîn, şehîdên me yên yekemîn di germahiya vê biharê de, ji bo ava kirina jiyanê canê xwe dane.

Şehadeta rêhevalê Heqî jî di vê roja pîroz da pêk hat. Divê em bîranîna rêheval Heqî baş bixwînin. Ji ber wê jî divê em dîroka partiyê rast lêkolîn bikin, rast fam bikin. Divê em baş bibînin ka PKK çawa xwedî li bîranîna rêheval Heqî derket…

Rêheval Heqî, hevrêyekî ku bawerî da, pêdiviyên wê heya dawiyê pêk anî û di oxira tekoşîna azadiyê de jiyana xwe danî holê. Rêhevalên Heqî jî heya dawiyê li ser vê dozê meşîn û di asteke bilind de xwedî li bîranîna wî derketin.

Şehadeta hevalê Heqî Karer ev da nîşandan. Her mirovek dixwaze, xwe bide dozekê. Lê rêhevalên ku li pişt mirov jî dimîne, bi misogerî divê doza min bi şerekî bê qusûr berbi serkeftinê ve bibe. Yên ji vê bawer dikin, xwe ji şehadetê nadin paş. Di nûneriya rêhevalên xwe de, di rêwîtiya rêhevaltiya xwe de ger bê bawerî û gûmanek hate nîşandan, tu dixwaze bila artêşek biçe, ji vê dozê wê ti xêr neyê!…

Wê demê em ji tiliyên desta kêmtir bûn. Em komeke rêhevalên ku ne xerca berîka me hebû û ne jî tabanceyeke me ya bi têkûz hebû. Ya rastîn, ji wê re mirov nedikarî bibêje grûb jî. Em komeke rêhevalan a ku bawerî dida hevdû bûn. Ne rev hebû û bi gotineke biçûk jî ba, hevdû xistina zorê tine bû. Her tişt ji dil, azad û rast bû.

Durustî û paqij bûna vê hevrêtiyê bê nîqaşe. Di destpêkê de hesabên takekesî tune bûn. Tenê ji ber ku rast e, mirovan xwe dida vê dozê. Pirsgirêk wê ji min re çi bîne, wê mirinê an jî sûdê, qet gûmanên bi vî rengî di hizra me de nebûn. Li ser hîmê van rastiyan, yekîtiya mirovan, yekîtiya baş û xweşik e. Ya ku me di wê demê de ava kiribû, yekîtiyeke bi vî rengî bû.

Rêhevalê Heqî, şehîdê destpêkê yê avabûneke bi vî rengî ye. Bê ku tu berjewendiyan bide berçav, dil û mejiyê xwe di oxira vê dozê de kiribû yek.

Bi vî rengî wê bîranîna şehîdan mezin bibe. Di vê yekîtiyê de, piçekê berjewendî hebûya, heya berjewendiya grubê a polîtîk jî hebûya, derfetên ku em meşeke bi vê bîranînê re bidin çêkirin, wê tune bûya.

Ev sal, sala ku tekoşîn û şehadetên mezin tê de çêbûne. Ji we jî nêzikatiyeke bi mirovane tê xwestin. Navê vê jî, ji bilî serkeftinê bêyî ku şans ji tiştên din re bê dayîn, meşandina şerê jiyanê ye. Pêdivî bi kesayetên şoreşger ên ku ji bê derfetiyê derfetan ava dikin heye. Kesayetên ku ti astengiyan nas nakin, heya dawî bi serkeftinê bawerin û ji bo wê her awayî bedelan dide berçavan heye. Ji vê salê re bûna bersiv, di fêm kirina şehîdan re derbas dibe. Me bi vî rengî fêm kir, pêşwazî kir û bi vî rengî jî me wate û girîngî da jiyanê. Rastiya şehîdan ji bo mirovên ku dixwazin bi vî rengî jiyan bikin, pêdiviyên wê çi ne, bi ronahiya tekoşîna xwe ve daye nîşandan.

Di destpêka avakirina PKK’ê de, ev kom ji 6 piştre jî ji 12 kesan pêkdihat. Ev kom pir bi rêxistin bû. Temenê xwe ji feqîriyê digirt û dirustbûn taybetmendiyeke wê a herî bingehîn bû. Civakê nirxeke mezin da van taybetmendiyên wan ên dilnizim. Di şêwazê têkoşîna wan de milê herî balkêş ê ku derdikete pêş, propagandaya bi axaftin bû. Pir kêm belavok û daxuyanî weşan dikirin. Di wê komê de yê herî fedekar û dirûst Heqî Karer bû. Ger di sala 1977’an de şehadeta wî çêneba, dibe ku ev kom ewqas zû berbi radîkalîzmê ve neçûba.

Çawa ku çarmixkirina Îsa, hewariyên wî pir bi bawer û bi biryar kir û di vê bingehê de ramanên wî ji her milî ve belav bû, şehadeta heval Heqî Karer jî ji heman encamê re rê vekir. Hê girêdayî û hê bi biryarbûn, pîvanê girêdanbûna şehîdan bû.

Di bûyera PKK’ê de komploya yekem a ku di şexsê rêheval Heqî de li dijî partî pêk hat, ji bo me di warê îdîa, xurtbûn û mezinkirina tekoşînê de roleke pir mezin leyîst. Ger ev komplo nehatiba pêkanîn, wê demê ev kom wê çi şêwaz bigirtana, mijareke nîqaşê ye. Di vir de bername û navê PKK’ê ji girêdan, bîranîn û şehadeta Heqî Karer ve hate destgirtin û hate nivîsandin. Ji her girse û herêmê endam beşdar kir. Di nav gelê me de hest û pêdiviyên yekîtî û welatpareziyê xurt kir. Ev herdû hevalên me yên ku bi eslê xwe Tirk bûn, ango rêheval Heqî û Kemal Pîr, ji bo biratî û piştgiriya gelan, mînakên herî mezin in. Weke heval Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat…  Kadroyên pêşeng ên partiyê, bi  rojiya mirinê û çalekiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke komployeke hundirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlîhev bû ku, di dîrokê de bi navê “Berxwedana zindana Amed’ê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihate sepandin komployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevahî girtiyên siyasî radest kirin bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm. Ev êrîşên hovane jî pir banor dikir. Lewre “Berxwedaniya zindana Amedê” bi berxwedan û sekneke bi rûmet, di serî de di nav zindanan de, li hemû qad û kolanan deng vedide. Ev berxwedanên giranbiha ji bo guhertina polîtîkaya zindanê roleke dîrokî leyîst. Vaye piştî ewqas sal ev sekn û berxwedan mîna kevneşopiyekê didome. Di xeta PKK’ê ya azadiya gelan de wek sembola sekna û helwesta bi rûmet cihê xwe girt.

Çalakiya rojiya mirinê, ji bo pêngava 15’ê Tebaxê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, dibe ku pêngav bi vî rengî pêk nehata. Li ser bîranîna rêheval Heqî Karer me PKK damezrand û li ser bîranîna berxwedana zindana Amed’ê jî, me pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir.

Ez bûm Mem û Derwêşê Evdiyê hemû Zîn û Edûl’an. Ji axîna dawî ya Manî, Mazdek û Babekan, heya tenêbûna Kerbela ya Hesen û Hûseyîn, eşqa heqîqetê ya Hallacî Mansûr û dostaniya Pîr Sûltan, min tevahî hîs kirin, bi êşên wan re ez jî êşiyam. Min kar û barê wan girte ser milê xwe û di şopa wan de min jî dest bi lêgerîna azadiyê kir û tekoşîn mezin kir.

Ez bûm hevalê Denîz, Mahîr û Îbrahîm’an. piştre jî bûm şervanê tolhildana Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Ferhat’an. Di van abîdeyên mirovatiyê de ne tenê şerê wan, doza wan a aştiyê jî hebû. Vaye niha jî em doza wan dewam dikin.

Di salên 1970’an de dengê ciwanan pir bê tirs û geş bû. Di van qadên ku her milê wê bi xefkan ve tije bû, bêtirsbûn dihat hîskirin. Ev ciwan bi vîn û helwesta xwe ya azad ve ewqasî Egîd û bêtirs bûn. Heger di min de jî hestên rûmetiyê heye, ezê heta dawî xeta van ciwanan bişopînim.

Di Kizilderê de şehadeta Mahîr Çayan, dardekirina Denîz Gezmîş, erka girêdanê dabû ser milên me. Êdî xwendina dibistanê tenê derfetek bû. Êdî misoger bû ku ez ê bi navê gel tevbigeriya ma. Min pirsgirêka netewî wisa destpêkir.

Li hember van rastî û rûmetiyan, komar di cewher de na, di şêwaz de hedef girtin derdiket pêş. Ber bi salên 80’an ve hem PKK hem jî kesayetan wisa şêwaz digirt. Rastiya komarê bandoreke sereke dabû çêkirin. Pejirandina nasnameya Kurd li milekê, ji bo ku gelê Kurd bin ax bike, her cûre rê û rêbaz di rojeva komarê de bû. Nasname û kesayeta min a ku li gor pêvajoyê şekil girtibû, ketibû nava lêgerînan. Di vê rewşê de xebateke herî bi wate ya ku minê bikira, ji cewher û potansiyela Kurdan vîn û hêzeke tekoşînê derxistina holê bû. Ji bo bîranîna şoreşgerên Tirkiyê û şehîdê me yê mezin Heqî Karer, encax me bi tevger û rêxistineke wisa ve bersiv bida.

Di qonaxa bîrdozî û teorîk a ku ez gihamê, du tiştên bingehîn bandora xwe dikir. An bi baweriyê ve girêdayî beşdariya dilnizm û dirûst, an jî beşdariyeke bi cewherê teorîk û hêza bîrdoziyê ve girêdayî. Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind, di serî de Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Heqî Karer, Xeyrî Durmuş, Mahsum Korkmaz û bi hezaran şehîdên qehreman şêwazê beşdariya min a ji tekoşînê re bi fedekariyên xwe ve xêz kirin. Beşdariya bi cewher a van hevalan, heya dawî ji me sekn û helwesteke bi rûmet bendewar dikir.

Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên mezin hene. Heqî, Mazlum, Mahsum, Taylan Ozgur, Berzan Ozturk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin in. Tevahî van nirx û rûmetana weke pirtûkeke bi wate ku pêwîste herdem bê xwendin in. Ji ber wê PKK weke ku hun fêm dikin, nikarin bidin şixûlandin.

PKK ne têgîna kesan e. PKK rastiya we ye. PKK Xeyrî ye, Kemal e, Heqî ye. PKK kombûna nirxên dîrokî yên mirovahiyê ne. Ev nirx wisa bi hêsan nehatine bidestxistin. Niha ez di jiyanê de, şehîdên ku xwe kirin xwelî û xwe ji nûve bi xweliya xwe afrandin mînak bigrim, an jî taybetmendî û fêrbûnên we yên biçûk mînak bigrim?! Di vir de hûnê pir vekirîbin. Ez ê girêdan û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî’yan destpê kir û bi Zîlan’an giha nirxeke mezin temsîl bikim. Divê hun jî vê hevaltiya rast ji bo xwe esas bigrin. Ger hun dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hun destpêkê xelekên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Ev girêdana bi şehîdan re ye.

Dema Şehîdê me yê yekem Heqî Karer hate qetil kirin, dinya bi serê min de xira bû. Ji bo ku tolhildana wî bigrim, ti hêza min jî nîn bû. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistinekê, jiyanî kirina wesiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gorî girêdana bîranîna şehîdan bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “Ey sûbayê xwûnmij Esat Oktay, ji bo ku tu kêyfxweş nebî, ezê ti carî nebêjim ka dilopeke av bide min. Ez ji te re ti car lawahî nakim. Ez  ji te re başiyeke wisa ti car nakim”.

Dîroka lehengiyê ya PKK’ê di vir de ye. Lehengî, heta henaseya xwe ya dawî ji dijminê xwe re lawahiyê nake. Nirx û bedewiya herî mezin jî ev e. Lewre dikarim vê yekê jî bilêv bikim; heger hevalên rast û bedew li hawirdorê min hebin, wê ti destên qirêj nikaribin nêzî tekoşîna me ya mirovane bibin. Dema ku Kemal Pîr çalakiya heval Ferhat Kurtay’an dibîse, ji xwe re wisa dibêje; “Pêwîst bû ku me ev çalakî pêk anî ba.” Bi van hestan, bi vê berpirsyariyê ber bi rojiya mirinê ve diçin. Ez çalakiyên întîharwarî napejrînim û şaş dibînim. Lê ez çalakiya Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlum Doxan û Ferhat Kurtay’an, weke çalakiya întîharî nanirxînim. Gotina van hevalan heye. Dibêjin ku; “Ger derfetê me yê jiyanê hebana, me yê ew esas bigirta. Lê di nava van derfetan de emê heta dawî jiyana birûmet hilbijêrin û di oxira vê jiyanê de çi pêwîst bike, emê wê bicih bînin”.

Ev nirxandina hevalan, pîvana me ya çalakî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahiyê tiştek tenê ma bû, ew jî çalakiya berxwedanê bû. Van rêhevalên me yên pêşeng jî bê qusûr ev çalakî pêk anîn…

Weke tê zanîn M. Xeyrî Durmuş biryarbûna xwe û hevalên xwe wisa dinirxîne; “Me bi serxist” Dirûşmeya wan jî; “Wê rûmeta mirovahiyê qezenc bike” bû. Kevneşopiya me ya şerê berxwedanê ev e. Divê ev heta rastî heta dawî bê fam kirin û rast bê pêkanîn.

Di nav me de, di xeta şehîdbûnê de mirin û jiyan bûye yek. Ango di oxira siberojek azad de, mirin û jiyan heman tiştê îfade dike. Şêwazê xebata Rêbertî, şêwazê xebata ku ferqa di navbera mirin û jiyanê de radike ye. Mîna jiyaneke ku ji mirinê pir ne dûr e. Di mirinê de jî, taybetmendiyeke ku jiyanê naqedîne heye.

Ev pir girîng e. Ji ber ku rastiya şehîdan, di xebatên ramyarî, leşkerî û rêxistinî de, bi kurtî di hemû cûrên xebatan de, ferqa di navbera jiyan û mirinê de rakirin e. Weke ku qet nemiriye, jiyan kirin û her dem weke ku em bi mirinê re rû bi rû ne jiyan kirin esas tê girtin. Ev tê wê wateyê ku mirov di xeta şehîdbûnê de jiyan dike. Şehîdên me tevahî xebatên xwe bi vî rengî dimeşandin. Ji ber wê, ne mumkine ku xeteke din a pêşengî û fermandariyê bê temaşe kirin…

Kesayeta we ji pergalê girtiye çi ye? Jiyana ku we ji pergalê girtiye çi ye? Ne tişteke. Weke ku min got; ji bo pêwîstiyan her kêliyên ku tavilê bi mirinê re jî were jiyan kirin dibe ku hebe. Ev jî heya dawî hişyarî û balê bi xwe re tîne. Wêrekiya kor a ku hun pê nêzî mirinê dibin, wê tucarî neyê pejirandin. Ya rastîn, em her kêlî bi mirinê re rû bi rû ne, heya niha dibe ku mirin gihabe herkesê/î jî. Di vê cihanê de şexsê herî zêde nêzî mirinê ye û her kêlî talûka mirinê jiyan dike ez im. Lê, talûke hebe jî ez xwedî kesayeteke bi wî rengî me ku talûke nikare min bigre. Ev jî bi şêwazê serkeftina PKK’ê ve girêdayî ye.

Bi misogerî divê hun van rastiyan baş fam bikin. Roja şehîdan ji bo vê jî fersendeke mezin e. Ji ava hun jê vedixun û ji bayê hun jê nefes digrin zêdetir, pêdiviya we bi xeta jiyana birûmet heye. Ez bawerim ku hun vê pêdiviyê baş fêm dikin. Ger hun fêm bikin, wê demê jî ji bo we meşeke bi têkûz, perspektîfa şer, jiyan û serkeftinê pêwîste. Serkeftina vê jî misogere. Wateya şehadetên yekemîn pir mezin e. Em berhemên wan in. Yên ku şehadetan fêm dikin, dikarin artêşê ava dikin, civaka nû ava dikin. Lê yên ku bîranîna şehîdan rast pêşwazî neke, bi misogerî çi zû çi jî dereng, wê here xiyanet û binkeftinê. Em neçarin ku berpirsyar bin. Rêbertiya PKK, Rêbertiya berpirsyariyê ye. Rêbertiya girêdayî bîranîna şehîdan mayînê ye. Xeta rêbertiya PKK, mîna xelekekê bi sala ye bi hevdû ve hatiye girêdan. Xelek bi xelek li hev hatiye zêde kirin. Îfadeya rastiya ku nayê xira kirine. Ya tê xwestin bi rastî jî baş fam kirin, ger mumkin be, bûyîna xelek û li xeleka sereke zêdebûne.

Me nirxên mezin da van şehadetên pîroz. Em pê gelek xemgîn bûn. Lê me girêdana wan jî bi pêngavekê destpê kir û heya roja me ya îro anî. Li ber serê we bi hezaran şehadet hatin jiyan kirin. Bi sala ye em li ser şoreşa Tirkiyê radiwestin. Niha em gavên hê bi biryar davêjin. Ez bawerim ku gerîla jî di nav de, bi gavên bîrdozî û ramyarî, em ê sala di pêşiya xwe de bixin sala serkeftinê. Li ser vê bingehê xwe bi van esasên girîng ve dana girêdan, her wiha weke kesayet xwe gihandina feraseta rêxistinê, ya herî girîng jî şêwazên çalakî û taxtîka rast pêk anîn, wê aliyên din ên şoreşê jî bandor bike. Em ê bi vê seknê her roj bêhtir nêzî serkeftina hevbeş a gelan bibin.

Li ser vê bingehê careke din hemî şehîdên me yên şoreşê bi bîrtînim. Ji wê rojê heya niha bi destpêkirina çalakiyan ve, em xwedî li bîranîna şehîdan derketin. Vaye îro jî bi bilindkirina tekoşînê re em dixwazin hê bêhtir xwedî li bîranîna wan derkevin. Heya serkeftinê jî wê bi vî rengî be. Di vê wateyê de em dibêjin ku, şehîdên şoreşa PKK’ê û yên ku di vê rêyê de dimeşin nemirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar