Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Rêber Ocalan: Mêr biqasî jinan ji jiyanê fêm nakin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike di warê zanistî de jî îspat bûye ku jin weke biyolojîk jî hebûneke navendî û çavkaniyê ne û wiha dibêje: “Bi kurtî bedena jinan a mêr jî di hundirê xwe de dihewîne, lê ya mêran jinan di hundirê xwe de nahewîne. Ji ber vê yekê em dibêjin, divê jin ji fizîka xwe piştrast bin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de ciheke berfireh û sereke dide çareseriya pirsgirêka jinan. Di beşa ‘Azadkirina Cinsiyetparêziya Civakî’ ya parêznameya ‘Parastina Gelekî’ de rewşa jinan bi berfirehî analîz dike. Rêber Ocalan ji derveyî rola jin a di civakê de, weke biyolojîk jî weke hebûneke navendî dinirxîne.

‘Ne jin ji mêr, mêr ji jinan zêde bûne’

Rêber Ocalan diyar dike ku li gorî lêkolînên zanistî jî piştrast bûye ku jin weke biyolojîk ji mêr navendîtir in û wiha behsa mijarê dike: “Bêguman, wek her cureyekî cins xwezayek jinan jî heye. Ji civakîbûyînê jî wêdetir her roja diçe biyolojî îspat dike ku jin wek cinsekî biyolojîk jî hebûneke navendî û çavkaniyê ne. Bi kurtî bedena jinan a mêr jî di hundurê xwe de dihewîne, lê ya mêr a jinan di hundurê xwe de nahewîne. Berovajî pirtûkên pîroz, ne ku jin ji mêr, mêr ji jinan zêde bûne. Kromozonên jinan ji yên mêr pirtir in. Xwînbûyîna jinan a serê mehan ku jê re wek kêmasî û şermekê tê hesibandin, têkiliyeke wê ya nazik bi xwezayê re heye. Xwîn herikîna ji malzarokê, divê wek herikîneke jiyana xwezayî ya hê neqediyaye were fêmkirin. Damara sereke ya jiyanê hîn neqediyaye û dewama wê, divê wek îradeya jinan were fêmkirin. Mijarên mîna nexweşiyên jinan tên binavkirin, a rastî nîşaneyên jiyanê ne. Ji ber ku jin navenda jiyanê temsîl dikin. Pirsgirêkên tevlihev ên jiyanê di malzaroka jinan, zikê wan de diqewin. Zarokên ji wê dibin û navika pê ve mîna xeleka dawî ya jiyanê be. Li hemberî vê rastiyê mêr wek parçeyek an jî laqekî jinan xuya dike.”

‘Ji ber jin navendî ye mêr hesûdiyê û çavnebariyê dikin’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke îspata vê jî hesûdiya mêran a beramber jinan bi bîr dixe û wiha pêde diçe: “Yek ji îspatên vê rastiyê, hisa hesûdî û çavnebariya zêde ya mêran e. Jin zêde ji xwe piştrast disekinin, lê mêr di cihê xwe de ranawestin, nahewin. Mîna belayekê li dora jinan digerin, natebitin. Ev hemû çavdêrî nîşan didin ku bedena jinan hêlîna qelsiyan nîne, berovajî navenda hebûnê ye. Ji lewra divê jin xwe ji navlêkirinên çanda mêrên serdest ên mîna ‘nexweş, kêm’ tavilê xilas bike û red bike. Pêwîst e berovajiyê wê nîşanî mêran bide. Jixwe em wexta dibêjin; divê jin ji bedena xwe piştrast bin, em vê rastiyê destnîşan dikin.”

‘Mejiyê hîsî ya jinan xurt e’

Rêber Ocalan hest û hîsên bihêz ên jinan jî ne weke lawaziyê, weke peywendiya wê bihêz a bi jiyanê re dinirxîne û wiha dibêje: “Di encamê de ev pêkhatina fizîkî ya jinan mejiyê hisî li cem xurtir dike. Mejiyê hisî ew mejiye ji jiyanê qut nabe. Empatî û sempatiyê bi awayekî xurt di xwe de dihewîne. Wexta li cem jinan mejiyê analîtîk pêş bikeve jî bi hebûna mejiyê xwe yê hisî bi jiyanê ve hê girêdayî ye, giran e, xwedî wê qabîliyetê ye, texrîbkar nîne. Mêr bi qasî jinan ji jiyanê fêm nakin. Jin bi xwe jiyan in (Di zimanê kurdî de ku ji koma zimanê aryen e, jîn bi maneya jiyanê ye), qabîliyetek e; di her warê jiyanê de ji durûtiyê dûr e, nişmî ye û zelal e. Ev qabîliyeta jinan xurt e. Em vê yekê ji jiyana xwe ya şexsî jî baş dizanin.”  Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar