Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Rêber Apo ruhek da ruhê me yê mirî

Necat Mûsa diyar kir ku bi saya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gel ji tunebûnê rizgar bûn û got: “Berî ku Rêber Apo rabe, me xwe nas nedikir. Tenê me zanîbû ku kurd hene lê me qet wateya kurdîtiyê bi kûrahî baş nizanîbû. Dema me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir û me rastiyek tê de dît em pê ve hatin girêdan. Rêber Apo ruhek da ruhê me yê mirî.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi berxwedana bêhempa li hemberî pergala kapîtalîst têdikoşe û bi pergala demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê deriyê hêvî û azadiyê li hemû gelan vekir. Rêber Apo 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê li hemberî pergala kapîtalîst berxwedana xwe didomîne. Berxwedana bêhempa û paradîgmaya Rêber Apo îro bûye hêviya azadiya mirovahiyê. Ji ber vê yekê di serî de gelê kurd û hemû gelên cihanê girêdayî Rêber Apo ne û li her derê dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e, gel li vir e” rojane li ser piyane. Bi vê hêz û baweriyê dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava kurewî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin û bi hemû hêza xwe didome. Necat Mûsa qala naskirina xwe ya bi felsefeya Rêber Apo û PKK’ê û bandora li ser wê kiriye, kir.

Necat Mûsa di destpêka axaftina xwe de li ser jiyana Kurdan a berî derketina Rêberê Apo û piştî derketina wî wiha axivî: “Berî ku Rêber Apo derkeve, me xwe nas nedikir. Tenê me zanîbû ku kurd hene lê me qet wateya kurdîtiyê bi kûrahî nas nedikir. Kurd timî di bin êşkenceyê de derbas dibûn û ji civakê dihatin dûrxistin. Destpêka Rêber Apo derket em matmayî man, me digot gelo ev kesê ku doza gelê kurd daye ser pişta xwe û li hember van dijminan sekiniye kî ye? Dema me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir û me rastiyek tê de dît em pê ve hatin girêdan. Rêber Apo ruhek da ruhê me yê mirî. Kurd tenê bi nav zindî bûn û pratîkê de de kurd mirî bûn. Êdî me xwest bi hemû hêza xwe alîkarî bidin tevgera ku Rêber Apo ava kiriye. Kelecan ji bo me da avakirin. Me qet bawer nedikir rojek ji rojan em ê bibin xwedî nav û wê xelk me nas bikin. Lê Rêber Apo ev yek pêk anî, doza kurd û Kurdistanê kir dozeke cîhanî. Rêber Apo bi ked û berxwedanî destpê kir, me jî her tişt ji bo Rêber Apo û doza kurdan kir xizmetê de. Her maleke kurdan bûbû tabûrek ji bo Rêber Apo. Zarokê me yê ku ji nû fêrî axaftinê dibûn, gotina destpêkê fêrdibûn ‘Bijî Serok Apo’ bû. Girêdaniyek pir mezin di navbera gel û Rêber Apo de ava bû.”

Rêber Apo doza jinan kir sitûna sereke ya paradîgmayê

Di berdewamiya axaftina xwe Necat Mûsa da zanîn ku bi saya Rêberê Apo jin xwe ji hişmendiya zilamê serdest xilas kir, mafê xwe di jiyanê de nas kir û wiha pêde çû: “Rêber Apo ne ji bo berjewendiyên xwe derket, ne ji bo ku xwe li ser civaka Kurd ferz bike derket. Rêber Apo ji bo pirsgirêkên gel çareser bike gavê xwe avêt. Ya herî ku hişt jin bi taybet bi Rêber Apo ve werin girêdan ew e ku doza jin wek doza kurd û Kurdistanê pênase kir. Azadiya jin ji bo xwe kir armanca sereke. Zilam xwe li ser jin ferz dikir û wê ji tevahî qadên jiyana derveyî malbatê dûr dixist. Xwe tim li ser her tiştî didît. Lê Rêber Apo ev yek guherand. Rêber Apo doza jinan kir sitûna sereke ya paradîgmayê. Em niha dibînin ku çawa jin bi hêza xwe û kesayeta xwe ya giran li hember dijmin sekiniye û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girtiye.”

Rêber Apo û PKK ji bo me jiyan in

Necat Mûsa anî ziman ku PKK ji bo gel bû ronahî û riyeke ku dijminê xwe têk bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema PKK derket di me de hestekî cuda ava bû. Me dizanî PKK ji bo gel e û wê me biparêze. Zarokên me tevlî Tevgera Azadiyê dibûn. Dema çeteyên DAIŞ’ê bi ser me de hatin û qirkirina kurdan dabûn ber çavê xwe, bi saya PKK’ê çeteyên DAIŞ’ê têk çû. PKK’ê xwe ji bo gel feda kir da ku nehêlin gelê kurd koçber bibe, çanda xwe winda bike, bi qirkirinê re rû bi rû were. Ev jî dibe sedema herî mezin ji girêdana me wek gel bi Rêber Apo û PKK’ê re. Rêber Apo û PKK ji bo me jiyan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar