Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1997’an de bi rêya telefonê tevlî bernameyek qenala televizyonê ya Medya TV’yê bû. Rêber Ocalan qala armanca mayîna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê, operasyona 14’ê Gulanê û piştî wê, hevkariya PDK’ya bi dewleta tirk a dagirker re, her wiha girîngiya yekrêziya gelê kurd dike.
Rêber Ocalan di dewama hevepeyvîna xwe de di derbarê hewlên ji bo bidawîkirina şer, berfirehbûna PKK’ê ya ber bi Tirkiyeyê ve, her wiha hincetên PDK’ê yên ji bo çênebûna Kongreya Neteweyî û bê alîbûna YNK’ê ya di şerê PKK û PDK’ê de wiha dibêje: “PDK xuyaye ku naxwaze vî şerî bimeşîne, li ser vê yekê jî ji me re hinek name hatin ku digotin ‘Ji bilî mirina Kurdan zêdetir evane tiştekê din na fikirin’ ev nêrîn ji bo me gelek bi xêre. Ger Partî were ser siyasetek a ji bo Kurdan xwedî derfet ku Kurdayetî tê de pêşbikeve, bila bizane ku emê heta dawî li gel bin. Dibêjin hîna wext nehatiye, wexta şer hatiye, wexta birakujiyê hatiye, lê wexta Kongereya Neteweyî nehatiye, wext beriya çend salan hatibû. Armanca me ne eve ku li gel partiyekê partiyek din rakin. Di vê her sê partiyên şerkirîn, werin cem hev karê aştiyê bimeşînin. Em ji bo rawestandina agir jî, ji bo tifaqa siyasî jî amadene”
Dewama hevpeyvîna Rêber Ocalan wiha ye:
“Tiştên kirîn rake, bikuje, tesfiye bike û bilîze bûn”
Ger hinek hurmeta wan ji Barzanî re hebûya, bavik Barzanî dîsa hinek Kurdayetî temsîl dikir, ez texmîn nakim vê astê xirabûya. Lê niha em dinêrin yên bi navê Barzanî kar dikin, ji bo Kurdayetiyê di dest de çima, bila hinek ji bo Kurdayetiyê bikiriban ku me Barzanî bilind kiriba. Em hazir bûn, lê firsendê nedan. Tiştên hertim bûyîn; rake, bikuje, tesfiye bike, bilîze, bi vî şeklîbûn. Yanî firsetekê nadin mirov. Bav û bapîrên Kurd hene, ji Qazî Mihemed heta Şêx Seîd, ji Barzanî bigire heta Mehmud Berzencî, yanî em dixwazin vane hemûyan bilind bikin, ji xwe re esas bigirin. Lê Partî firsenda vê jî nade yanî bi xwe mesulin. PKK di vir de ne mesule. Ez naxwazim vê tiştê pir dirêj bikim ya mirov niha bizane ku ev şer ji bo çine ne ji bo çine, ev şer ji bo tiştên wiha ne. Ne ji ber sedemek biçûke. Şerê lîstikên dijminin, em çibikin, em devjê berdin, em teslîmî dijmin bibin, ger di vir de xêr û feyde heye em vê yekê bikin.
“Piştî gur pezê mezin xwar, ma wê berxikê sax bihêle?”
Bila Tirk dema ji Kurdan hez dikin ji Kurdê xwe hez bike. Ger ku ji Kurdê Başûr re xwarin dide, heta federeyê qebûl dike, 20 milyon zêdetir Kurd li Bakur hene, bila nîvê wan qebûl bike. Bila zilm û qetlîaman li ser wan bide sekinandin. Ma ev ne heqê me yê em jê bixwazin? Dev ji mijarek netewî berde, mijarek şoreşgerî, mijarek miroviye. Partiyên me jê kîjan vê xwestiye? Xwe wek gurê boz dihesibîne. Piştî ev qas pez xwar û şûn de, tu çend berxik jê bihêlî, piştî ewqas yê mezin xwar û şûn de wê yên biçûk bihêle? Di vir de em mafdarin, kes nikare tiştekê bibêje. Kes nikare bêje PKK jî bila şaşitiyê xwe bihêle. Li vir yê van tiştan bike, sextekarê mezine, bênamûsê mezine. Me tiştê rast kiriye, heta dawiyê me li ser welatparêziyê kar kiriye. Em di vir de ne zarokin.
“Ev ne şerê we ye, mirina we le jî. Hûn bikujin jî ne helale”
Evane bi îqna bûn û lîstîkên xwe dewamkirin, lewra van şeran me qebûl kir. Di cîhanê de şerê herî zehmet ji şerê van Kurdên ketîn vê rûyê xirabe. Em nikarin rastî, ji me re pir zehmet ku em ne cih de dilopek xwîn birêjin. Lê em mecburkirin ku bi hezaran mirovên feqîr hatin kuştin. Ez ji bo malbatên van kesan re jî dibêjim, ji van kesan re jî dibêjim. Hinek tiştan fam bikin, nêzîkî vî şerî nebin. Ev ne şerê weye. Ger şerê we ba, hûn bikuştiban jî helal bû, hûn bimirana jî helal bû. Lê niha mirina we jî ne helale, hûn me bikujin jî nehelale. Ne heqe. Ev qas şerekî zehmete ji bo me.
“Name ji me re hatin; ‘Ji bilî mirina Kurdan evane tiştekê din na fikirin’
Niha îro me hinek agahî girtine, ez bawerim raste, PDK xuyaye ku naxwaze vî şerî bimeşîne, li ser vê yekê jî ji me re hinek name hatin. Niha bê şert û merc min bi keyfxweşiyekê bersiva vê nameyê da. Di vê nameyê de hinek tişt hebûn, ‘me lîstika Tirkiyeyê û yên li pişt Tirkiyeyê famkiriye, ti xêr di vê yekê de nîne. Ji bilî mirina Kurdan zêdetir evane tiştekê din na fikirin’. Bêguman ev yek ji bo me pir baş bû, ev nêrîn ji bo me gelek bi xêre. Weke din jî van cebheyên li ser şerê Tirka alîkariya Tirka dikin, cihê Kurdan û îmkanên Kurdan tê de nîne, wiha tê gotin. Ev jî nêrînek raste. Di vî şerî de ji qetîamên Kurdan zêdetir tiştek tûneye. Ji vê şûnde jî tabî van şeran baş nedîtin, ji vî şerî nerazîne. Em jî ji vî şerî nerazîne, qet nerazîne.
We jî anî ziman ku PDK’ bi peyamekê ji we re ragihandiye ku wan jî famkiriye ku ev şer ne di berjewendiya gelê Kurd de ye, gelo ev yek wê bibe sedem ku wê pêvajoya diyalogê navbera we de çêbibe?
“Ger Partî li ser van gotinan raste, tabîkî emê şer rawestînin”
Ez bawer dikim ku ji bo vê gaveke. Tabî ez nikarim bêjim, sedî sed ev wiha ye, lê gelê me hemû hêzên Kurd jî vê yekê dixwazin, ev şer raweste. Ji bo vê dibe me lez jî kiribe, lê ji bo xeberek baş ji bo dilê gelê me mirov çiqas lez bike ewqas başe. Ji bo vê me van tiştan got. Em karê xwe jî bikin, tabî ev şer wê werin rawestandin, ger Partî li ser van gotinan rast be û gava bavêje, tabîkî emê şer rawestînin. Em pir bi vî şerî diêşin. Ji bo vê yekê dibêjim, ya duwem jî bila tirsa Partî ji me çênebe. Bila Partî ji hikûmeta Tirkiyeyê, ji dewleta Tirkiyeyê bitirse. Ger Partî were ser siyasetek a ji bo Kurdan xwedî derfet ku Kurdayetî têde pêşbikeve, bila bizane ku emê heta dawî li gel wê bin. Bê tirs, Partî lewaz jî bibe xurt jî bibe, emê li gel bin. Em partiyek siyasîne, ne partiyek întîqamîne. Em ne partiyek eşîrtîne jî, em ji bo dîroka gelekê şer dikin. Ger ku siyasetek wiha bi îmkan ji Kurdan re hebe, em çima bi Partî re şer bikin, ne mumkune em şer bikin, ji wê wêdetir emê alîkarî bikin. Lê divê Partî jî bêje ku ‘em dixwazin û amadene ku ji bo gelê Kurd, ji bo yekitiya netewa Kurd gava bavêjin’. Ya ku em niha dixwazin eve. Bila bêje dijmin jî Tirkiye jî here ji van deran. Ev xwestekek di cih de ye. Ma bi ewqas tank û top, min niha jî îfade kir ma mûmkûne ji bo Kurdayetiyê be. Na. Partî bi xwe jî vê yekê dizane, bila li xwe mikûr were. Bila bêje here, nikare bêje here jî, bila alîkariyê jê re neke. Di şerê me û wan (dijmin) de bê alî bimîne. Partî alîkariyê neke, bê alî bibe, emê dîsa şerê xwe yê li gel Partî bidin sekinandin. Evqas jî heqê me ye, ev der Kurdistane. Ew jî dijminê Kurdistanê ye. Em li hemberî dijminê xwe ne sekinin, ev bênamûsiye. Hemû gelê Başûr li hemberî vê dijmine nesekine, nikare bêje ez rehetim, ev rastiyeke. Na, dijmin hatiye, li Başûr îmkanên Kurd hene, dixwaze wan jî rake. Ji bo vê Kurdê welatparêz, hêzên welatparêz divê ku zû xwe bikin yek û bêjin dijminê me ji vir derkeve.
“Ji şerê birakujiyê wêdetir, emê çawa bikarin Kurdan bikin yek”
Ya duwem xwe bikin yek û bila carek din di nava wan de jî şer rû nede. Şer di navbera PDK û YNK’ê de jî çênebe û partiyên din jî. Hemû ji xwe re werin gel hev, siyaseta xwe bikin yek û vê siyasetê bi hemû Kurdistanê re jî bikin yek. Li gel me jî siyaseta dostane qebûl bikin. Em di xizmeta wan de ne, ji vê baştir tiştek heye? Ev îmkaneke, vê îmkanê mirovê raste, divê îstîfade bikin. Ger niha nekin, wê kengê bikin. Çend milyon Kurdin, pirsgirêka wan qasî çiya mezinbûne. Werin demek zû de, em li ser van pirsgirêkên Kurdan, derdên Kurdan rawestin. Ji bo Kongreyekê Neteweyî, ji bo yekitiya neteweyî jî em bang dikim. Gelek kesayetên Kurd, heta Mamosta Îbrahîm hurmeta me jê re heye ewqas sal emrê xwe heye, ji Kurdistana Başûr e. Tiştên ku dibêjim min destpêkê de jî got, heta dawiyê ez pê re me. Çi ji me bixwazin em li gelin. Kurdên me weke din jî hene, evane vê tiştê çima nekin, çima amade nekin. Em weke din çi dikin, ger îro em vê yekê nekin, emê çibikin. Wê demê mirov dikare pirsgirêka milyonan Kurd deyne ser maseyekê, li fîlan cihî em çi bikin, fîlan pirsgirêkê em çilê bikin, ji şerê birakujiyê wêdetir, emê çawa bikarin Kurdan bikin yek, emê di warê dîplomasî de çawa bikarin Kurdan bikin yek, ya rast jî eve.
“Dema yekitî û aştiyê gelek ji beriya niha hatibû”
Dibêjin hîna wext nehatiye, wexta şer hatiye, wexta birakujiyê hatiye, wexta fesadiyê hatiye, lê wexta yekitiyê nehatiye, wexta Kongreya Neteweyî nehatiye, wexta biratiyê nehatiye. Ev çi aqile, ev çi exlaqe. Ne di cih deye, ne raste. Wext gelek ji beriya niha hatibû, ji beriya çend salan wexta yekitiya Kurd bû, mirovê bersiva vê yekitiyê nedayî, li hemberî vî gelî sucdare. Ji bo wê divê mirov vê mijarê dirêj neke, bila hinek nefsa wan û wijdana wan di cih de be, li ser vê yekêm mirov gavekê bavêje. Pirsgirêkên Kurdan li her parçeyê mezinin. Me pir bi zehmetiyan hinek derfet avakirine. Werin vane ji bo yekitiya vî gelî bikarbînin. Her partiyek her şexsek, parçe bi parçe wê hêdî hêdî bimire û here. Ma mûmkûne bi tena serê xwe pirsgirêka vî gelî ya ewqas dîrokî, civakî, kûr û fireh çareserbike. Wexta em wiha dibêjin, dibêjin ‘hûn germin hêdî hêdî, em destpêkê meseleya filan derî çareserbikin, filan meseleyê bajarekê çareserbikin’. Yanî dîrokê îspatkiriye ku ev ne rastin. Tiştê ne rast mirov çima dewam bike. Dikin meseleya şexsî; ez mezin, tu mezin. Tu miletê xwe mezin nekî, tu hêzên welatparêziyê mezin nekî, tu karê demokrasiyê mezin nekî, tu gel bi xwe mezin nekî, dê çawa mezin bibî? Li ser ketina Kurd, li ser parçebûna Kurdan, li ser dijayetiya Kurdan ti serok mezin dibin ma? Em çiqas Kurdan bikin yek, em çiqas hêzên Kurdî di her alî de çêbikin, avabikin, ma em jî wê ewqas xurt nebin? Rêya xurtbûna şexsan, rêya xurtbûna serokan, ma ne bi vî şekliye, çima jê direvin? Wê demê serokên eşîretanin, serokên malbatanin, ne serokê gelanin. Ev yek jî şerme, divê mirov dev ji vê yekê berde. Ev ne siyasetek hemdemiye, siyasetek kevne. Tu çiqas cîla lê bixî, hilû bikî, bêjî ev siyaseta nûye jî, na ev siyasetek kevine. Ji bo wê ez vê dibêjim, werin ser Kongreyek Neteweyî mirov demildest li ser van mijarên şer û hîn zêdetir mijarên yekitiyê bisekinin û xebatên mezin bikin. Li ser rijandina ewqas xwînê ev tişt çêbibin.
Dubare ji bo Partiyê bang dikim, li ser van nameyên hatîn em keyfxweşin, çiqas bi van şeran em êşiyabin jî, çiqas ser me neheqî jî çêbûye. Bila Partî dîsa wateyê tê de negere, ‘PKK’ê em tengkirin li Başûr çi digere’, li Başûr em li alîkariya te digerin, em li alîkariya gelê Başûr digerin. Ez dîsa dibêjim, hûn baş dizanin di sala 92’an de dema vê federaliyê dayîn we, sedem ne PKK bû ma, ma hûn çima vê yekê înkar dikin. Ji bo wê em niha jî li cem we ne. Heta federalî sexlem dibe, heta meseleyên we bi derdora we re çareser dibe, em ji we re pêwîstin. We kengê got silametî temame, hikûmê me temame, wê demê qetiyen hûn hezar carî rica jî bikin em cem we namînin. Jiyana we bila ya we be. Bila Silêmanî jî, bila Dihok jî, bila Hewlêr jî ya we be. Hûn li ser mutafiqin jî, ez deqeyek xwe jî nadimê. Lê werin ji Kurdan re vê tiştê çêbikin, ne ji bo dijminê Kurdan. Çêbikin, bikarbînin, piştre çi dikin bila bikin. Lê em partiyek welatparêzin, em partiyek Kurdistanî ne, heta pirsgirêkek a Kurd hebe, emê li cem her Kurdekê bin. Emê li cem her parçeyek Kurd bin. Em ne însanê bênamûsin, em ne însanê ji bo eşîretekê ne, ne ji bo taxekê ne. Em partiyek welatparêzin. Em mecbûrin ji gelê xwe hez bikin. Em mecbûrin ji hemû Kurdistanê re şer bikin.
Em werin ser rewşa Bakurê Kurdistanê, di demek ku hûn ber bi Derya Reş û Derya Spî ve gav davêjin de, dewleta Tirk îdea dike ku wî li Bakur PKK’ê xilaskiriye, hûn li ser vê yekê çi dibêjin?
“Li pişt me de bila li me nexe”
Şerê me yê li Başûr giringe, sedî sed ji bo xizmeta gelê Kurdistana Başûr e. Ger hinek kar li Başûr dirust bibûya, dijayetiya Kurd, dijayetiya Bakur çênedibû. 30 sale dijayetiya Bakur heye, dijayetiya Rojhilat heye, vê yekê dîrok dizane. Ger dijayetiya Bakur nebûya, berovajiyê wê tenê Başûr baş çareserbibûya, me yê bi hêza li Bakur pê têkoşîn bikira. Heta em mirovek şervan avadikin, pir bi zehmete. Lê li beramberî wê jî me şerê Bakur îhmal nekir. Ew direwe ku dibêjin ‘şer li Bakur sekiniye, hemû li Başûr tê kirin’ ev ne raste. Me şer berfireh kir, gihandiye Behra Reş gihand Behra Spî. Gerîla niha ji Serhedê bigire Erzirum, Sêwas, Meletî û xwe gihandine Torosan. Biryarek din ya me heye, ger Tirk bi siyasî neyê ser meseleyê, van lîstikên xwe berdewam bike, emê şer di hindirê Tirkiyeyê de mezin bikin. Vê yekê jî me bi berfirehî vekir. Di salên pêşiya me de ev şer wê di hindirê Tirkiyeyê de mezin bibin. Heta yekê mehê emê giraniya xwe bidin hindirê Tirkiyeyê. Tirkiyeyê welatê me xirab kir, Tirkiye dixwaze me rake, tişta kirî di dîrokê de nehatine dîtin. Ez bawerim li Başûr ji me re pirsgirêk çênabe. Li pişt me de li me naxin, ger em meseleyên xwe li Başûr bi silametî çareser bikin, emê giraniya xwe ne tenê bidin Kurdistana Bakur, emê bidin Tirkiyeyê jî. Lê divê Partiyê Başûr hinek destê me berde. Li pişt me de bi me neleyîzin. Bila binêrin emê salekê de çibikin çinekin. Ev yek ji bo wan jî bixêre, derfetek mezine. Armanc û hedefa me ewe, ez bawerim jî ku wê bi meşe.
“Dixwaze ji Kurdên Kurd kuştî planek pêkbînin”
Niha dixwazin bi van televizyonan çêbikin, texmîn dikim ku wê vane bi partî jî bikin. Li ser vê karê wan hene, gengaze Mesût Yilmaz jî li ser vane bi navê Kurdayetiyê hinek tiştan bike. Ji xwe dema li Sêrtê civînkirîn jî ev yek zelalbû. Kurdên li berxwe didin, Kurdên teslîm nabin, heta dawiyê ji wan re mirin armanc dikin, bawerim li Banê jî wiha got. Em dibihîsin komployên me jî roj bi roj li sere. Ji ya min bigire heta li Başûr hûn dibînin balefir çawa bê navber bombebaran dike. Ji berê ne lewaztire. Komployên li ser me jî kêm nebûne dîrek li ser min jî dewam dike. Sala borî 6’ê Gulanê jî hatibû kirin, gengaze carek din were kirin. Lê ji beriya wê dixwaze ji ew Kurdên sedî sed teslîmbûyîn, ew Kurdên xiyaneta Kurdayetiyê kirî, yên reviyayî, kesên ku nîvîskar Musa Enter qetilkirî, ew Kurdê Kurd kuştî hemû di vê planê de ne, dixwaze ji vane tiştekê çêbike. Gelek cerdevanin ji xwe, gengaze evane hemû di vê planê de bin. Bi meşe ne meşe, ev tiştekê dine, lê ji bo vê ew Kurdên li berxwedidin divê îmha bibin.
Di dîrokê de di serhildanên Agiriyê, Dersimê û Amedê de çiqas xizmetkirin, dawiyê de ew ya jî tûnekirin. Çima, şeklê te şeklekî Kurde. Tirkiye vê tiştê baş dizane. Kurdekî bi xêr û Kurdekî ne xêr ji hev ferq nake, Kurdê metirsîdar destpêkê dikuje, piştre yê din dikuje. Meseleya Tirkan 70-80 salin eve. Ji bo wê ev plana Mesût dixwaze bimeşîne, ne planek bi xêre. Ger planek bi xêrbûya, wê hinek tiştên bi xêr kiribana. Mînak ew çeteyan hemûyan berdan, heta wezîfe didin wan, ew doza çeteyan jî dawî bû sekinî, diyare niyeta wan ji berê xirabtire. Ez bawerim ku em çiqas xebatên xwe xurt bikin, yekitiya xwe çiqas xurt bikin, gengaze li ser vê yekê Tirkiye xwe mecbûr bibîne hinek gavan bavêje, weke din rê tûneye.
Em carek din werin ser Başûr, li Başûr şerê navbera we û PDK’ê de, her wiha di navbera PDK’ê û YNK’ê de çêbû, lê li beramberî PDK’ê we û YNK’ê di heman çeperê de cih negirt. Gelo gengaze hûn û YNK di heman sengera aştiyê de li hemberî PDK’ê cih bigirin, yan jî em dixwazin bêjim derfet heye ku li Başûr aştiyek giştî pêkwere da ku bi carekê de şer ji holê rabe?
Belê niha raste Yekitiya Nîştîman di van şerê dawî de, şer beramberî me nekir, heta dijî me tiştek din jî nekir. Mînak ne got ji qada me herin, me li qada YNK’ê karê xwe meşand. Me bi dostane meşand. Em ji bo vê jî spas dikin. Ev siyasetek raste yanî em dixwazin hîn mezintir jî dewam bike. Lê di heman çeperê de jî şer nekir. Bikira dibe jê re baştirbû, nekir jî ev siyaseta wane em nikarin mudaxil bibin. Ger baş bidîtana wê biketiban, lê neketin yan jî li gorî siyaseta xwe ne dîtin. Em vê jî pir muhim nabînin. Mirov dikare bêje helwesta giring li ser aştiyê ye. Tabî em naxwazin tenê bi PDK’ê re aştiyê çêbikin, em dixwazin temamî destpêkê bi sê alî re, me her alî jî agahdarkirin, ev aştî divê aştiya Kurdistanê be, ne aştiya du partiyan be. Heta ev gaveke destpêkê ye, divê destpêkê aştî di nava hemû gelê Kurd e, di nav hemû parçeyan de be. Ev tiştekî gelek giringe. Mirov divê jê nereve, çiqas derd û kulê me li hember hev hebe jî. Berjewendiya gelê Kurd di aştiyek kûr û fireh deye. Mirov nebêje filan kesê zerer daye min, filan kesî neheqî kir, mirov neke meseleyek ya tolhildanê, mirov bike meseleyek siyasî, heta gengaze mirov bike mijara tifaqek a siyasî. Ev ji bo hemû partiyan baştire.
“Em ji bo rawestandina agir jî, ji bo tifaqa siyasî jî amadene”
Weke min destpêkê de jî gotî, ger tifaqa siyasî çêbibe, hemû partî ji vir wê derfetên mezin werbigirin. Em çiqas tifaqa Kurdan, di hindirê Kurdan de xurtir bikin, partî bi giştî mezin dibin û serok jî ewqas mezin dibin. Ji bo wê ez dîsa rîca jî dikim, ji bo hemû hêz û gelê me yê li Başûr, agir vemirînin, tabî ev yek nediyare ez vê yekê carek din bibêjim, ger îradeya Partî tunebe nikare vê gavê jî bavêje, lê ger îradeya Partiyê hebe mumkune. Di vir de sedî sed nikarim bêjim biryarek were girtin yan ne, bila gel me li vir mezûr bibînin. Em amadene ji her tiştê, ji bo agir rawestandinê, ji bo tifaqa siyasî em amadene. Ji beriya her tiştî divê ev her sê partî werin cem hev, em bi hev re karê aştiyê bimeşînin.