Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Rêber Apo modeleke alternatîf pêşkêşî mirovahiyê kiriye

Siyasetmedarên Misrî diyar kirin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li dijî sîstema hegemonîk pergala konfederalîzma demokratîk pêşkêşî mirovahiyê kiriye û wiha axivîn: “Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.”

Rêber Gelan Abdullah Ocalan zêdetirî 50 sal in li hemberî pergala kapîtalîst berxwedaneke bêhempa dimeşîne û bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê rêya azadiyê pêşkeşî hemû gelan kir. Siyasetmedarên Misrî li ser bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê nerînên xwe anîn ziman.

Koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û di heman demê de rojnameger Îlhamî El-Melîcî diyar kir ku rêber, ramanwer û fîlozof Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku hegemonyaya emperyal a Amerîkayê nebêdawî ye û wiha got, “Xwezaya rewş, dîrok, tevgera dîrokê û tevgera gelan nîşan dide, ku ev hegemonya bi saya gelek faktoran wê bi derbasbûna demê re bêbandor bibe. Mirov dikare nêrînên Rêber Ocalan di xalên jêrîn de binirxîne. Rêber Ocalan pêşî kapîtalîzmê rexne dike, ji ber ku dibîne ku hegemoniyaya amerîkî lûtkeya kapîtalîzmê temsîl dike. Ramanwer Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku kapîtalîzim bi mekanîzmayên xwe ve dibe sedema newekheviya aborî û civakî. Ev yek pêwîstî bi lêgerîna modelên alternatîf ên li ser bingeha edaleta civakî û xwerêveberiyê derxist holê. Sîstema konfederalîzma demokratîk ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye diyarkirin, li dijî hegemonyaya Amerîkayê weke alternatîfa herî baş bi pêş ket. Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.”

Nivîskar û rojnamegerê Misrî destnîşan kir ku bi giştî nêrîna ramanwer û filozof Abdullah Ocalan di zanista jîngehê de li ser esasê nûkirina têkiliya mirov û xwezayê ye.

Balyozê Misirê yê berê yê Iraqê Şerîf Şahîn anî ziman ku Rêber Apo ji bo welatên ku em ji wan re dibêjin nûjen in modeleke pêşkêş kir û û wiha got: “Li hemberî ramanên Rêber Ocalan gelo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê dîsa karibin xwe bidin ser hev? Rêber Ocalan di xwendinên paşerojê de bal kişand ser Yekîtiya Ewropa û rola wê ya bisînor a ku bi şerê Ukraynayê hate îspatkirin ku wê nekarî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê rawestîne. Yekîtiya Ewropayê ji 24’ê Sibata 2022’yan û vir ve zêdetirî 130 milyar Euro alîkarî daye Kîevê. Siyaseta Dewletên Yekbûyî her çend ji bo Koreya Başûr an jî welatên din ên ku di pêşketina pîşesaziyê de mînaka wê dişopînin hene jî, lê ew nekarin modelek siyasî ya serbixwe pêş bixin. Rêber Ocalan pêşî li fikra xwe ya li ser mijara jîngehê girt û ji bo gelek welatên cîhanê yên pêşketî kir mijareke navendî. Ji ber ku di raporên navneteweyî de tê gotin qirêjî, ji ber şêwazên vexwarin û hilberînê yên bêdawî û guherîna avhewayê çêdibe.“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar