Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêber Apo: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê wateya jina azad, welatê azad û mêrê azad

Rêber Apo dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wek manîfestoya sedsala 21 emîn a azadiyê bi nav kir û wiha dibêje: “Ev sal, salên azadiya jinan ya dijî çerxa tarî ya şaristaniyên jinan bindestkiriye.”

Hertim berxwedana mafê jinan bûye parçeyek ji nexşerêya PKK’ê. Di salên 80’î de dema PKK kete nava xebatên artêşbûnê de, jin jî çek rakirin. Perwerdeyên leşkerî û birdozî ji bo jinên ku di nava civaka baviksalar a Kurdistanê de hatibûn çewisandin hatin vekirin û vê cudahiya mezin partiyê di nav wan de navûdeng kir.

‘Jin welateke ku hatî dagirkirine û divê were azadkirin’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de diyar dike ku jin di bin desthilatdariya pergala baviksalarî ya kapîtalîzm û netew-dewletê de ye û wiha dibêje: “Jin welateke ku hatî dagirkirine û divê were azadkirin.” Ji ber vê yekê di nîveka salên 1990’î de bang li mêran kir ku dawî li zilma li ser jinê bînin û bi rastî jî got: “Mêrbûna xwe bikujin.”

Rêber Apo di salên 90’î de fikra ‘Bîrdoziya azadiya jinê’ danî holê û vê bîrdoziyê bi vê hevokê bi kurtî tîne ziman ‘Heta ku jin azad nebe civak azad nabe’ û wiha dibêje: “‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê wateya jina azad, welatê azad û mêrê azad.”

Piştî belavkirina vê bîrdoziyê, Rêber Apo di sala 1999’an de bi Komployek Navneteweyî tê girtin ku heta niha di girtîgeha yek kesî ya Îmraliyê de tê girtin. Lê girtina Rêber Apo li pêşiya belavbûna vê bîrdozî û fikrê nebû asteng. Rêber Apo dev ji vê mijarê berneda, bi name û parêznameyên xwe yên ji girtîgehê şandin, hewl da ku îdeolojiya jina azad hîn zêdetir bi pêş bixe.

Encama vê hewldanê bû afirandina jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz û li çiya, zanîngeh û akademiyên cihanê nîqaşa felsefeya ‘Jinolojiyê’ ango zanista naskirina jinê ku niha tê hînkirin û lêkolînkirin.

‘Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013’an de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê peyamek bi sernavê ‘Ji Hezkiriyên Heqîqet, Wekhevî û Mirovatiyê re’ belav kir û tê de wiha dibêje: “Ev sal, salên azadiya jinan ya dijî çerxa tarî ya şaristaniyên jinan bindestkiriye. Heta ku jin ku bi xwe jiyane, azad nebin, jiyan rêwîtiyeke. Heta ku aştî di navbera jin û mêran de li gel jinê çênebe, keyfxweşî xelayek valaye.”

Di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de girtiya siyasî Atîfe Nebewî di nivîsek a xwe wiha tîne ziman: “Min cara yekem dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Girtîgeha Evînê ji Şîrîn Elemhulî bîhîst ku wê nivîsîbû û bi dîwarê textê razanê yê xwe ve hilwistibû.”

Şîrîn Elemhûlî di sibeha 9’ê Gulana sala 2011’yan de bi tometa ku peywendiyên wê li gel Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê (PJAK) heye, li gel Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan li Gîrtîgeha Evînê ya li Seqîzê hatin darvekirin.

Li heman Seqîzê Jîna Emînî çavê xwe li jiyanê vekir û heman li wir spartin xakê. Jinan bi heman dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şoreşa hemdem îlan kirin û ev dirûşme gihişte ser lêvên hemû jin û têkoşerên azadiyê yên cihanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar