Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Rêber Apo ji bo me hêza herî mezin e

Helîme Hecî (58) ya ku tevlî xwendinên Sosyolojiya Azadiyê bû got, "Rêberê me ji bo me jinan hêzeke mezin e. Em wî dixin navenda jiyana xwe û jiyana nû ava dikin."

Helîme Hecî ya 58 salî ku li Qamişloyê dimîne, ji salên 1990’î dema ku felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nas kir û vir ve jiyana xwe li dora van nirxan ava dike. Helîme Hecî ji ANF’ê re axivî û bi jinan re Sosyolojiya Azadiyê dixwîne, fikrên Rêber Apo nîqaş dike û hewl dide îdeolojiya wî bixe meriyetê.

Helîme Hecî qala wê yekê kir bê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê çawa nas kir: “Em li taxa Qudirbeg a Qamişloyê bûn. Rêbaza jiyanê ya Apoyiyan bala min kişand. Şensê min nebû ku biçim qada Rêbertî lê belê min derfet dît ku li qeydên deng ên Rêbertî guhdarî bikim. Bi rêya kasetan min Rêbertî nas kir, felsefeya wî nas kir. Ji ber ku nirxandinên wî qala jiyana me dikir, gelekî bi bandor bûn. Lewma min deriyê mala xwe li hevalan vekir. Bi taybetî me hevalên birîndar derman dikir. Komek rehet dibû, komeke din a birîndaran dihat. Bi dizî ketin malê û derdiketin. Rejîma Baasê wê demê xurt bû, lê min zanîbû ku cihgirtina li gel Tevgera Azadiyê ya Kurd wê ne hêsan be.”

Helîme Hecî diyar kir ku Rêber Apo piştî ku dîl hate girtin, gel hîn bêhtir xwedî li fikrên wî derket û got, “Sibeha 15’ê Sibatê agahiya girtina Rêbertî belav bûbû. Min welê hîs kir ku bi carekê cîhana me tarî bûye. Rojeke reş bû. Em li hev kom bûn û fikirîn bê wê ji niha û pê ve çi bibe. Bi demê re bi saya berxwedan û têkoşîna Rêbertî me roj hîn bi xurtî pêşwazî kirin. Rêbertî li zindanê bû lê belê fikrên wî bi me re bûn. Rêbertî ji ber têkoşîna xwe ya ji bo gelekî dîl hatibû girtin. Bersiva me ya herî mezin wê jiyana bi Rêbertî re bûya.”

Helîme Hecî ragihand ku têkoşîna 20 salan bi rengekî veşartî li Rojava hate meşandin bi Şoreşa Rojava re gihîşt asta herî bilind û got, “Karê ku me bi dizî dikir niha bi rehetî dikin. Eger ne ji Rêber Apo bûya em nedibûn. Em ê neçar bimana ku di bin zilma rejîma Baasê de jiyana xwe dewam bikin. Şoreşê rêya me ronî kir, Rêber Apo dilê me rehet kir. Navnîşana azadiyê nîşanî jinan da.

Helîme Hecî anî ziman ku li Qamişloyê li nava komuna Şehîd Berxwedan ku navê kurê wê ye (Mûnzûr Qamişlo – 2015’an li Til Temirê şehîd bû) weke jin li hev kom dibin, Sosyolojiya Azadiyê dixwînin û got, “Gelekî bi wate ye ku jin li hev kom dibin, paradîgmaya Rêbertî dixwînin û fêhm dikin. Em ne tenê berhemên Rêbertî dixwînin. Di her sernavî de nîqaşê dikin. Her jinek nêrînên xwe tînin ziman. Bi vî rengî dewlemendiyeke fikrî tê afirandin. Rêberê me ji bo me jinan hêza herî mezin e. Em Rêberê xwe dixin navenda jiyana xwe û jiyanake azad a nû ava dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar