Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rêber Apo hêviyên desthilatdaran têk bir’

Dayîka Zehîde, behsa dîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got: "Rêber Apo xwedî kesayeteke bi heybet ku canê mirov li hemberî ezameta wî diheje. Lewma jî tevahî dewletên desthilatdar ji wê ezametê ditirsin."

Tecrîda mutlaq a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Dayîka Zehîde Elî Eyûb ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, ji ANF’ê re wiha qala wan kêliyan kir.

Dayîka Zehîde Elî Eyûb yek ji wan dayikan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Dayika Zehîde wiha qala kêliyên dîtina Abdullah Ocalan kir û got: “Li bajarê Helebê em qasî çend saetan li gel malbateke welatparêz man. Piştre di danê êvarê de em çûn cihekî din. Li wir em gelek kes ji bajarên cuda û ji neteweyên cuda tevlî civînê bûn. Kêliyekê min serê xwe rakir, min Rêber Apo dît. Xwedî kesayetê wisan bi heybet bû ku canê mirov li hemberî ezameta wî dihejiya.”

“Divê em xwedî li welatê xwe û Kurdistana xwe derkevin”

Zehîde got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim digot ku xwe bi rêxistin bikin û hêviyên xwe bi dewletan ve girê nedin, rabin ser piyan û wiha got: “Ji kesên amade gelek pirs ji Rêber Apo dikirin û digotin, gelo wê dewlet piştgriya me bike. Rêbertî wiha digot, ‘hêviya xwe bi dewletan ve girê nedin, tenê birêxistin bin û di nava gel de xebat bimeşînin. Divê em xwedî li welatê xwe û Kurdistana xwe derkevin.”

‘Bi ruhê ku Rêber Apo dayî me em liberxwe bidin’

Dayîka Zehîde di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo ji bo tevahî gelê bindest bêyî teredûd têkoşîn kir. Ne em dizanin rewşa Rêberê me çawa ye, ne jî em dizanin çi bûye. Hemû dewlet û CPT jî, ji bo berjewendiyên xwe, xwe bêdeng dikin. Em jî weke gel divê hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Bi ruhê ku Rêber Apo dayî me, me xwe bi rêxistin kir û ji nû ve me got, em hene.”

‘Rêber Apo xwedî zanebûneke bê hempan ye’

Dayîka Zehîde destnîşan kir ku hemû dewletên desthilatdar ji fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin û got: “Rêber Apo xwedî zanebûneke bê hempa bû. Ev zanebûn jî, ji dewletên desthilatdar re tirs û xofek e. Ji bo wê jî komplo li hemberî Rêberê me dan destpêkirin û xwestin fikrê Rêbertî tune bikin. Hesibandin ku dema vê fikrê tune bikin, wê ev doz jî weke serhildanên din biçewise. Lê fikra Rêber Apo ev tişt berovajî kir û hêviyên desthilatdaran têk bir.

Divê em êdî rabin ser piyan û li hemberî vê dagirkeriyê xwedî helwest bin. Divê em tecrîdê bişkînin û azadiya Rêberê xwe û Kurdistanê mîsoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar