Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rêber Ocalan mifteya çareseriyê ye’

Çalakvan û hunermendên bajarê Kerkûkê daxwaz dikin ku tavilê parêzer û malbat hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bê

Bertekên gelê kurd a li hemberî nûçeyên ku têkildarê rewşa jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên belavkirin, her ku diçe berfirehtir dibe. Li bajarê Kerkûkê jî çalakvan û hunermend ji bo agahiyekê ji rewşa jiyanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin, daxwaz dikin ku demildest bi parêzer û malbatê re hevdîtin çêbibe.

Çalakvanê sivîl û hunermedên ji Kerkûkê derbarê tecrîda li ser Ocalan û nûçeyên derbarê rewşa tenduristiya wî ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

Çalakvanê sivîl Hesen Hisên diyar kir ku ew ji kiryarên dij mirovî yên dewleta tirk a li hemberî Ocalan bi fikar in û got ku kiryarên dewleta tirk ku li hemberî Ocalan pêk tîne li dijî yasa û mafê mirovan e.

Hisên diyar kir ku kurd tenê mafê xwe dixwazin û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e ew dewletên ku Kurdistan li ser wan hatî dabeşkirin bi şêwazekê nêzîk bibin ku gelê kurd xwedî doz in û ew xaka wan dagir nekiriye û dijminatiya wan jî nake. Kurd tenê mafê xwe dixwaze û dixwaze bi aştî bijî. Gelê kurd û pêşengên azadîxwaziya wê bi armanca azadkirina gelê xwe pir berdêlên dane. Ya niha der heqê Birêz Ocalan tê kirin dijî mafê mirovbûyînê jî derbas dike. Wek hemû çalakvanên her çar perçeyên Kurdistanê, ez jî wek çalakvanek yê Kerkûkê daxwaz dikim ku bi rêyekî yasayî di çarçoveya mafê mirov, mafê bê dayîn ku Birêz Ocalan bi parêzer û malbatê xwe re hevdîtinê pêk bîne û fikarên gel û alîgirên wî ya derbarê rewşa tendirustiya wî bên derbaskirin. Her wiha nabe ku dewleta tirk wiha nêzî Birêz Ocalan bibe, ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser Tirkiye bi taybetî li ser bakurê Kurdistanê dike.”

Bandora Ocalan a li ser çareserkirinê

Hunermend Şêrwan Kerkûkî bal kişande ser bandora Rêberê Gelê Kurd a di çareseriya pirsgirêkan de û wiha got: “Birêz Ocalan rêberekê gelê kurd e û ew nayê înkarkirin ku çi bandorek wî heye û divê ji bo mifteya çareseriya doza kurd, bi taybetî li bakurê Kurdistanê biçin gel Birêz Ocalan. Eger rewşek nerênî biqewime wê li Tirkiyeyê pirsgirêk kûrtir bibin. Ji niha ve di çend medyayên Tirkiyeyê de hatiye parvekirin ku Rêber Ocalan rewşa wî ya tenduristiyê baş nîne.”

Kerkûkî wiha behsa sedemên belavkirina propagandayên di medyayên tirk de yên têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir: “Ji ber ku Tirkiye di asta navxweyî û ji derve de bi herifîn û hilweşînê re rû bi rû bûye û hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide bi wan kiriyarên xwe ve bera gel bizivirîne ser hikûmeta wî.”

Birêz Ocalan xwedî bîrdozî ye

Hunermend Şêrwan Kerkûkî bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ez li vê derê wek hunermendekî kerkûkî daxwaz dikim ku hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re pêk bê, her wiha hêviya temenekî dirêj ji bo Rêber Apo dixwazim. Rêber Apo rêberekî cuda ye. Weke mînak nameya aştiyê ya Rêber Ocalan ku di pîrozbahiya Newroza Amedê hat xwendin, di wê nameyê de ji bilî azadiya xwe hemû xalên mafê gelê xwe destnîşan dike, ji ber ku doza gelê kurd ewqasî ji bo Rêber Apo girîng e. Birêz Ocalan karîzmayekî xwedî bîrdozî ye.

Em dengê xwe bi dengê azadîxwazan re dikin yek û dawaz dikîn ku Rêber Apo demildest bê azadkirin û me ji bo azadiya Rêber Ocalan îmze jî dayî. Her wiha daxwaz dikin ku dadgehekî dadperwer li ser doza azadiya Birêz Ocalan bisekîne.”

Dewleta tirk ê faşît tim hewl dide ramanên Apoyî bitepisîne

Hunermend û şanogerekî din ê ji Kerkûkê Heme Şano jî têkildarê heman mijarê ev tişt anî ziman : “Fikir û bîrdoziya Birêz Ocalan li ser tevahî cîhan û bi taybetî Rojhilata Navîn xwedî bandor e. Fikrê Apoyî wek alternatîfek a ji bo çareseriya doza kurd a li her çar perçeyên Kurdistanê ye, dewleta tirk ê faşîst tim hewl dide ku fikr û ramanê Apoyî bitepisîne û kurd bêdeng bike. Em dibînin ku nêzî salekê ye dewleta tirk bi tu awayî rê nade parêzer, malbat û rêxistinên mafê mirovan serdana Birêz Ocalan bikin.”

‘Dê helwesta me tund û cidî bibe’

Hunermend Heme Şano bal kişande ser belavbûna agahiyên derbarê jiyana Ocalan û wiha got: “Di van deman de medyayên Tirkiyeyê agahiyek parvekiribûn ku metirsî li ser jiyana Rêber Apo heye, bi tu awayî em wê yekê qebûl nakîn ku rê neyê dayîn hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bê. Wê li dijî vê yekê helwesta me tund û cidî bibe.”

Şano îşaret bi binketina dewleta tirk a li Garê kir û wiha pêde çû: “Ew zextên ku dewleta tirk ê faşîst dixe ser gelê kurd û Birêz Ocalan, wek encamê wan binketinane ku dewleta tirk û Erdogan pê re rû bi rû bûne, binketina wan a dawî jî di şerê Gerê de pêk hat.”

Azadiya Rêber Ocalan mifteya çareserkirina pirsgirêkan e

Her wiha hunermend Heme Şano di dawiyê de wiha daxwaz û banga xwe anî ziman: “Ez wek çalakvan û hunermendekê daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikim û bêhelwwestî û bêdengiya wan rêxistinan şermezar dikim ku xwe wek parêzvanê mafê mirov nîşan didin û niha jî li hemberî tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin bêdengî hilbijartine. Bêdengbûna li hemberî doza gelê kurd û tecrîda li ser Rêberê wê ji bo civaka navdewletî şermezariyeke . Ji niha ve azadiya Rêber Ocalan dibe mifteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dermankirina birînên kurdan.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar