PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Rêber Ocalan ji ber kurd e tecrîd a giran tê meşandin’

Çalakvanên Hewlêrê Ezîz Xoşnaw û Rêbaz Faruq bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin; “Ji ber ku Rêber Ocalan kurde, bi komploya welatên derve hatiye girtin û tecrîda giran lê tê ferz kir in."  

Zêdetirî du salin tu agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan roj bi roj girantir dibe. Têkoşîna li seranserî welat ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bê navber dewam dike. Çalakvanên Hewlêrê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, de axivîn.

Ezîz Xoşnaw: Piştgirîdayîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erkek exlaqî ya hemû Kurdane. Ji ber ku tu sucek yê Rêber Apo nîne û xistine girtîgehê. Herwiha çarenûsa siyasî ya dewleta tirk bi azadbûna Rêber Ocalan ve girêdaye. Armanca Rêber Ocalan aştî û jiyana hevbeşe, lê desthilatdar aştiyê red dike. Ji ber ku Ocalan kurde, hatiye girtin û naberdin, ev yek jî hemû bi komploya welatên derve dijî Rêber Ocalan pêkhatiye.

Divê hemû kurd ji bo azadiya Rêber Ocalan, xwedî helwestek neteweyî bin. Ji ber ku dewleta tirk her tim hewl dide gelê kurd ji holê rake.

Rêbaz Faruq: Rêber Ocalan bi salane di girtîgehê de tê ragirtin û dibin tecrîdek girandeye. Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye. Ji ber ku wê bi azadbûna Ocalan aştî were hemû Tirkiye û herêmê. Wê azadiya Ocalan bandorê li ser pêvajoyek aştiyê ya li Tirkiyeyê bike. Divê hemu kurd û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, piştgiriyê bidin azadiya Rêber Ocalan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar