Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rêber Apo rêya azadî û çareseriyê nîşan dide

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê Pierre Barbier bal kişand ser rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha got: “Bîrdozî û fikrên Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşkeş dike. Lewma Ocalan di tecrîdê de tê ragirtin.”

Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ku di 10’ê cotmehê de li 74 bajarên cihanê hemwext hat destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Fransayê (Parti de Gauche) Pierre Barbier derbarê tercîda girankirî û rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêkên civakî de axivî.  Barbie diyar kir ku gelê Fransayê li dijî tecrîda girankirî ya ku 25 sal in li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin in û bi gelê kurd re ye. Barbietecrîd wekî bêhiqûqiyê pênase kir û wiha got: “Tecrîda li dijî Ocalan, li dijî hiqûq û mafên navneteweyî ye. Haya gelê Fransayê ji rewşa Ocalan a li girtîgehê heye. Hefteyek berê kurdan meşek li dar xist û fransî jî tev li bûn. Hemû kesên li Fransayê dijîn hay ji vê rewşê heye û gelek kes dê tev li van çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan bên lidarxistin bibin.”

Hêrsa gel a aştiye mezin dibe

Di berdewamê de Barbier, daxwaza bi hezaran kesan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke “hêrseke aştiyane” pênase kir û wiha pêde çû: “Gelê kurd biisrar e ku rêberê wan azad bibe. Min ev yek dît. Hêrseke pir mezin heye lê di heman demê de ev hêrseke aştiyane ye. Ji ber ku zîhniyeta li Tirkiyeyê ya di halê hazir di meriyetê de protesto dikin û dixwazin biguherînin. Hêrsa ketina nava liv û tevgerê û daxwaza guherandinê ye.”

Barbier li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema esasî ya ragirtina Ocalan a di girtîgehê de, sekna wî ye. Ne tenê kurdan lê gelek kesan temsîl dike û ji bo guherandina civakê gelek tiştan dike. Ya ku hikûmeta tirk ditirsîne jî ev e. Fikr û bîrdoziya ku Ocalan pêşkeş dike, çareserkirina pirsgirêkên civakê pêşkeş dike. Lewma Ocalan di tecrîdê de tê ragirtin. Heke Ocalan azad bûya, heta niha gelek tişt li Tirkiyeyê guherandibûya.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar