Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Rêber Ocalan: Bêrîtan teslîmê paşverûtiya kurd nebû

Rêberê Gelê Abdullah Ocalan çalakiya Bêrîtan weke xeta azadiyê binav dike û wiha dibêje: “Pêşmerge xwestin Bêrîtan teslîmê wan bibe lê ew vê ya hêjayî xwe nedît û teslîmê pavşerûtiya kurd nebû. Ez xeta Bêrîtan a azadiyê esas digirim. Çalakiya Bêrîtan ji bo me peyam e, bangawazî û wesiyet e.”

29 sal li ser çalakiya fermandara jin a gerîla Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25’ê Cotmeha 1992’an de li çiyayê Lêlkan ya Xakûrkê ku li dijî dagirkeriya tirk û hêzên wê yên noker pêkanî re derbas dibe. Bêrîtan piştî guleyên wê xilas dibe, pêşmerge wê dorpêç dikin û dibêjin, ‘Radest bibe, em tiştek bi te nakin’ lê ew teslîmiyetê ji xwe re weke bêrûmetî dibîne û xwe ji zinaran diavêje.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fermandara jin Bêrîtan weke çalakiyeke li dijî paşverûtiya kurd bi nav dike û wiha dibêje: “Keçek hebû bi navê Bêrîtan, ji gundekî nezî Karakoçanê bû, nameyek ji min re nivîsîbû. Keçek pir kûr û xwedî hêza entellektûel bû.

Pêşmerge bang lê dikin, dibêjin ‘radest bibe em tiştek li te nakin, em nadin Tirkiyeyê û êşkence jî nakin’ lê ew teslîmê neteweperestiya kevneperest û pavşerûtiya kurd nabe. Bêrîtan teslîmiyetê ji xwe re qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinaran diavêje. Ev ne xwekujiye, çalakî ye. Xeta azadiyê ya ez esas digirim ev e. Parastina rûmeta azadiyê ya wê keçê deynê ser milê me ye. Ev prensîba min e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, divê Bêrîtan bibe xet û wiha pêde diçe: “Bêrîtan li dijî paşverûtiya kurd û neteweperestiya kevneperest bi qehremanî li ber xwe da. Ev ji bo min diyarîker e û prensîb e. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinan e. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazeke û ji bo me wesiyet e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku dê jinên kurd xeta Bêrîtan a azadiyê bişopînin û vê peyamê dide: “Ez neferekî vê xetê me. Wê jin xeta Bêrîtan bişopînin. Heya aştiya birûmet neyê dê vê xetê bidomînin. Ji bo min a girîng şerê li ser di xeta Bêrîtan de ye. Ew peyam û bangawaziye ji bo me, ma dibe ku em vê keçê ji bîr bikin?”

Rêber Ocalan dibêje ku dê heya henaseya dawî li ser xeta fermandar Bêrîtan biçin û wiha dibêje: “Em li ew cihê ku Bêrîtan lê disekinê ye. Heya henaseya dawî ya jiyana xwe em ê li ser wê xetê biçin û ji bo şeref û azadiyê şer bikin. Tenê keçek an jî zilamek girêdayî min bimîne bes e. Ji bo min a girîng têkoşîna azadiyê ye. Têkoşîna min azadîxwaze û xwe dispêre hêza xwe. Ne tişteke wisa ye li beramber çend pere û dolar were firotin.” Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar