PDK’ê li ser xwesteka dewleta tirk şerê biratiyê destpê kir. Bila niha jî werin şerê me bikin, şerê biratiyê jî wateyek xwe heye, lê ne li ser xwesteka dijmin. Li ser parçebûna xebatên gelê kurd e, li ser dijayetiya xebatên netewî yên kurd e û ji bo tesfiyekirina PKK’ê, li Başûr Federeyek sexte îlankirin. Wijdana mirov reş dibe, mejiyê mirov hişk dibe, lê ne ewqas jî. Eger bi aqil bûna, dirustbûna, mayîna me ya li Başûr ji wan re hêzek mezin bû. Em vê zelal bikin, siyaseta me de PDK’ê rakirin tûneye, tirsa PDK’ê ji vê bû.”
PDK’ê di dîroka temenê xwe de ji bo şoreşa yekitiya gelê kurd hertim bûye kelem û bi dest dayîna dijminên gelê kurd bi xiyanetê hatiye bîranîn. Ji salên 90’î heta niha li ser xeta xiyanetê rola kurmê darê leyîstiye. Nirxandinên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvînek bi telefonê ya li gel Medya TV ya sala 1997’an de, rewşa wê rojê û niha ya PDK’ê bi awayekî vekirî radixe berçavan.
Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di sala 1997’an de bi rêya telefonê tevlî bernameyek qenala televizyonê ya Medya TV’yê bû. Rêber Ocalan qala armanca mayîna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê, operasyona 14’ê Gulanê û piştî wê, hevkariya PDK’ya bi dewleta tirk a dagirker re, her wiha giringiya yekrêziya gelê kurd dike.
Hevpeyvîna bi telefonê ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ya li gel Medya TV wiha ye:
“Ev operasyona dawiyê li ser şexitandina operasyona 14’ê Gulanê çêbû. Armanca operasyona 14’ê Gulanê ew bu ku dixwestin li ser sînor herêma tampon çêbikin. Bi xwe jî bawer bûn û gavek avêtin û teslîmî PDK’ê jî kiribûn. Lê di vir de ne rast bû, Tirkiye di xwest gel bixapîne, hem gelê xwe hem jî cihanê bixapîne, me vê yekê famkir. Ji 4 mehan kêmtir şer meşiya. Di encamê de operasyona teşhîlî tesfiye bû û me hîn gavên xurtir avêtin. Ji ber em hîn bêhtir xurt bibûn. PDK bi xwe ji berê bêhtir teng bû, heta gihişt wê astê ku nekarî tiştek bike, berovajiyê wê ew siyaseta tê de meşiyayî tehlîkeyek mezin tê de dît, mirina xwe tê de dît, ez dikarim bêjim yek car PDK’ê dît ku ev siyaseta ku demek dirêje dimeşîne tamamen radike. Di nava tevgerên neteweyî yên kurd de nikare bimîne, bi vê siyasetê nikare bimîne. Di şerê dawî de van tişta dît. Di encamê de ez bawerim ji Tirkiyeyê re tiştek got, beriya wê jî ji me hinek tişt xwestin ku bikirana, pêngava me ya peyîzê mezintir bû, hîn bêhtir wê gav bihatana avêtin. Bi gelê Başûr jî, bi hinek hêzên Başûr jî wê gavên xurttir bihatana avêtin. PDK ji vê yekê tirsiya, ji bo vê yekê ez bawerim di demeke kin de hev du dîtin, hinek rojnameyan jî got, li Silopî civîn çêkirin, ya ku tê de hatî gotin ez texmîn dikim; ‘ger tu operasyonek din çênekî ez bi te re nikarim bimeşim, ezê wê demê li çareya serê xwe binêrim.’ Li vir esas de tirsiya. Yek ji sedemên operasyonê ev bû.
‘Armanca tirkan dagirkirina Başur e’
Her wiha hikûmetek nû jî çêbibû. Ecevît di vê hikûmetê de ye, di plana Ecevît de jî ev tişt hene ku Başûr carek din dagir bike. Ji bo Iraqê sefîrekê xwe şandibû, ez bawerim di vir de dîsa got; emê bikevin tê de û vir çareser bikin, piştre teslîmî PDK’ê bikin û piştî wê jî teslîmî we bikin. Ev plana Ecevîte. Ez nizanim li ser planê çawa sekinîn, lihevhatin lihevnehatin dibe em nizanin, lê mecbûr dewleta tirk ya xwe kir. Dibe li ser çend armancaye, yek lewazbûna partiyê, tesfiyebûna partiyê heye ji bo van bibin yek, ya duyem dixwaze Iraqê bikişîne vir ji bo vê jî destûr xwest. Bê guman evane daxwaz û planên Tirkiyeyê ne, çiqas bi meşe çiqas ne meşe ew tiştek din bû. Ez bawerim ji xwe li ser îttifaqa Tirkiye, Îsraîl û Amerîka evane dayîmiye. Alîkarî ji wir jî girt û di encamê de vê operasyonê pêkanî. Tabî ji wir şûnde çi dibe çi nabe mirov dikare li ser bisekine.
‘Siyaseta Kemalîst tê wateya kurd qetiyen nefesê negire’
Ji xwe ji bo mirov mijarên li Başûr fambike, ji beriya wê dixwazim çend tiştek bibêjim. Niha ji sala 90’î şûnde, şerê xaricî şûnde nêrînek çêbû. Heta siyasetek çêbû. Bêhtir xwestin dibin otorîteya Amerîka de siyaseta xwe bidin meşandin. Ev siyaset çiye; Iraqê dibin kontrola xwe de bihêlin, heta bi temamî serokatiya Sedam dikeve bin kontrolê û teslîm bibe, divê di hindurê Iraqê de karê xwe bimeşîne. Ji bo wê jî Amerîkayê dest avête kurdê Başûr û hêzên wan. Tabî di wê demê de me jî tiştek kiribû. Ji 90’î şûnde, me xebatên xwe hem li Botanê li bakurê sînor, hem jî li başûrê sînorê Tirkiye û Iraqê me mezinkiribû. Li hemberî vê jî Tirkiye yan wê mijarê bi siyasî çareser bike, yan jî encam pir girane jê re. Ozal xwest tabî hinek gava bi siyasî bavêje, di vir de muhafiq nebû yanî roj bi roj siyaseta ku Ozal dixwest bi meşîne paş ket. Li şûna wê siyaseta Kemalîst ên Tirkiyeyê ya berê hat. Ango wate tevgera kurd qetiyen nefesê negire. Bi temamî heta dawiyê dibin kontrolê de bimîne. Lê taktîk ji vê yekê re lazim bûn, ev taktîk jî çibûn; parçebûna kurdan, li Federaliyê naxwazin tiştekê çêbibe ji 90 û 92 şûnde, ev yek çênebe, ger çêbibe jî bi temamî dibin kontrola Tirkiyeyê de çêbibe.
‘Federeya Başûr li ser dijayetiya xebatên netewî yên kurd e’
Li ser vê yekê jî di hindirê Tirkiyeyê de di hindirê rejîma wan bi xwe de jî li hember hev sekinîbûn, di hindirê artêşa wan de, di hindirê hikûmeta wan de ferq hebû. Di encamê de sala 1992’yan li hevhatin ku gotin; federeyê em qebûl dikin federeya li başûr, lê vê ya bi temamî li hemberî PKK’ê wê siyaseta xwe ava bike. Ev xalê her tiştî îzah dike. Avakirina federeya li Başûr, li ser parçebûna xebatên gelê kurde, li ser dijayetiya xebatên netewî yên kurd e. Ne li ser mafê kurdan pêk were û çareseriyek baş çêbibe, ne li ser vê ye. Heta ne ku rejîma Iraqê alîkariyê jê re bike. Na. Bi temamî PKK were rakirin û emê hinek tiştan bidin we. Federeyek sexte îlankirin. Min di wê rojê de got ev Federeyek sexteye, ne diruste. Li ser xwîna kurdan, li ser parçebûna kurdan tê avakirine. Vê parlamentoyê biryarek derxist, biryara xwe ya yekemîn ‘em PKK çawa ji Başûr derxin’. Şerê biratiyê şerê kurd, li ser vê biryara vê Parlamentoya Federalî çêbû. Tu biryar din negirt ji wir şûnde. Yek biryarê derxist, ew biryar jî ev bû. Ev jî îspat dike jî ev federalî komploye. Di encamê de şer navbera YNK û PDK’ê de jî derket. Ger dirust li ser meseleya kurd û netew û demokrasiya kurdbûya, ewqas nexweşî mezin nedikir. Ger ne komplobûya û ne destê dijmin tê de ba.
‘Federaliya Başûr li ser me hat avakirin’
Encamê de destpêkê xwestin li hemberî me rabin, ji xwe sedema şerê 92’yan ev bû. Yanî famnekirin partiyên Başûr em partiyek Kurdistanî ne. Mayîna me ya li Başûr bi temamî ji bo federaliya kurd jî bû. Eger bi aqilbûna û dirustbûna, mayîna me ya li Başûr ji wan re hêzek mezin bû. Hinek siyaset kiriban, bi aqil hinek taktîk bimeşandina gengazbû federasyonek çêbûna. Lê ewqas ehmeqbûn ku ewqas li ser gotinên dijmin dimeşiyan ku çi got qebûlkirin. Encama şerek pir xirab bû. Yanî ez dikarim bêjim di Kurdistanê de şerê 92’yan reşeyek mezin bû. Me pir karekê zor û zehmetî, pir bi berxwedanekî dîrokî şer heta 92’an anî û me heta gihand federasyona kurd jî. Ev yek li ser me çêbû, kes nikare înkar bike. Ev federiye li ser me bû. Ew partî ji derve hatibûn, heta dawiyê me tê de şer kiribû, yek jî tirsa tirka li ser nebû. Tirkan 30 salî din jî nedihişt, ne jî kurdî qebûl bike. Wexta qebûl kir jî ji ber ji tirsa me bû. Van tiştan wana fam nekir, Tirkiye çi got, Amerîka çi got qebûlkirin, encamê de ev şer derket tabî dawiya şer jî em dizanin.
‘Mayîna me ya li Başûr jî ji bo netewa kurd e’
Heta niha şerê YNK û PDK’ê, du caran sê caran şerê me û PDK’ê, Kurdistanê li ser siyaseta Tirkiyeyê xiste çi rewşê, heram kir. Niha federalî heye ma, na, hikûmet heye, na. Berovajiyê wê zerara van salan dayî, tu salan de nehatiye dayîn. Ketina miletê kurd li Başûr pir kûr û firehiye. Li ser çi niha şer dimeşe, li gorî îmkanên madî yên biçûk, li ser filan cihî heta filan cihî emin, ji filan bajarî heta filan bajarî emin. Meseleya kurd wiha çareser nabe, meseleya kurd meseleyek neteweyî ye, meseleyek ya demokrasiyê ye. Çima tenê di yek sînor û yek bajarî dene. Diyare evane ji hikmekê feodal ji çend quruş pereyan zêdetir naxwazin tiştekê bikin, nikarin di vir de bêjin em ji bo mafê kurd û çareseriya kurd dixwazin gavan bavêjin. Werin em hazirin, deh caran sed caran me bang kir, gelê kurd di demek teng deye, werin ji bo ku yekitiyek a netewa kurd çawa çêbibe, werin ji bo demokratiyek a kurd em çawa çêbikin. Na got ‘kongre çênabe, heta hakîmiyeta min çênebe kongre çênabe’. Yên din jî guh nedanê. Partiyên din jî yên Başûr pir guh nedan mijara kongreyê. Pir bi îmkanek biçûk, bi vî şeklî hakimiyetek jî çênedibû, li gorî rojê yanî çi birin, çi xwarin çi vexwarin. Me pir got wiha nabe, heta mayîna me ya li Başûr jî ji bo netewa kurd bû. Ev tişt li ser me çêbûn. Ev ji we re hem îmkaneke hem jî lîstikeke. Ji îmkanê baş îstifade bikin, lê nekevin lîstokê jî. Dîsa em guhdar nekirin, niha ez van tiştan ji bo sebeba vî şerî dibêjim, ji ber ku kurdê dirust divê ku hinek tiştan fam bike êdî ji vir şûnde.
‘Wijdana mirov reş dibe, mejiyê mirov hişk dibe, lê ne ewqas jî’
Em ne zarokin ne tênegihiştîne, em bi kareke mezin û berxwedanek mezin ji bo va miletê pir ketî, rastî fedekariya ku di dîrokê de çênebûyî dikin, bila hurmeta wan hinek ji vê yekê re hebe. Hinek tiştan fam bikin, hêdî hêdî. Wijdana mirov reş dibe, mejiyê mirov hişk dibe, lê ne ewqas jî. Roj roja mirov tiştna fam bike ye. Em naxwazin dilopek xwîn birijînin. Lê bi hezaran kurdên feqîr hatine kuştin, li ser çi li ser xwestekên Tirkiyeyê. Ger ku hinek wijdan hebe, çima vê yekê qebûl bikin. Em madem kurdin bila hev du bikujin, şerê biratiyê jî wateyek ya xwe heye, lê ne ji bo dijminekê tu şer bikî, ne dibin hakimiyeta dijmin de mirov hev du bikuje. Bila me û PDK’ê hev du bikuşta, lê ne bi alîkariya Tirkiyeyê, ne li ser xwesteka Tirkiyeyê. 92’yan jî heman şêweyî, bila hemû partî bibûna yek şerê me kiriban, lê ne ji bo xwesteka Tirkiyeyê. Ev yek xirabe, wê demê mirov ji vê şerê re dibêje şerê xiyanetê. Çima, ji ber ku tu bi dijminê esasî re dibî yek û tu şer dikî. Ev yek nebaşe, bila şerê me bikin, niha jî bila bikin, lê ne bi destê dijmin. Ha şaşitî di vir de ye, divê mirov vê ji hev du derxe, cuda bike.
‘Bi qasî çûkekê jî aqlê PDK’ê tuneye’
Di operasyona dawî de Tirkiye bi xwe got, ‘ev yek xwesteka PDK’ê bû, di zorî zehmetiyê de em çûn alîkariyê’. Ji beriya wê dixwazim vê yekê zelal bikim, em naxwazin PDK’ê rakin, di siyaseta me de rakirina PDK’ê nîne. PDK ji vê yekê ditirse. Ev tirs ne cih de ye. Ya ku em dixwazin ewe ku PDK li ser siyaseta dijmin nemeşe. Jê re nebe lîstika taktîkên biçûk. Ji xwe we jî dît ku Tirkiye 100 hezar leşkerên xwe anî û 100 hezar turkmen jî anî kire 3 milyon, ji vê 3 milyonî sibe tu Kurdistanekê çêbikî jî, wê bêje vir turkmenistane nabêje Kurdistane. Amadekariyên vê yekê dike. Partiyên me bila vê yekê baş fambikin. Ji şêniyên wan bigire heta her tiştê wan vê yekê hazir dikin. Bi 100 hezar tirkan dewleta Kibrisê çêbû, tirk li Antakya û Hatayê tenê bûn, dewleta Antakya û Hatayê çêbû û piştre xwe bi Tirkiyeyê re kirin yek. Niha dewlet federalî li Başûr çêbibe jî di demek kurt de wê tevlî Tirkiyeyê bibe, ev tiştekê aşkereye. Li vir 100 hezar leşkerên Tirkiyeyê tê de tu Kurdistanekê çêbikî wê bi te bimîne, xwarina te, çekên te hemû ji Tirkiyeyê tê. Wê demê dewleta tirk, hikûmeta tirk ku kurda qebûl nekiriye, wê çawa federaliya te qebûl bike. Niha ez ji partiyên me re baş dibêjim, bila bersivekê bidin, dijminê we bi vî şekliye. Em ev 70-80 salin dibin hikmê vî dijminî de, me nekariye navê xwe pê bidin qebûl kirin. Çawa wê hikûmeta me qebûl bike. Hûn parçeyek biçûkin û çar aliyê we dijmine, dijminê herî mezin jî Tirkiyeye, wê çawa federalî ji bo we were. Yanî qasî zarokekê aqlê mirov hebe, qasî çûkekê aqlê mirov hebe, vê tiştê mirov dikare qebûl bike? Ji bo wê em dibêjin ne raste, bangkirina wan ya Tirkiyeyê, li ser Tirkiyeyê karê kurdan bike, karên neteweyî bike, karê siyasî bike, nizanim me hikûmet çêkir, me parlamento çêkir, evane xapandinin, xwe jî dixapînin, gel jî dixapînin. Ev yek ne raste.
‘Ji şerê navxweyî kurd zerarê dibîne, PDK bi xwe zerarê dibîne’
Niha dibêjin wekî din çareya me nîne, ne Îbrahîm Xelîl be em birçî dimînin, ev ne rastin. Em bi xwe 15-20 salin li serê çiyanin, dora me tev hewşe, çar aliyê me dijmin bi xwe girtiye, lê me kariye jiyan bikin. Bila ev partî misade bikin em karê ekonomî bikin em bi xwe dikarin gelê Başûr hemû têr bikin. Bila li pêşiya me nebin kelem em vê sozê didin. Wek din jî ger dixwazin kurdayetiyê çêbikin, bila dîsa firsetê bidin, hêzên kurdî bi siyasî bi leşkerî em çêbikin, Tirkiye nikare gavekê bavêje. Dijmin wê weke din jî nikare gavekê bavêje. Şerê li hemberî me kirî nekiriban, ew pêşmergeyên li Başûr çêdibûn, tevlî gerîla kiriba 100 hezar zêdetir wê artêşa kurd çêbibûya. Di cihê Kurdistanê de milyonek çekê xwe jî hebû, ma ev ne bes bû. Çima vê tiştê nabînin? Ev qas hêza kurd bi siyasî bi ekonomî ma têra me nake, we di vir de tiştek kir? Li ser vê yekê nêrînek dan? Civînek çêkirin? Na em niha weke berê lê bikin. Di encamê de kurd zerarê dibînin û her wiha encamê de ev partî jî zerarê dibînin. Niha em PDK’ê bêjin feyde dît na, teng bû çû. Wê çi bibe. Niha jî bi xwe dibêjin raste ev planeke li pişt Amerîka û dewletên emperyalîst û Îsraîl hene. Raste tabî, Tirkiye jî didin ser, dikine rû û pergala kurdan belav dikin.
‘Divê hinek wîjdana mirov hebe, mirovarî hebe’
Wijdana wan nîne, ger hinek wijdana wan heba qetlîama tewra mezin li ser Kurdistana mezin dimeşe. 20-30 milyon kurd li Bakur niha dibin qetlîamê dene. Nefesa wan qir dikin, qut dikin. Ger hinek di mirov de hestê netewî hebe, heta mirovatî hebe mirov vê yekê nabîne ma, hinek wijdana mirov hebe, mirov çima li hemberî vê yekê nasekine? Sedem dibêjin xwarin tê, na xwarinê nade mirovan, tirk zikê mirovan têr nake. Tirk welatê te xirab dike. Bingehê te, erdê te, îmkanên li ser erdê te ji destê te digire. Tiştekê nade mirovan. Dema ji sînor tiştek tê jî ew ji bo çi tê hûn baş dizanin, ji bo komployane, ji bo kurdan li hemberî kurdan rake ye. Niha me got vê tiştê bibîne. Bi taybetî ji PDK’ê re min got, vê tiştê bibînin. Na vane got PKK dixwaze Başûr hikûm bike. Me li di vir de tiştek got, hikûm belê em dixwazin hikûmek çêbibe, lê ne hikûmê PKK’ê, me got bila hikûmekî kurd çêbibe. Hikûmekî kurdî ku tê de netewiyet heyî, tê de demokrasî heyî, bila çêbibe, ez bi xwe kesek, ez bi xwe xizmetkarek wê werim bişixulim. Li ber huzura civakê soz didim, bila Mesud Barzanî serokwezîr be, bila birêz Celal Talebanî niza çi be, van tiştan giştî qebûlkiriye. Yek bin li ser berjewendiyên gelê kurd, li ser demokrasiya gelê kurd, li ser yekitiya gelê kurd, bila hikûm heta dawiyê ya we be. Em tiştekê naxwazin. Ji bo parastina we ger em pêwîst bin bimînin, ger we îspat kir ku ji bo parastinê temamî hûn hakimin, hûn dikarin li ser lingê xwe bimînin, em rojekê li Başûr namînin. Em ji bo alîkariyê hatine, lê bizanin ku ne Kurdistana mezin be, hûn nikarin 24 saetan nefesê bigirin. Ev rastiye, vê yekê her kes dizane.
‘Barzaniyan hurmet dan leşker û kontrayên tirkan, gule li me barandin’
Na dîsa çi gotin, di vir de îşte dema mirov ne bi gelê kurd re be, ne bi netewa kurd re be, mirov her xirabiyê dike. Sed caran civîn bi Tirkiyeyê re çêkirin, gotin dîplomasiye, niza gotin çiye, qîmet û hurmeta dayîn wan, me ji bo wan ewqas xwîn rijand, li ser me gulebarandin. Rojekê ne gotin em alîkariyekê tiştekê bikin. Tevî ku hevalên PKK’ê ji her çar parçeyên Kurdistanê xwestin xizmetek dîrokî bikin û kirin jî. Van tiştan nasnekirin. Çiqas xayîn, çiqas yê reviyayî, kontrayên tirka hatin, generalên tirka hatin, hemû girtin mala xwe, xwarin danê, hurmet pêşkeşkirin û li hemberî me jî tim gulebarandin. Niha ev ne siyasetek başe. Belê gelê kurd, dibe feqîre, dibe gelek tiştan nasnake, lê hinek namûs bi mirov re hebe, van tiştan mirov nikare hezim bike. Ya me jê xwestî tenê dev ji vê siyasetê me got berdin. Xêr di vê siyasetê de nîne. Feyde ji we re jî tuneye. Niha hinek dibêjin, partiya PKK’ê li ser Barzanî çima xirab dibêje, na me li ser Barzanî xirab negotiye.”