Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêber Apo mîna riweke di nav zinaran de şîn bû, derket holê

Faris Şemo destnîşan kir ku derketina Rêber Abdullah di demekê de ku zilm û sitemkarî li gelê kurd û gelên bindest dihat kirin, mîna şînbûna riwekekê ji nava zinaran e ku şax dide û bi xwe re biharê tîne û wiha got: “Em ê her tim daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. Ji ber ku kesekî mîna wî nabe dûrî gel bimîne."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in di êşkencexaneya Îmraliyê de tê ragirtin, bi rêya “cezayên dîsîplînê” zêdetirî 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li gelek deverên cîhanê û Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj çalakî tên lidarxistin. Ji rûspiyên civaka êzidî Faris Şemo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke rizgariyê ye û ne tenê banga azadiya Kurdan dike, banga azadiya pêkhate û gelên li Rojhilata Navîn dike.

Şemo di salên 1980`yî de tevgera rizgariyê nas kiriye. Têkildarî wê demê got: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji yên partiyên din cuda ne. Şoreşa wî ji bo doza gelên bindest e. Ji ber wê, me ji ramanên wî yên azad bawer kir da ku mafên xwe biparêzin. Derketina Rêber Abdullah Ocalan, di demekê de ku zilm û sitemkarî li gelê kurd û gelên bindest dihat kirin, mîna şînbûna riwekekê ji nava zinaran e ku şax dide û bi xwe re biharê tîne.”

Şemo destnîşan kir ku civaka êzidî di dîroka xwe de rûbirûyî 74 fermanan maye, herî dawî êrîşa DAIŞ`ê ya sala 2014`an a li dijî Şengalê bû. Şemo wiha pê de çû: “Her kes dizane 2014`an çi bûye. Bi saya kesên bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer in, êzidî ji tînan nemirin. YPG û YPJ û gerîla korîdoreke mirovahiyê ji êzidiyan re vekir û derbasî Rojava bûn.”

Şemo ev li gotinên xwe zêde kir: “Civaka êzidî ya li Şengalê li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe yên ewlehiyê û leşkerî ava kirin.”

Şemo der barê tecrîda li ser Rêber Apo de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk bi tecrîdê, fikra rizgariyê ya Rêber Abdullah Ocalan hedef digire. Li gel zehmetiyan jî, Rêber Abdullah Ocalan rêya xelasiya gelan ji zilmê, ronî dike. Em li ser şopa wî ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Şemo destnîşan kir ku dewleta tirk û hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji piraniya dozên li Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye û diyaloga bi wî re dibe ku gelek aloziyan bi dawî bike, lê ew çareseriyê naxwazin, ew dixwazin bêaramî li Rojhilata Navîn dewam bike, da ku berjewendiyên xwe bi dest bixin.

Di dawiyê de Faris Şemo got: “Em dev ji fikrên wî bernadin. Fikrên wî dozên me çareser dike. Em ê her tim daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. Ji ber ku kesekî mîna wî nabe dûrî gel bimîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar