Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rêber Ocalan: PKK tevgera xweparastina kurdan e

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike xweparastin tim ji bo kurdan girîng bûye û PKK jî weke tevgera xweparastinê ya kurdan pênase dike û dibêje ‘Xweparastin navê vê pêvajoyê ye.’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû parêznameyên xwe de behsa girîngiya xweparastinê ji bo kurdan kiriye. Di parêznameyên ‘Sosyolojiya Azadiyê’ û ‘Kurdên Di penca qirkirinê’ de di bin sernavên cuda de behsa girîngiya xweparastinê ji bo zindiyan, mirovan û bi taybet jî gelê kurd dike. Rêber Ocalan PKK’ê jî weke tevgera xweparastina kurdan binav dike û dibêje ‘Xweparastin navê vê pevajoyê ye.’

Beşek ji nirxandinên Rêber Ocalan a derbarê girîngiya xweparastinê de ku me ji parêznameyan berhev kiriye wiha ye:

“Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tuneye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê aşkera bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Civak bêparastin nikare hebûna xwe bidomîne

Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wê hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser pêyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye. Jiyan bêyî parastinê tu carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwe xwedîkirin û xwe zêdekirin e. Çawa ku xwe xwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin. Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye.

Xweparastin her tim ji bo kurdan girîng bûye

Li gorî şertên berbiçav ên kurdan xweparastin tevahiya dîrokê ji bo wan her tim girîng bû. Ji serdema destpêkê ve weke yekeyên qebîle û eşîran li qadên çiyayî bergiriya hebûna xwe kirine ango xwedî sîstemeke xweparastinê bûn lê li hemberî amûrên êrîşê yên bi sîstema kapîtalîst re derketine holê ev sîstema wan a bergiriyê kêm ma û têrê nekir. Cara pêşî ye ku tehlûke çêdibe hebûna xwe ji dest bidin û ev dikeve rojevê. Ji aliyê kurdan ve, avahiya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst, ne bi tenê azadiyên wan ji destên wan digire, di heman demê de dibe sedem ku hebûna wan jî bikeve tehlûkeyê. Di nava sînorên siyasî de bername û çalakiya ‘yek ziman’, ‘yek netewe’ û ‘yek welat’ hatiye meşandin û di nava wan sînoran de jî ziman, netewe û welatên din bi înkar û îmhayê re rûbirû bûn. Kurdistan hat parçekirin û dewletên netewe kurdên li her parçeyî xistin nava diranên înkar û îmhayê. Dewletên netewe yên ku hêzên hegemonîk piştgiriya wan dikirin, tesfiyekirina kurd û Kurdistanê weke polîtîkayên bingehîn qebûl kirin. Kengî berxwedana xweparastinê ya kurdan kêm ma û şikest, hingê dor hat hilweşîn û jihevdeketina civakê û bi vê re komikên civakê yên mayî bêne asîmîlekirin û tesfiyekirin.

Civekek nikare xwe biparêze wesfê xwe yê exlaq û polîtîkayê ji dest dide

Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rastî, civaka nikaribe xwe biparêze wesfê wê yê civaka exlaq û polîtîk maneya xwe ji dest dide. Civak di rewşeke bi vî rengî de yan bûye mêtingeh, heliyaye dirize; yan jî li ber xwe dide, dixwaze ji nû ve rengê xwe yê exlaqî û polîtîk bigire û fonksiyonel bike. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta xwe pêşve bibe. Xweparastin bi tenê li dijî tehlûkeyên ji derve tê pêk nayê. Di avahiyên hundir ên civakê de jî her tim nakokî û tengezarî mumkîn e pêk bê. Divê mirov ji bîr neke ku civakên dîrokî demeke dirêj bi çîn û desthilatdar bûn, ji lewra wê hêzên demeke dirêj bixwazin van xisletên xwe biparêzin hebin. Hêzên em behsa wan dikin, ji bo hebûna xwe biparêzin wê bi hêza xwe hemû li ber xwe bidin. Ji lewra xweparastin weke daxwazeke civakî ya belav wê dema dirêj di rojeva civakê de cihekî girîng bigire. Hêza biryarê bi hêza xweparastinê re bi hêz nebe bi hêsanî divê neyê meşandin.

Yên bêparastin mîna keriyên pez ji hev tên belawelakirin

Jixwe di roja me ya îro de bi tenê li derveyî civakê ne, di nava wê de jî rastiyeke desthilatdariyê heye heta bi tevahiya çaviyên wê cih girtiye heye. Di tevahiya çaviyên civakê yên di cih de divê komên xweparastinê yên dişibin hev pêkanîna wan heyatî ye. Civakên bê xweparastin, ew civak in ku ji aliyê yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê ve êsîr hatine girtin û mêtingehbûne. Tevahiya dîrokê ji klanan heta bi qebîle û eşîran, ji qewm û neteweyan heta bi cemaetên dînî, ji gund û bajaran heta bi her yekeya civakê tim pirsgirêka xweparastinê hebû. Yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê mîna gurê li pey nêçîrê êrîşkar e; yên ji xweparastinê mehrûm tim mîna keriyên pez ji hev belawela dike û bi qasî dixwaze desteser dike.

Divê civak, civak sîstema xwe ya parastinê amade bike

Ji bo civak bibe civaka demokratîk û hebûna xwe dewam bike, şert e ku herî kêm bi qasî êrîş û mêtinkariyên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê bi sînor bike ji aliyê çalakî û avabûna xweparastinê xwe amade û fonksiyonel bigire. Ji ber ku dema dirêj wê bi amûrên sermaye û desthilatdariyê re di nav hev de bijîn, girîng e ku mirov nekeve du şaşiyan: Şaşiya yekemîn, mîna cîgerê teslîmê pisîkê dikin, divê mirov ewlekariya xwe radestî nîzama yekdestdariyê neke. Tevgera PKK’ê jî weke nerazîbûnekê derket holê û di destpêkê de bi awayekî bingehîn tevgera xweparastinê ya kurdan e. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar