Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

‘Rêber Apo ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye’

Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo » wiha gotin: “Bi rastî Rêber Apo em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir. Rêber Apo ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye.

Gerîlayên azadiya bi ruhê fedaî ya ji berxwedana bêhempa ya Rêber Apo digirin derbên mirinê li dagirkerên tirk dixin. Bi taybetî jî bi çalakiya dilê dagirkeran a li Enqereyê hat kirin û di van demên dawî de bi operasyonên şoreşgerî faşîzma dewleta tirk hilweşandin. JI wan gerîlayên ku li hemberî dijmin berxwedaneke bê hempa dimeşînmin gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Havîn û Zeyneb Cûdî bi berferehî hestên xwe ji bo Rêber Apo anîn ziman.

Gerîla Bêrîtan diyar kir ku dema mirov rastiya Rêber Apo û heqîqeta ku xwe gihandiyê binêre, dibîne ku di zarokatiya xwe heta ber bi avabûna partiyê xwe ava kiriye û wiha got: “Rêber Apo fikirên li dijî kurdbûnê di temenê xwe yê biçûk de dibîne û nakokiyan dijî. Bi taybetî di warê ziman, çand û weke ‘Kurd çima tune tê hesbandin û nikarin bi zimanê dayikê biaxivin’ nakokiyan dijî. Mirov dibîne ku Rêber Apo hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de ev yek qebûl nekiriye. Ya rast Rêber Apo di zarokahiya xwe de tenê nakokî nejiya timî di nava têkoşînê de bûye û alternatîfa rewşa heyî pêş xistiye. Ev jî di têkoşînê gavên hîn xurtir avêtiye.”

Gerîla Bêrîtan anî ziman ku mirov dibîne ku bingehekî wê dîrokî û civakî heye û wiha domand: “Bi rastî Rêber Apo ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye. Heman demê bi derketina Rêber Apo re, derfetê guhertineke dîrokî ji bo jinê jî ava bûye. Ji ber bi saya Rêber Apo jinê karîbû xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Rêber Apo jin kir çavkaniya esasî ya jiyan û civakê. Ji bo vê weke jin karîbû derketineke wisa dîrokî di roja îro de bide nîşandan.”

Gerîla Bêrîtan herî dawî ev tişt anî ziman: “Bêguman ruxandina koletiya jinê wê ne hêsan be. Ne wisa hêsane ku ew qalibên koletiyê bi hêsanî were şikandin. Ev jî têkoşîn û dem jê re divê. Bi avakirina partiyê û berhemên Rêber Apo re, di milê bîrdozî, felsefîk û dahûrînên ku der barê jin û civakê de pêşxistiye îlhamek daye avakirin. Esas mirov dikare bêje bi vê re weke jin kete ferqa hebûn û xwebûna xwe.”

Gerîla Zeyneb Cûdî got ku zarokên kurd bi nîşaneya serketinê û bi gotina Rêber Apo re dest bi jiyanê dikin û wiha axivî: “Her zarokê kurd dema ku çavên xwe li cîhanê vedike, bi tiliyên serketinê û bi gotina Rêber Apo re mezin dibe. Bi xwe em di herêmeke wisa de mezin bûn. Bi rastî dema ku em zarok bûn, me navê Rêber Apo dibihîst, an jî dîmenên wî me didît, ruxmî ne naskirinê kelecanekî em digirtin. Ger mirov bixwaze pênaseya Rêber Apo bike, pêwîste ku xwe bigihîne asta Rêber Apo. Bêguman em jî niha têkoşîna wê didin. Kêliyekî be jî em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em fêrî xwe kirin, em kirin ya xwe, em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir, em kirin mirov. Em di aliyê fizîkî de Rêber Apo nagirin dest. Rêber Apo baweriyeke, felsefeyeke, zanisteke. Rêber Apo ev e ji bo me û ji bo hemû jinan.

Rêber Apo cihê xwe di dilê me de wisa girtiye û em di wê hewildanê de ne ku xwe bigihînin wê heqîqetê, em bibin ya xwe. Rêber Apo jî di nava nirxandinên xwe de dibêjê; ‘Xwe gihandina Nîrvanayê’. Em jî kengî gihîştin wê, wê dem em dikarin bêjin me xwe gihandiye hevaltiya rast a bi Rêber Apo re. Ev yek wê bihêle ku em rastir di rêya Rêber Apo de bimeşin û rast pênaseya wê bikin. Bêguman em hîna jî di destpêka rê de ne. Ew hewildan heye ku em li ser vê rêyê bimeşin.”

Gerîla Zeyneb Cûdî bal kişand ser hêstên azadiyê û pîvanên rast ên xwebûnê û wiha bi dawî kir: “Mirov dikare bêje ev hestên azadiyê ne. Çawa ku ji bo gerdûnê du roj nabin, ji bo jinekê jî heman tişt e. Ji bo jin jî du çavkaniyên jiyanê nabe. Weke hevrê Sema dibêje; ‘Du roj nabin’ Rêber Apo jî ji bo me ev e. Me jî bi vî awayî xwe li derdora Rêber Apo kiriye xelekeke ji agir ku em bikaribin wî agirê geştir bikin û di wê de xwe bihelînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar