PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rêber Ocalan: Dev ji xiaynetê berdin werin yekitiyê-III

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe ya bi telefonê ya li gel Medya TV de bang li PDK’ê, dewleta tirk û hêzên cihanî kir ku dev ji siyaseta parçekirin û tunekirina kurdan berdin û wiha got: “Ger di nava kurdan bi xwe de diyalog çênebe, tu dewletên din jî hurmetê li me nagirin, nayên ser diyalogan. Diyaloga kurd ji wê zêdetir tifaqa kurd zarûrî ye.”

Beşa dawî:

“Ji girtiyên zîndanan heta, şivanê li çolê, gundan bajaran heta xwendevanan, yekitiya xwe çêbikin, her tiştê li benda me nemînin. Bese sekinîn, bese mirina PKK’ê, PKK rabe wê kurdayetî nemîne, PKK rabe hûn baş dizanin Kurdistan namîne. Ji bo wê hesabê şaş nameşe û PKK jî naqede.

‘Diyaloga kurd ji wê zêdetir tifaqa kurd zeruriye’

Ger di nava kurdan bi xwe de diyalog çênebe, tu dewletên din jî hurmetê li me nagirin, nayên ser diyalogan. Diyaloga kurd ji wê zêdetir tifaqa kurd zeruriye. Lê ji ber ku ev tuneye, kesê heta niha dirust vê diyalogê ne meşandiye. Ev ji bo yekitiyên navneteweyî jî derbazdare. Ger ewqas milyon bi yekitiya siyasî bikare xwe îfade bike, ez bawerim îmkanên em bigirin bi xwe bese. Em ewqas ji bo deriyê Hecî Omeran şer dikin, ji bo parçeyekê bajarekî ewqas şer dikin ku feqîrin jî îmkan tuneye, îmkanên ku li cihanê em bikarin ji xwe re çêbikin bese, mirov pêwîste hinekê kûr bifikire. Cihan dixwaze alîkar be, kampanyayek alîkariyê were çêkirin, gelê kurd ê ji derve dikare vê yekê derbixe. Bi vê yekê em dikarin alîkariyê kom bikin, hîn bêhtir dewletên din. Hemû xwe mecbûr dibînin, di dîrokê û roja me ya îro de neheqiyek mezin li ser kurdan çêbûye. Her kes ez bawerim wê bixwaze vê neheqiyê rake û alîkariyek bike. Tabî ev jî bi yekitiya me ve girêdayiye, ger yekitiya me çênebe bi çend partî re dîplomasî nameşe. Dîplomasiyek neteweyî, bi saziyek neteweyî re dimeşe. Saziyek neteweyî ya kurdan hebe, yek deng be, dikare bi hemû dewletên cihanê re, li ser îmkanan dîtinan çêbike, ne me nasbike, na ne kudan nas bike, filan îmkaniyet me dît, ewqas pere me da, ewqas çek me da, alîkariya siyasî bike. Giringin ev îmkan.

‘Werin em li ser mijara mezin a siyasî ya Kurdistanê diyalogek xurt bidin destpêkirin’

Ez carek din bang dikim, me çiqas şer jî kiribe, ji serokatiya PDK’ê re jî ji serokatiya YNK’ê re jî em amadekariyên îmkanên xwe bikin, bi awayekî fîîlen jî em werin cem hev jî, ne ji dûr de nameyan bişînin yan jî bi vî awayî banga bikin. Ev kêmaniyên me ye jî lê weke din çareya me tuneye. Lê bila xwe amadebikin ku em li ser mijara mezin a siyasî ya Kurdistanê diyalogek xurt bidin destpêkirin. Ne gengaze partiyek bi tena serê xwe tu gava bavêje. Ez bawerim vê carê wê bimeşe, berê jî nêrînek min hebû min di got ev şerê dawiyê ye, ji bo operasyona tirka jî min tiştek gotibû, min got ev operasyon operasyona dawiyê ye, ez bawerim dîrok wê vê nêrîna min di cih de bibîne. Ev şer jî ne şerê birakujiyê ye, şerê yekitiyê ye. Di destpêka şer de min wiha got. Dem jî her kes jî vêya dixwaze. Ji bo aştiyê pêwîstî bi tu navbeynkariya tu dewletan nîne, ev tiştek şerme.

‘Siyaseta li ser parçebûna kurdan nameşe’

Min destpêkê de ji dijmin re ji tirka re jî digot, ger di destpêkê de ji bo mijara kurd me hinek gavên siyasî bi avêtina, ji niha baştir bû. Niha ew jî di nava tengaviyekê dene, 14 salin Tirkiye di vî şer de gelek tişt winda kir. Tiştên me xwestî ne dijî Tirkiyeyê bû, ne li ser parçebûna sînorên Tirkiyeyê jî bû. Li ser biratiyê û xurtbûna hemû gelan bû. Tabî me guhdar nekirin, gotin ‘terorîstin û li ser parçebûna me ne, kurd nînin’ û encamê de gihiştin vî halî. Ev siyaset nameşe, dev ji vê siyasetê berdin. Li ser kurdan ne leyîzin, li ser başûrê Kurdistanê jî ne leyîzin. Ev operasyon jî bese, gelek îmkanên wan jî tê de vala çûn. Yanî mesrefên ku di nava van 5 mehan de kirin, di şerê 1920’an de nekirin. Gelek kes jî mirin. Yanî ji bo çi, li Başûr çi kirin, ewqas bombebarankirin, me lewazkirin, na em ji berê xurtirbûn. Ji bo vê ne raste. Siyaseta li ser parçebûna kurdan nameşe, Tirkiye divê dev ji vê siyasetê berde. Ji bo wan jî tekane rêya çareseriyê aştiye.

‘Kes nikare bi lîstikan kurdan tune bike’

Ez ji hikûmeta Mesût Yilmaz re jî heta Ecevît re jî dibêjim, xwe ‘sosyal demokrat’ dihesibînin, ma Başûr malê bavê teye, tu dibêjî ezê li wir hêzên dijî kurdan çêbikim, ev ne nêrînek a ‘sosyal demokrate’, ev nêrînek ya xwînxwariyê ye, faşîste. Kurdan ji xwe divê dost bihesibînin. Xizmeta hezar salan kurdan ji tirkan re kirî, tirkan ji xwe re nekiriye. Ji destpêka hatina Rojhilata Navîn bigire heta destpêka avakirina komara Tirkiyeyê, li ser kurdan çêbû. Bila vê yekê înkar neke, xwe pir maqûl û kurdan jî ehmeq nebîne. Kurd dixwazin li ser navê aştiyê li gel tirkan mijara xwe çareser bikin. Ev yek ne biçûkbûne, berovajiyê wê mezinbûne. Çeteyên Tirkiyê, Tirkiyeyê pir biçûk kirin, di cihanê de jî tirk xirabkirin. Siyaseta çeteyan li ser me çêbû, hindurê xwe, bi xwe li ser xwîna me xirabkirin. Li dijî hiqûqê û mirovahiyê gelek qetlîam çêkirin. Niha bi xwe jî rezîlbûne, tu feyda xwe ji wan re nîne. Ji bo wê dibêjim çiqas zû ji vê siyaseta reş û gemar derbikevin, emê alîkarî bikin. Çawa em ji PDK’ê re dibêjin vê siyasetê dev jê berde, emê bibin alîkar, ji bo Tirkiyeyê jî vê yekê dibêjim netirsin, ji Başûr derketin ne mirina we ye, ji siyaseta şaş derketine. Her wiha ji şerê qirêj yê li Kurdistanê dev jê berdin. Ev ne mirin û biçûkbûna we ye, başbûna we ye. Li Ingîltere binêrin, bakurê Îrlanda pir parçeyek biçûke û Ingîltere bi xwe dewletek pir mezine, niha dixwaze bi aştiyê vê meseleyê çareser bike. Mirov hinek li xelkê binêre, Rusya wiha kir û li gelek cihên din hate kirin. Yanî dibêjim Tirkiye zêde xwînê ne rije, were ser gavên siyasî. Bi rêya siyasetê dê ew jî sudê bigirin. Lê ger bixwazin şer berdewam bikin, em jî wê şer bikin. Bi kuştina me û komployên ser me ev şer bi dawî nabe. Bi lîstîkan jî nikarin kurdan tune bikin.

‘Hîn nehatîn ne mirîn û tu kurd ne kuştin ji vê lîstikê derbikevin’

Netew bê demokrasî nabe, mirov nasnameya kurd înkar bike ne hêza neteweyî ne demokrasî ne mimkûne. Ji bo hemû gelên kurd jî dibêjim, ev şerê bûyîn ez bawerim wê ji vir şûnde ji bo yekitiyê gaveke mezine, ev nexweşiyên hezar salî dijmin di nava me de mezinkirî, di dawiya vî şerî de ji holê rabe. Kurd bi awayekî siyasî li ser awayekî demokratîk tifaqa xwe çêbikin. Piştî ewqas şer û xwîn şûnde em yekitiyê çêbikin, dîrok wê me qebûl bike. Lê kî neyê ser vê, kî bixwaze hîn zêdetir zerarê berdewam bike, ne gengaze çend salek şûnde ev bimînin, ne yek kes dimîne ne yek malbat dimîne, wê ji holê rabin. Ew kurdên bi temamî teslîmî dijmin bûyîn jî bila ji vê rewşê derbikevin, hîn zêdetir ji bo cerdevanan jî dibêjim, rojek beriya rojekê xwe ji vê rewşê derbixin û dev ji wan çekan berdin, şerê me nekin û hêza dijmin tenê bihêlin. Ji xwe biryare wê ew jî rabin, êdî maaş jî nadin, yên bidin jî wê heta heta di Kurdistanê de bikin leşker heta mirinê. Nekevin vê lîstîkê zû jê derbikevin. Em naxwazin malbat û zarokên wan perîşan bibin. Hîn nehatîn ne mirîn û tu kurd ne kuştin ji vê lîstikê derbikevin. Kurdên ji derve jî zû hişyar bibin û li ser tifaq û aştiya kurdan hinek kar bikin.

‘Hûn çi jî bikin PKK naqede’

Ji girtiyên zîndanan heta şivanê li çolê, gundan bajaran heta xwendevanan, yekitiya xwe çêbikin, her tiştê li benda me nemînin. Her kes yekitî û biratiya xwe çiqas zû çêbike, Kurdistanek ji bo aştiyê û di Kurdistanê de gelek xwedî azadî ewqas zû çêdibe. Ev jî ji beriya xwarin û vexwarinê ji me re pêwîste. Bese sekinîn, bese mirina PKK’ê, PKK rabe wê kurdayetî nemîne, PKK rabe hûn baş dizanin Kurdistan namîne. Ji bo wê hesabê şaş nameşe û PKK jî naqede. Ji bo wê serkeftinê ji gel re dixwazin, silav û hurmetê xwe pêşkêş dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar