Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rêber Ocalan: Malbat weke dewleta biçûk a mêr e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsa ‘gelo çima koletiyeke evqas kur’ dike û wiha dibêje: “Îktîdara mêr a di nav sînorên malê de ku mîkro modela dewletê ye, ji bo xwe her kirinek ku hewce bibîne mirin jî di navê de, heq û rewa dibîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya ‘Parastina Gelekî’ de di bin sernavê ‘Azadkirina Cinsiyetparêziya Civakî’ de sedemên kolekirina jinan, piştre jî mêr û giştî civakê bi berfirehî analîz dike.

Ajansa Rojnewsê di beşa xwe ya îro de, cih da analîza Rêber Ocalan a der barê sedemên kolekirina jin, mêr û tevahî civakê.

Rêber Ocalan di vê beşê de rexneyên tund li zanistên civakî dike û wiha dibêje: “Tevî ku cewherê demokratîkbûyînê ye, yek ji rastiya ku divê em bi serê xwe li ser rawestin mijara jinan e. Zanistên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinan mane. Mîna ku bûyerên li dora jinan û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin.”

‘Ya mirov xemgîn dike jin bi xwe jî rewşa xwe xwezayî dibîne!’

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, rewşa ku niha jin têde ne xwezayiye lê ya bi êş ew e ku jin bi xwe jî vê rewşê xwezayî dibînin û wiha pêde diçe: “Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Çawa ku statuyên bi hezar salan li ser gelan hatine ferzkirin û pîrozkirin xwezayî tên dîtin, ew çend jî li hemû zihniyet û tevgera jinan jî mîna hatibe kolandin. Çendî gelan dikin jin, jin jî dibin gel. Wexta Hîtler dibêje; ‘Gel mîna jinan e’ vê rastiyê destnîşan dike. Em dema hûrgulî nêzî mijara jinan bibin, em ê bibînin ji cinsekî biyolojîk wêdetir wek nijad, çîn û netewekî pê re hatiye danûstendin. Lê wek nijad, nifş û yan jî neteweyî herî zêde hatiye pelixandin. Divê mirov baş zanibe, tu nifş, çîn, an jî netew mîna jinan li koletiyeke sîstematîk nehatiye qewimandin.”

‘Kolebûna mêran piştî koletiya jinan tê’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, bi jinan re tevahî civak jî hatiye kolekirin û mijarê wiha digire dest: “Kolebûna mêran piştî koletiya jinan tê. Koletiya cins cudahiyên wê ji koletiya çîn û netewan heye. Koletiya cins tevî zordestiyeke hişk û nermik bi derewên hisbarkirî tê rewakirin. Cudahiya biyolojîk wek sedemek ji bo koletiya wê tê bikaranîn.”

‘Hemû karên jin dikin sivik têne dîtin’

Rêber Ocalan dibêje, jin di civakê de weke ‘Cinsê qels’ tê dîtin û mijarê wiha analîz dike: “Hemû karên dike bi gotina ‘karên pîrekî’ sivik tên dîtin. Ketina jinan a nav gelemperiya civakê ji aliyê dînî û exlaqî ve wek şerm tê qebûlkirin. Her ku diçe ji çalakiyên girîng ên civakî dûr tê xistin. Xebatên siyasî, civakî û aborî çendî ketin destê hêza serdest mêran, qelsî û lawaziya jinan mîna saziyekê cih digire. ‘Cinsê qels’ mîna baweriyekê tê parvekirin.”

‘Jin li destê mêr dinêre’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, di rewşa niha de jin li destê mêran dinêrin û bi van nimûneyan balê dikişîne ser rewşa xirab a jinan: “Piştî ku hemû derfetên maddî û manewî ketin destê mêran, êdî jin dibin ku li destê wî binêrin; carnan lavahiyan dikin li ber digerin; carnan hemû şerefa xwe binpê dikin serî li ber çarenûsa xwe ditewînin û pirî caran jî dixeyidin û xwe bi bêdengiyeke mezin dinixumînin. Bi gotineke din mirov jê re dikare bibêje miriyên dijî. Em bi çend teşbîhan dikarin rastiyê hê ber biçav bikin. Teşbîha me ya yekemîn, çivîka di qefesê de ye. Çivîk carnan mîna kanaryayê bi xeml û xêz tê kirin, carnan mîna bilbil deng xweş tê kirin. Her kes li gorî xwe dişibîne çivîkekê. Pirî caran jê re çivîka serçe tê gotin. Teşbîheke din, mîna pisîkek ku tim dike miyaw miyaw û li binê bîreke bêbinî hatibe hiştin. Bi kurtêlan xwe xwedî dike û li ber destê xwediyê xwe baş kedî dibe. Dibe ku teşbîhên me hinekî çor bin, lê ji bo em bi awayekî ilmî kûrbûna vê koletiyê bibînin, hewceyî bi hewldanên wêjeyî û piralî hene.”

‘Mêr destavêtina jin weke qehremaniyekî dibîne’

Li ser eqliyeta cinsiyetparêz a di civakê de jî Rêber Ocalan wiha dibêje: “Civakeke mezin cinsparêz hatiye afirandin. Helwesta rastîn a çor û hişk di vir de ye; mêr bi awayekî yekalî dest diavêje jinan û ev yek mîna qehremaniyekê tê pêşkêşkirin. Mêr heta dawiyê bi vê kêfxweş dibe û serbilind e, jin jî bi kevirkuştinê heta hepiskirina di kerxanê de û heta careke din nikaribe derkeve nava civakê bi gelek helwestên bêrehim re rûbirû dimînin. Dîsa eger bi awayekî çor rave bikim, mêr bi penîsê xwe heta dawiyê serbilind e, lê jin ji ber ê xwe fedî dike. Cudahiyên pir basît ên bedenî li dijî jinan hatine bikaranîn. Jintî bi xwe bûye hebûnek jê were fedîkirin. Hisa evînê goya pîroz e, mêr bi awayekî yekalî û çavsor li ser jinan ferz dike. Zarokên keçik her tim bêqîmet û heqîr hatine dîtin.”

‘Çima evqas koletiyeke kûr?’

Bi pirsa ‘Çima evqas koletiyeke kûr’ jî Rêber Ocalan îşaret bi rastiya desthilatdariya kûr digire û wiha dibêje: “Bersiva wê ji sedî sed bi rastiya îktîdarê ve girêdayî ye. Îktîdar bi awayekî xwezayî koletiyê dixwaze. Eger sîstema îktîdarê di destê mêr de be, ne tenê beşek ji cureyê mirov, divê tevahiya cins li gorî îktîdarê reng bigire. Xwediyên îktîdarê çawa sînorên dewletê mîna yê xaneyê dibînin û her kirinê di navê de ji xwe re heq û rewa dibînin.”

‘Mal dewleta biçûk a mêr e’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbatê weke dewleta biçûk a mêr ku desthilatiya xwe lê diafirîne pênase dike û mijarê wiha digire dest: “Îktîdara mêr a di nav sînorên malê de ku mîkro modela dewletê ye, ji bo xwe her kirinê – hewce bibîne mirin jî di navê de – heq û rewa dibîne. Jina malê jî ew çend milk û malekî kevin û kûr e, bi hiseke bê sînor a mulkiyetê dibêje; ‘pîreka min e.’ Jin li ser navê zewacê jî nikare îdîayeke biçûk a heq jî li ser mêr bike. Lê mêr bê sînor dikare li ser jinan û zarokan doza heq bike. Divê mirov dîsa li çavkaniya mulkiyetê di nava malê de bigere û di tasarufa li ser jinan de bibîne. Di çavkaniya mulkiyetê de jina kolekirî heye. Koletî û mulkiyeta li ser jinan hatiye danîn pêl bi pêl li tevahiya civakê tê belavkirin. Bi vî awayî her his û ramana koledar û mulkparêz di tevger û zihniyeta ferd û civakê de tê bicihkirin.”

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar